Malpera ajansa me û malpera rojnameya Azadiya Welat ku bi zimanê Kurdî weşanê dikin, hatin astengkirin.
Malperên ajansa me Ajansa Welat (AW) û rojnameya Azadiya Welat, ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahdariyê (BTK) li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê hatin astengkirin.
BTKê bi dîroka 1ê Tîrmeha 2026an û hejmara 490.05.01.2026-748334an der barê ajansa me de, bi heman dîrok û hejmarê 490.05.01.2026-748335an jî der barê Azadiya Welat de biryara astengkirinê da.
Hesabê Xê jî yê ajansa me hate astengkirin
Her wiha li aliyê din hesabê Xê yê Ajansa Welat jî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate astengkirin. Ev cara sêyemîn e hesabê me yê Xê tê astengkirin.













