• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

Amed / AW

21 HEZÎRAN 2026 - 18:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Konferansa MÎA-FEDê ya ku du rojan dom kir bi aşkerekirina encannameyekê bi dawî bû. Di encannameyê de bang li her kesî hat kirin ku ji bo avakirina aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk berpirsiyariya hevpar bigirin ser xwe.

Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) bi dirûşma “Îslama Demokratîk: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist. Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, aktîvîstên TJAyê, nûnerên saziyên sivîl, rêveber û endamên MÎA-FEDê û gelek kes tev li konferansê bûn. Konferans bi beşdarbûna mêvanên ji derve hatibûn bi du rûniştinên li ser nîqaşên mijarên cuda dom kir. Konferans herî dawî bi aşkerekirina encannameyê bi dawî bû. Metna encannameyê ji hêla Dîlan Aydin ve hat xwend.

‘Mirovahî bi bêedaletî û hilweşîna ekolojîk re rû bi rû ye’

Dîlan Aydin da zanîn ku wekî alim, akademîsyen, ronakbîr, jin, ciwan, rûspî û nûnerên beşên cuda yên civakê yên ku di 3yemîn Konferansa Mezin a Kongreya Îslama Demokratîk de hatine cem hev û wiha got: “Me geşedanên siyasî, civakî, çandî û bawerî yên li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bi perspektîfa Îslama Demokratîk bi berfirehî nirxandin. Konferansa me tespît kiriye ku serdema mirovahî di tê re derbas bibe, ne tenê krîzeke aborî yan siyasî ye, di heman demê de krîzeke kûr a exlaqî, demokratîk û wateyê ya civakî ye. Mirovahî li aliyekî bi encamên giran ên şer, bêedaletî, xizanî û hilweşîna ekolojîk re rû bi rû ye, li aliyê din jî şahidiya lawazbûna nirxên exlaqî û demokratîk dike ku jiyana hevpar pêkan dikin. Rojhilata Navîn yek ji wan herêman e ku ev krîza piralî herî zêde lê tê jiyîn. Trajediya li Filistînê, hilweşîna li Sûriyeyê, bêîstîkrariya li Iraqê, şerên ku gelên herêmê pê re rû bi rû ne, koçberiyên bi zorê nîşan didin ku paradîgmaya siyasî ya heyî kapasîteya xwe ya çareseriyê winda kiriye..”

‘Siyasîkirina olê û polîtîkayên dewletê, cewherê azadîxwaz û exlaqî yê îslamê qels kiriye’

Dîlan Aydin anî ziman ku rastiya civakî ya Rojhilata Navîn ku xwedî gelek nasname, çand û baweriyan e, bi modelên siyasî yên li ser yek ziman, yek nasname û yek çandê ava bûne re li hev nake û wiha pê de çû: “Sîstema netewe-dewletê li gelek cihan li şûna ku entegrasyoneke demokratîk ava bike, înkar, asîmîlasyon, dabeşbûn û şer kûrtir kiriye. Ji ber vê yekê, konferansa me radigihîne ku hişmendiya netewe-dewletê bi şiklê xwe yê heyî gihîştiye sînorên xwe yên dîrokî; veguherîneke nû ya siyasî û civakî ya ku yekîtiya azad a gelan, demokrasiya herêmî, piralîbûna çandî û tevlîbûna demokratîk bingeh digire, êdî bûye neçarî. Guhertin û veguherîn êdî ne tercîhek e, ji bo aştiya civakî û paşeroja demokratîk neçariyeke dîrokî ye. Konferansa me di heman demê de ezmûnên îslama siyasî yên sedsala dawî jî bi berfirehî nirxandine. Siyasîkirina olê û olê wekî amûra şerên desthilatdariyê bi kar anîn û polîtîkayên dewletê, cewherê azadîxwaz û exlaqî yê îslamê qels kiriye.”

‘Nabe ku pirsgirêka Kurd ji van krîzên dîrokî û bingehîn cuda bê dîtin

Di berdewamiya axaftina xwe de Dîlan Aydin destnîşan kir ku nabe pirsgirêka Kurd ji van krîzên dîrokî û bingehîn cuda bê dîtin û wiha axivî: “Pirsgirêka Kurd ne tenê encama geşedanên siyasî yên rojane ye, encama polîtîkayên înkar, dabeşkirin, bêstatûbûn û bêparhiştina ji mafên demokratîk e ku zêdetirî sed salan e berdewam dike. Zextên li ser ziman, çand, nasname û vîna demokratîk a gelê Kurd ne tenê li pêşiya Kurdan, li pêşiya demokratîkbûna Tirkiye û herêmê jî astengiya herî mezin e.”

‘Misogerkirina ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan yek ji sernavên herî girîng ê pêvajoya demokratîkbûnê ye’

Dîlan Aydin anî ziman ku her cûre tecrîd û îzolasyona ku rûmeta mirovî diêşîne divê bi dawî bibe û wiha domand: “Li ser bingeha pîvanên mafên mirovan û rêgezên hiqûqa gerdûnî, misogerkirina ‘mafê hêviyê’ yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî yek ji sernavên herî girîng ên pêvajoya demokratîkbûnê dibîne. Konferansa me, rola dîrokî ya medreseyên Kurdî jî bi taybetî nirxandiye. Medreseyên Kurdî bi sedsalan ne tenê wekî saziyên perwerdehiya olî, di heman demê de wekî navendên girîng ên parastin û zindîhiştina ziman, çand, wêje û bîra civakî ya Kurdî xebitiye. Ev saziyên ku di serdemên herî dijwar ên gel de kevneşopiya ilm û îrfanê domandine, bûne hilgirên piştgiriya civakî û jiyana exlaqî. Di vê çarçoveyê de, îro avabûnên wekî terîqat, cemaat û dergehên ku di bin kontrola îslama alternatîf û siyasî de ne, cihê medreseyên ku navenda ilm, îrfan û piştgiriya civakî ne digirin, baweriyê dixin bin destê xwe û di nav sîstemê de dihelînin. Em li dijî vê yekê ne û diparêzin ku divê bawerî bi şiklê xwe yê resen û azad bên jiyîn.

‘Civaka ku vîna jinan lê tê tepisandin gne engaz e ku azad bibe’

Dîlan Aydin bi lêv kir ku azadiya jinê, yek ji sernavên bingehîn ên nirxandina konferansê bûye û wiha axivî: “Civakeke ku jin lê tên dabeşkirin, vîna wan tê tepisandin û bi tundiyê re rû bi rû ne, ne gengaz e ku azad bibe. Pêşveçûna civaka demokratîk rasterast bi pêşveçûna azadiya jinê re girêdayî ye. Hişmendiya Îslama Demokratîk diparêze ku jin di hemû qadên jiyana civakî, siyasî, çandî û baweriyê de bi rengekî wekhev û azad cih bigirin. Ciwan jî yek ji dînamîkên bingehîn in ku paşeroja civakê diyar dikin. Îro bi milyonan ciwan bi bêkarî, fikarên paşerojê, koçberî, xizanî û bêhêvîtiyê re rû bi rû ne. Halbuki ciwan ne tenê paşerojê, avakerên îro ne jî. Avakirina civaka demokratîk dê bi ramana azad, afirînerî û tevlîbûna rêxistinbûyî ya ciwanan pêkan bibe. Konferansa me her weha balê dikişîne ser ziyana ku polîtîkayên mezhebperest û neteweperest li Rojhilata Navîn ava kirine. Tu gel, mezheb an civaka baweriyê ji ya din bilindtir nîne. Hişmendiya Îslama Demokratîk ciyawaziyan ne wekî sedema şer, wekî dewlemendiya jiyana hevpar dibîne. Wekheviya gelan û baweriyan ji bo paşerojeke di nav aştiyê de destpênedayî ye.”

‘Hêvî hîn jî zindî ye’

Herî dawî Dîlan Aydin anî ziman ku hêvî di vîna jiyana hevpar a gelan û di têkoşîna azadiyê ya jinan de ye û ev tişt anî ziman: “Hêvî di hêza guhertinê ya ciwanan de ye, di cewherê exlaqî yê baweriyan de ye, di derfetên aşitî û civaka demokratîk de ye,  di wekhevî û biratiya gelan de ye. Konferansa me bawer dike ku jiyaneke nû ya civakî ku tê de edalet bi azadiyê re, exlaq bi siyasetê re, bawerî bi demokrasiyê re digihîje hev, pêkan e. Tirkiyeyeke demokratîk, jiyana hevpar a gelên azad û wekhev, çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û Rojhilateke Navîn a demokratîk pêkan e. Bi vê bawerî û biryardariyê, em bang li hemû gelan, civakên baweriyê, jinan, ciwanan, aliman, akademîsyenan, saziyên demokratîk û her kesê xwedî wijdane ku ji bo avakirina aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk berpirsiyariya hevpar bigirin ser xwe. Ji ber ku hêvî hîn jî zindî ye û hêvî, çavkaniya herî xurt a civaka rêxistinbûyî, siyaseta demokratîk, baweriya azad û paşeroja hevpar a gelan e.”

Etîket: AmedaşkereencamnameKonferansMÎA-FED
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

29 HEZÎRAN 2026
Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

29 HEZÎRAN 2026
Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

29 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne