• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

Amed / AW

27 HEZÎRAN 2026 - 17:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rûniştina sêyemîn a Konferansa Saziyên Zimanê Kurdî li ser ‘Çand û Medya’ hate axaftin û hat diyarkirin ku çand di heman demê de watedayîna jiyanê ye û wiha hat gotin:  “Çand bûye bingeheke xwe îfadekirinê. Qadeke ku Kurd xwe lê îfade bikin nîne. Kurd neçar mane ku xwe bi çandê îfade bikin.”

Konferansa Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê tê li dar xistin, bi rûniştina sêyemîn a bi navê ‘Çand û Medya’ berdewam kir. Di rûniştina bi serenavê ‘Di arastina Hişmendiya Zimên de Rol û Rista Çand, Huner û Medyayê’ de moderatorî rojnameger Mehmet Şahîn kir. Seroka KASEDê Salîha Ayata, Lêkolîner Weysî Varli û Rojnameger Ferhat Akinci axivîn.

‘Kurd neçar mane ku xwe bi çandê îfade bikin’

Salîha Ayata ewilî axivî û mijara di parastina hişmendiya ziman de rol û rista çandê vegot. Salîha Ayata wiha got: “Serokatî dibêje ‘hemû tiştên bi destê mirovan hatine afirandin çand e.’ Çand di heman demê de watedayîna jiyanê ye. Ji bo me Kurdan çand çawa pêşketiye. Bûye bingeheke xwe îfadekirinê. Qadeke ku Kurd xwe lê îfade bikin nîne. Kurd neçar mane ku xwe bi çandê îfade bikin. Carna bi rêya stranekê tu xwe îfade dikî.”

Salîha Ayata qala tundiya serdestan a li ser çandê kir û wiha domand: “Gelek caran bindest di ferqa vê de nîne. Piştî demekê dibêjin ku ‘zimanê min têra jiyanê nake’. Tundiya çandî rêya tundiya fizikî vedike.”

Salîha Ayata li ser tundiya çandê gelek mînak dan û bal kişand ser qedexeyên li ser çand û ziman.

‘Muzîk dengê wêneya herêma lê hatiye afirandin e’

Lêkolîner Weysî Varli jî li ser di parastina hişmendiya ziman de rol û rista hunerê axivî. Weysî Varli qala çanda Kurdî kir û diyar kir ku tişta çanda Kurdî li ser pêyan hiştî muzîka Kurdî ye. Weysî Varli pênaseya huner û muzîkê kir û wiha got: “Ya ku di dema Ûrartuyan de muzîk parastî jin e. Em bi hunerê li ber xwe didin. Huner tu car bi afirînerê xwe afirîner bi hunera xwe mezintir nebûye. Serokê Gelê Kurd dibêje; ‘Qasî ez li dîrokê dinêrim dibînim ez huner bi xwe me’. Di civaka Kurd de li dibistan û medreseyan dersa muzîkê hatiye dayîn. Muzîk û çand girêdayî hev in. Ziman nasname ye, muzîk jiyana wê nasnameyê ye. Muzîk dengê wêneya herêma lê hatiye afirandin e.”

‘Zimanê kêmaran ji holê radikin’

Rojnameger Ferhat Akinci jî li ser di parastina hişmendiya ziman de rol û rista çapemeniyê axivî. Ferhat Akinci beriya axaftina xwe rojnameger Bayram Balci ku li Belçîkayê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî. Ferhat Akinci qala bikaranîna medyaya dîjîtal kir û wiha got: “Dayîk û bavên me rêze fîlmên ku bi zimanê biyanî hatine çêkirin temaşe dikin. Her wiha ji bo zarokan jî ev derbasdar e. Bi vê rêyê zimanê kêmaran ji holê radikin.”

 

‘Wek rojnameger milîtaniya ziman bikin’

Ferhat Akinci ku bal kişand ser bernameyên Kurdî dihatin çêkirin, destnîşan kir ku medyaya Kurdî weke dibistanekê rol lîst û wiha got: “Ez bi xwe jî ji Azadiya Welat hînî Kurdî bûm. Azadiya Welat ji bo min bû dibistanek. Nêzîkatiya bavê min girîng bû ez teşwîqî xwendin û hînbûna Kurdî kirim. Ji ber pergala dibistanê di nav me Kurdan de tune bû Çapemeniya Azad roleke sereke lîst. Niha gelek qanal, rojname û radyoyên Kurdî hene. Gelo ev têrê dike? Nake. Bêyî ku Kurdî li benda statuyekê bisekine divê em li ser bisekinin ku dikare çawa bi pêş ve bibin. Edîtoriyeke Kurdî dê çawa bi pêş bikeve? Ya herî girîng jî ew e ku ziman dê çawa were bikaranîn. Ew jî sazî û dezgehên me yên ziman eleqedar dike. Em ê çi bidin civakê divê li ser wê bisekinin. Du sed salên dawî de 700 ziman tune bûn. Barê me girantir e. Îro li ser ziman xetere zêdetir heye. Bêyî ku em derdorê sûcdar bikin weke rojnameger milîtaniya ziman bikin.”

Rûniştin bi pirs û bersivan bi dawî bû. Konferans dê sibê jî bi rûniştinên cûr bi cûr berdewam bike

Etîket: Amedaxaftinçand û medyaKonferansa Saziyên Zimanê Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

21 TEBAX 2026
Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

21 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

19 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne