• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

Riha / AW

26 HEZÎRAN 2026 - 18:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, bi dirûşma “Bibe Dengê Banga Aştî û Civaka Demokratîk” daxuyanî da û di daxuyaniyê de bang li dewlete hat kirin ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyeke mayinde qanûnên pêwîst derxine û gavan biavêje.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bi dirûşma “Bibe dengê banga Aştî û Civaka Demokratîk” li Eywana İbrahîm Ayhan ya navçeya Xelîliye ya Rihayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberin partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî tevlî daxuyaniyê bûn.

Metna daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê saziyên sivîl, odeyên pîşeyî, sendîka ve hatibû amadekirin ji aliyê Hevseroka Egîtîm Senê ya Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul ve hat xwendin.

‘Çareserî tenê bi polîtîkayên ewlehiyê nabe’

Ozlem Ulutaş Şengul destnîşan kir ku Tirkiye salên dirêj e di nava aloziyeke giran a civakî, siyasî û mirovî de ye û rêya derketina ji vî hawîrdorî tenê bi xurtkirina hiqûq, aştî û siyaseta demokratîk pêkan e û got: “Çareseriya mayinde ya vê pirsgirêka ku bandorê li hemû beşên civakê dike, tenê bi nêzîkatiyên li ser bingeha ewlehiyê nabe. Çareserî bi avakirina zemineke siyasî û hiqûqî ya ku maf û azadiyan diparêze û baweriya civakî ava dike gengaz e.”

Rola civaka sivîl û berpisyariya dewletê

Ozlem Ulutaş Şengul diyar kir ku rola civaka sivîl di vê pêvajoyê de ne tenê şopandin e, divê bibe hêza ku diyalog û çareseriya demokratîk xurt dike û ev tişt anî ziman: “Aştiyeke mayinde bi hemwelatiya wekhev, azadiya xweîfadekirin û rêxistinbûnê ve girêdayî ye û ji bo ku îradeya aştî û civaka demokratîk encamên mayinde bide, divê dewlet jî berpirsyariyê bigire ser xwe û gavên berçav biaveje. Ji bo vê yekê jî divê astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin û rêziknameyên hiqûqî yên pêwîst bên jiyanîkirin.”

Amadekariyên hiqûqî

Ozlem Ulutaş Şengul di daxuyaniyê de herî dawî bang li dewletê kir û wiha got: “Em bang li dewletê dikin ku ji bo xurtkirina aştiya civakî û îradeya çareseriyê, bêyî derengmayîn amadekariyên hiqûqî û saziyî bike. Em bang li hemû dînamîkên civakê jî dikin ku bibin piştgirê jiyana hevpar, aştî û siyaseta demokratîk.”

Etîket: aştîdaxuyanîdewletgavpêvajoPlatforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

19 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne