• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

Sîpan Batmaz / AW

25 HEZÎRAN 2026 - 10:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed Li navçeya Rezanê, dikandar û welatî ji ber xerabûna peyarêyan bi bertek in. Dikandaran diyar kir ku ji ber xemsariyê peyarê bi temamî xerab bûne û astengdar, pîr û zarok nikarin peyarêyan bi kar bînin. Midûriyeta Karên Fenê yê Şaredariya Rezanê jî da zanîn ku wan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê îhaleyeke mezin a kevirên parkeyê li dar xistiye û dê di demeke nêz de dest bi xebatên nû bikin.

Taxa Mevlana Halît a li navçeya Rezanê, bi taybetî di serdemên rêveberiyên qeyiman de di warê xizmetguzariyên herêmî û çareserkirina pirsgirêkên binesaziyê de bi xemsatriyeke mezin re rû bi rû ma. Di vê heyamê de, gelek saziyên mîna DEDAŞê ji bo xebatên binesaziyê gelek cih kolan. Tevî ku heqê van kolanan û texrîbata hatiye kirin ji aliyê rêveberiyên di dema qeyim de hatine girtin jî, peyarêyên hatine kolan nehatin çêkirin û bi wî awayî hatine hiştin. Ev rewş bû sedem ku li navçeyê, bi taybetî li Taxa Mevlana Halît, Şeyh Şamîl û Bagcilarê bi deh hezaran metreçargoşe qadên peyarêyan bi awayekî hilweşandî û wêran bimînin. Kevnbûn û xerabûna peyarêyan ku li hinek herêman dîroka wan xwe dispêre 15 heta 20 salan, di jiyana rojaneyê de herî zêde bandor li ser welatiyên pîr, zarok û astengdaran dike. Di heman demê de, dîwarên îstînatê yên sîteyên taybet ku bi peyarêyan re bûne yek, ji ber nehatine nûkirin, xetereya wan a hilweşînê heye û ev yek bandorê li jiyana welatiyan dike.

‘Ev 20 sal in ev peyarê nehatine nûkirin’

Husametîn Ozdemir ku li Taxa Mevlana Halît karê perdefiroşiyê dike, bal kişand ser rewşa xirab a peyarêyan û destnîşan kir ku tevî hemû serlêdanan jî çareseriyek nehatiye dîtin. Husametîn Ozdemir anî ziman ku şaredariyên pêwendîdar berpirsyariyê diavêjin ser milê hev û wiha axivî: “Em li vir esnaf in. Peyarêyên me hemû xerab bûne. Şaredariya Mezin çend caran hat, me serlêdan kir lê bersiva me dan û gotin, ‘Ev der aydê me nîne, aîdî Rezanê ye.’ Dorûbera van sîteyan û van peyarêyan hemû xwar bûye, cihê astengdaran tune ye. Ev tam 20 sal in ku ev peyarê çêbûye û di nava 20 salan de kesî restore nekiriye. Me daxwazname da, du caran personelên Şaredariya Mezin hatin, gotin ‘temam’ lê nehatin. Dahata vî bajarî li vir e, wekî bazarê ye lê giringiyê nadinê. Her weha kêmasiya zabitayan jî heye; erebe û bazar li ser peyarêyan disekinin, ji ber wê jî peyarê xerab dibin. Em dixwazin amir û midûrên Karên Fenê werin vira û vê rewşê bibînin.”

Dikandarek din ê bi navê Vedat Akin jî destnîşan kir ku dîwarê îstînatê yê li ber dikana wî ku yê sîteyekê ye piştî erdheja 4ê Sibatê zirar ditiye û bi barîna zêde ya barana vê zivistanê re dîwar xwar bûye. Vedat Akîn anî ziman ku her çend wî ev rewş hem ji rêveberiya sîteyê re hem jî ji Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Rezanê re ragihandiye jî tişta pêwîst nehatiye kirin.Vedat Akîn diyar kir ku heke ev rewş bi vî awayî berdewam bike dê ev dîwar di demeke nêz de hilweşe û tirsa wan ew e ku dîwar bi ser zarokan de bikeve.”

Şaredariyê dest bi xebatek berfireh dike 

Li ser bertek û giliyên dikandaran me xwe gihand rayedarên Şaredariya Rezanê. Rêveberê Karên Fenê Ûlaş Bîrtane derbarê xebatên şaredariyê û plansaziya nû de axivî. Ulaş Bîrtane diyar kir ku dema wan rêveberî girtiye, texribateke mezin hebûye û wiha got: “Nêzîkî 2 sal û nîvin ku rêveberiya me hatiye ser wezifeyê. Dema ku em hatin, tenê li Taxa Bagcilarê texrîbata ku ji aliyê TEDAŞê ve hatibû kirin, gihiştibû qadeke 65 hezar metreçargoşeyî. Di dema qeyim de heqê kolandinê yê van deran hemû hatibû girtin lê bi tu awayî nehatin çêkirin. Me ev qad tenê bi hêza taybet a şaredariya me û bi ekîbên xwe çêkir. Rast e, kevirên peyarê yên bi taybetî Rezanê kevinin, bi nêzî 15-20 salane hatine çêkirin.”

Di nava 2 salan de 200 hezar metreçargoşe peyarê û rê çêkirine

Ûlaş Bîrtane derbarê çareseriyan de mizginiya îhaleyeke nû da û got: “Di demeke nêz de me ji bo qadeke 650 hezar metreçargoşeyî îhaleya kevirên parkeyê da. Fîrmaya ku dê îhaleyê bigire jî diyar bû. Piştî encambûnê, em ê kevirên xwe bi xwe bikirin û bi ekîbeke ji 30 kesî li seranserî Rezana kevin û nû dest bi xebatê bikin. Di nava 2 salan de me zêdetirî 200 hezar metreçargoşe peyare û rêyên nû çêkirin. Piştî vê îhaleyê jî di dawiya vê havînê de em plan dikin ku vê hejmarê derxin 400 an jî 500 hezar metreçargoşeyî.”

Ulaş Bîrtane bal kişand ser dîwarê îstînatê yê ku li ser peyarêyan xetereyê çêdike û got: “Her çend dîwarê îstînatê yê sîteyê bi xwe be jî, mixabin bi peyarêya me re bûye yek û xetereyê çêdike. Me hişyariyên pêwîst ji rêveberiyên sîteyan re şandin. Her çend me ekîb şandin, lêçûn derxist û me xwest em di warê materyal û hosteyan de alîkariyê bidin wan jî, tu veger ji wan nehat. Wekî rêveberî, divê em nekevin qada milkê taybet, ji ber ku li navenda bajêr û gundan bêtir daxwaz hene. Lê dîsa jî em ê wekî şaredarî li ser bingeha hêza xwe ya taybet bi awayekî saxlem bi pêş ve biçin.”

Etîket: dikandarnavçeya RezanpeyarêŞaredariya RezanêSîpan Batmaz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cihê kêfxweşî û lîstika zarokan: Kaniya Enzelê

Cihê kêfxweşî û lîstika zarokan: Kaniya Enzelê

14 TÎRMEH 2026
Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

25 HEZÎRAN 2026
Jin li dijî tundiyê hatin gel hev

Jin li dijî tundiyê hatin gel hev

11 HEZÎRAN 2026
Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

11 HEZÎRAN 2026
Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

16 GULAN 2026
Cejna Zimanê Kurdî bi coşa mihrîcanê hat pîrozkirin

Cejna Zimanê Kurdî bi coşa mihrîcanê hat pîrozkirin

14 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne