• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nîlufer Koç: Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin

Navenda Nûçeyan /AW

6 SIBAT 2025 - 10:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Nîlufer Koç têkildarî têkoşîna ji bo azada Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxandin kir û got: “Dem hatiye Rêber Apo bi rengekî fîzîkî azad bibe. Em ê di 15ê Sibatê de li Strasbourgê peyama “Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin” bidin.

Ji cotmeha 2024an û vir ve nîqaşên li ser mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan didome. Tê payin ku ev daxwaz di salvegera komploya navneteweyî ya 15ê sibatê de bi dengekî hîn bilind bê bilêvkirin. Di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka kurd re’ wê li bajarê Strasbourg ê Fransayê meş û mîtîngeke girseyî bê lidarxistin. Ji çar aliyên Ewropayê wê Kurdistanî û dostên wan tevlî vê çalakiyê bibin.”

Ji Komîteya Amadekar a Mîtîngê Nîlufer Koç li ser çalakiyê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Nîlufer Koç, ewil komploya 15ê Sibatê şermezar kir û got: “Şehîdên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir, bi rêzdarî bi bîr tînim. Têkoşîn êdî ji Kurdistanê derbas bûye. Bi pêşengiya dostan li tevahiya cîhanê belav bûye. Navê Rêber Apo ji DYE’yê heta Bangladeşê, ji Kolombiyayê heta Efrîkayê, ji wir jî heta Awûstralyayê li çar aliyên cîhanê belav bû. Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku polîtîkaya tecrîdkirina Kurdan a bi sîstema Îmraliyê re hatiye şikandin. Bi pêşengiya berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê Kurd ji bin tecrîdê rizgar bûn. Rêber Apo gelê kurd ji sedsala 21ê re amade kir. Di vê sedsalê de li gel qirkirin, şer û êşên ji ber sîstema kapîtalîst rû dan, Rêber Apo mîna rojekê şewq da her aliyên Kurdistanê.”

Abdullah Ocalan kurd ji bo sedsala nû amade kir

Nîlufer Koç li ser wate û armanca 15ê Sibatê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Di 13ê sibatê de bi pêşengiya Şêx Seîd Raperîna Pîranê destpê kiribû. Ev berxwedan beriya 100 salî li Kurdistanê pêk hat û di 29ê Hezîranê de bi darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bi encam bû. Bi heman rengî Rêber Apo di 15ê Sibatê de bi komployê radestî Tirkiyeyê hate kirin û 29ê hezîrana 1999an di roja darvekirina Şêx Seîd de cezayê darvekirinê li Rêber Apo hate birîn. Lê belê Rêber Apo sîstema qirkirin û komkujiyê ya sed salî li Îmraliyê parçe kir. Ev têkoşîna ji 26 salan di heman demê de bû pêvajoya hesabpirsîna ji dîrokê. Bala xwe bidinê, dewletên ku beriya sed salî li ser qirkirina Kurdan ava bûn hildiweşin. Iraq hilweşiya, Sûriye hilweşiya, rejîm hilweşiyan; niha jî dor hatiye Tirkiye û Îranê. Yê ku rehê berxwedêr û serhildêr ê Kurdan bi serdemê re kir ye û ji serdemê re amade kir Rêber Apo bû. Yanî em gihîştin asta serdema Kurdan. Niha dawiya rê ye.

‘Têkoşîna gelê kurd ji her alî ve pêş dikeve’

Di nava van 26 salan de Tirkiyeyê ji her alî ve winda kir. Bi taybetî bi desthilatdariya AKPê re ji aliyê aborî, çandî û civakî ve winda kir. Polîtîkaya antî-Kurd lê giran hat û gihîşt wê astê ku zerarê bide civaka xwe. Di siyaseta navneteweyî de jî winda kir. Tirkiye veguherî wî welatî ku li derveyî hevsengiyan tê hiştin û cidî nayê dîtin. Gihîşt wê astê ku bû dewletek tenê ji bo bêdengkirinê muxatab tê dîtin. Hêzên li pey hegemonyayê dibezin, di avakirina hegemonyayê de ji bo çavkaniyên aborî yên pêwîstiya xwe pê hene xetên nû yên enerjiyê diyar kirin. Tirkiye li derveyî vê hate hiştin. Rewşa xwe ya jeopolîtîk a 100 salî winda kir. Li aliyê din bi desthilatdariya Tayyîp Erdogan re senteza Tirk-Îslamê dan pêş ku ev siyaset niha winda dike. Polîtîkayên ku Îslamiyetê îstîsmar dikin îflas kirin. Ji ber vê yekê gotina ‘Qral tazî’ ye li Tİrkiyeyê tê. Artêşa wê jî nikare encamê bi dest bixe. Li gel bikaranîna teknolojiyên gelekî pêşketî, li hemberî gerîlayên me yên qehreman di şer de têk çû. Bi salan e hewl dide li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi cih bibe, lê belê kir nekir nekarî vê pêk bîne.”

Nîlufer Koç, bilêv kir ku li pêşiya Tirkiyeyê rêyên din en çareseriyê tune û wiha lê zêde kir: “Gelo rêyeke din li pêşiya Tirkiyeyê heye? Dema ku mirov li hevsengiya li Rojhilata Navîn dinihêrin hêzekê dibînin ku timî bi ser dikeve û mezin dibe. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo ji her alî ve bi pêş ve diçe. Alternatîfên Kurdan gelekî zêde ne. Piştî Sûriyeyê wê dîzayna herêmê dewam bike û rola Kurdan hîn bêhtir krîtîk bibe. Du dewletên sereke man; yek jê Tirkiye, yek jî Îran. Ji aliyekî ve li hindir tengaviyek heye; jin, Elewî di nava lêgerîna azadî û demokrasiyê de ne. Di vir de Kurd hene ku têkoşîna demokrasiyê ya herî rêxistinî dimeşînin. Êdî wê nikaribin bêdeng bikin. Ji ber ku gelek tişt hatin ceribandin.”

‘Rêber Apo mifteya çareseriyê pêşkêş dike’

Nîlufer Koç li ser çareseriyê jî rawestiya û ev agahî parve kirin: “Dewleta Tirk ketiye nava tirs û fikaran ku Kurd karibin sûdê ji vê kaosê werbigirin. Rêber Apo weke ku 32 sal in dibêje, careke din mifteya çareseriyê pêşkêş dike. Rêber Apo ji dewleta Tirk re dibêje ‘Em herdu jî dikarin bi ser bikevin’. Dibêje ‘Ya ku we li Kurdan kir neheqî ye, ji bo sererastkirina vê jî demokrasî şert e’. Ji bo vê çareseriyê jî divê çarçoveya 7 xalan a Rêber Apo bê qebûlkirin û her kes qezenç bike.”

Nîlufer Koç bal kişand ser çalakiya 15ê Sibatê ya li Strasbourgê kir û wiha lê zêde kir: “Îsal di 15’ê Sibatê de daketina li qadan wê diyarker be. Ji bo bê nîşandan ku Rêber Apo mifteya çareseriyê ye gelekî girîng e. Em niha di demeke dîrokî de ne. Ev 15’ê Sibatê naşibe ya par. Ji bo bicihanîna çarçoveya ji 7 xalan a Rêber Apo, divê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji xwe re bikin esas. Rêber Apo dibêje, ‘Ez dikarim pirsgirêkê li ser siyaseta hiqûq û siyasetê çareser bikim’. Rêber Apo qala demokratîkbûn û çareseriya li tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn dike. Eger Tirkiye vê qebûl bike wê bi rengekî mezin qezenç bike, qebûl neke wê bi rengekî mezin winda bike.”

Herî dawî jî ji bo çalakiya 15’ê Sibatê ya li Strasbourgê Nîlufer Koç ev bang kir, “Em ketine wê demê ku ji aliyê fîzîkî ve Rêber Apo azad bikin. Dem ew dem e. Ji ber ku guherînên li Rojhilata Navîn gelê Kurd gihand vê astê. Rêbertî jî dixwaze bi vê mifteyê hemû pirsgirêkan çareser bike. Wezîfeya me ye ku Rêber Apo ji Îmraliyê derxîne. ‘Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin’ wê peyama îsal a 15’ê Sibatê be.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne