• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

Wan / AW

21 HEZÎRAN 2026 - 19:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ ku ji aliyê Şaredariya Tûşbayê û bi hevkariya KURDÎWARê dihat lidarxistin, di roja 4emîn de bi panel û çîrokan bi dawî bû.

Li Wanê “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” ku  ji aliyê Şaredariya Tûşbayê û bi hevkariya KURDÎWARê dihat lidarxistin, di roja 4emîn de berdewam kir. Di çarçoveya bernameya îro de panela bi navê “Kurdên Japonyayê” ya nivîskar û rojnameger Îrfan Aktan, hevdîtina bi ciwanan re ya aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tûncel û endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş tev li bûn û panela bi navê “Nêrîna siyaseta Kurd a li ser wêjeyê” ya Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Cemal Demîr tê de weke axiver cîh girtin, hatin lidarxistin. Herî dawî çîrokbêj Amîne Aktaş derket ser dikê û rojên wêjeyê bi çîrokên wê bi dawî bû.

Kurdên Japonyayê

Ewilî panela “Kurdên Japonyayê” ya ku rojnameger û nivîskar Îran Aktan weke axiver tê de cîh digirt, hat lidarxistin. Îrfan Aktan di destpêka axaftina xwe de behsa rêwitiya Kurdan a ber bi Japonyayê ve kir. Îrfan Aktan da zanîn ku Kurdên çûne Japonyayê ji eşîra Mexkanî ya giredayî konfederasyona Etmanîkan e û di sala 2022yan de bi qasî 2 hezaran nifûsa wan hebû. Îrfan Aktan anî ziman ku Kurdên Japonyayê ji ber nîjadperestiyê gelek polîtîk bûne û got: “Kampanyaya nîjadperest a li dijî Kurdan bi alikariya Tirkan dest pê kir û nîjadperestiya di serê 1920an de li Amerîkayê li dijî Japon û Çîniyan dihat kirin, niha bi heman şêwazî li dijî Kurdan tê kirin. Lê ev nîjadperestî niha li dijî Tirkan û misilmanan jî dest pê kiriye û li hemû cîhanê pêleke nû ya nîjadperestiyê li dijî penaberan dest pê kiriye. Divê Kurd li dijî vê yekê hişyar bin ji ber ku li hemû cîhanê belav in û bê xwedî ne.”

Piştre bi beşdariya aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tûncel û endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş “Hevdîtina bi Ciwanan re” hat lidarxistin û ciwanan pirsên xwe ji axiveran kirin.

Nêrîna siyaseta Kurdan a li ser wêjeyê hat nîqaşkirin

Dûre panela bi navê “Nêrîna siyaseta Kurd a li ser wêjeyê” ya ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr tê de weke axiver cîh girtin, hat lidarxistin. Siyasetmedaran behsa wêje û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kirin û destnîşan kirin ku divê wêjeya têkoşînê bê avakirin.

Herî dawî çîrokbêj Amîne Aktaş derketin ser dikê û “Roja Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” bi guhdarîkirina çîrokan bi dawî bû.

Etîket: bi dawî bûçîrokbêjPanelRojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayêwêje
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

‘Jin azadiya xwe bi felsefeya Jin Jiyan azadiyê ve girê didin’

18 MIJDAR 2026
‘Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd ji sêdarê anî zemîna hiqûqê’

‘Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd ji sêdarê anî zemîna hiqûqê’

15 MIJDAR 2026
Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

15 MIJDAR 2026
Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

28 TEBAX 2026
Roja duyemîn a şîna Geverê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna Geverê bi dawî bû

26 TEBAX 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê şoreşgerên Kurdistanê biparêzin  Çetîn Arkaş: Hûn bi wan re çi qas serbilind bin jî kêm e

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê şoreşgerên Kurdistanê biparêzin
Çetîn Arkaş: Hûn bi wan re çi qas serbilind bin jî kêm e

23 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne