• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

Amed / AW

25 HEZÎRAN 2026 - 20:19
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm a ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Behiye Sevîm dê li taxa Darliya Jor a navçeya Bismila Amedê bê veşartin.

Dayika Aştiyê Behiye Sevîm (71) ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê de ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dayika Behiye dê li taxa Darliya Jor a Bismilê ya Amedê bê veşartin.

Dayika Behiye Sevîm kî ye?

Dayika Behiye Sevîm di 10ê Gulana 1955an de li gundê Cilîn ê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye dinê. Piraniya jiyana wê li gund derbas bûye. Dayika Behiye Sevîm li gund bi kurê meta xwe Xalid re dizewice û 15 zarokên wan çêdibin Ji van zaroka 3 jê ji ber nexweşiyeke kronîk jiyana xwe ji dest didin.

Kurê Behiye Sevîm ê mezin Yakûp Sevîm (Mazlûm) di sala 1993yan de tev li PKKê dibe û di 25ê Kanûna 1999an de li Herêma Besta ya Şirnexê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Malbatê hêj jî cenazeyê kurê xwe negirtiye. Piştî ku Yakûp tev li PKKê dibe leşker her roj bi ser mala wan de digirin gefan li wan dixwin. Ew jî neçar dimînin ji gund bar dikin û mala xwe dibin gundê Darliya Jor a navçeya Bismilê. Lê leşker dema pê dihesin ku malbat hatiye vî gundî dîsa bi ser mala wan de digirin û zext û zora xwe didomînin.

Piştî zextên dewletê keça wê Kismet a 18 salî jî tev li PKKê dibe. Kismet Sevîm di pêvajoya ku çeteyên DAIŞê de êrişî Rojava kirin de berê xwe dide Rojava û di sala 2014an de li Kobanê jiyana xwe ji dest dide û cenazeyê wê li wir tê veşartin. Hema bêje yek ferdên malbatê nemaye ku nehatiye binçavkirin.

Kurê Behiye Sevîm Ozgur Sevîm jî di 31 Gulana 2016an de li Nisêbînê di dema şerê Xweseriya Cewherî de hatibû girtin cezayê muebeda giran û 25 sal cezayê giran lê hatiye birîn. Ozgur Sevîm ê ku 10 sal in girtî ye niha li Girtîgeha Tîpa S ya Kirşehîrê tê ragirtin.

Leşker û polîsên ku bi dehan caran bi ser mala dayika Behiye Sevîm de digirin her carê wêneyên zarokên wê yên di nav Tevgera Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane desteser kirine.

Dayika Behiye Sevîn ku di têkoşîna xwe ya bi salan de hatiye binçavkirin û îşkencekirin di komisyonên taxan bigire heta partiyên ku siyaseta azadiya Kurd dimeşînin ji saziya malbatên şehîdan MEYA-DERê bigire heta saziya malbatên girtiyan TÛAY-DERê de cih girtiye. Dayika Behiye heta vî temenê ji bo pêkhatine aştiyeke mayînde di hezaran meş, mitîngan û çalakiyan de cih girtiye û tevî nexweşiya xwe tu caran dest ji têkoşîna xwe bernedaye. Dayika Behiye jî weke gotina yek ji pêşengên PKKê Mehmet Xeyrî Dûrmûş a “Heke ez bimirim li ser gora min binivîsin ku weke deyndarê gelê xwe jiyana xwe ji dest da” di tevahiya têkoşîna xwe de dianî ziman.

Etîket: AmedBismilcenazeDayika Behiye Sevîmjiyana xwe ji dest da
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

19 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026
Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne