Şaxên ÎHD û Xizmên Windayan li gelek navendan bi daxwaza “Winda bên dîtin û faîl werin darizandin” daxuyanî dan. Endamê Komîsyona windayan ê Amedê Firat Akdenîz bal kişand ser têkoşîna parastina maf û got: “Heya aştî pêk neyê dê winda jî neyê dîtin.”
Şaxa ÎHDa Colemêrg, Amedê, Êlihê û Rihayê çalakiyên xwe yên heftane ên bi daxwaza “Winda bên dîtin û faîl werin darizandin domandin. Gelek rêveber û hevserokên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyan bûn.
Colemêrg
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” de ku di hefteya 232an de ye, li aqûbeta Zeki Dogan ê di sala 1994an de li navçeya Çelê hatiiye binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, pirsîn. Daxuyanî li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê bi tevlibûna xizmên windayan û endamên ÎHDyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” hat vekirin û wêneyên ku di bin çavan dde hatine windakirin, hatin hilgirtin.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHDê yê Colemêrgê Ozan Akbaş ve hat xwendin.
Ozan Akbaş bal kişand ser pêvajoya windakirina Zeki Dogan û got: “Mehmet Zeki Dogan ê 37 salî li navçeya Çelê ya Colemêrgê dijî û zêdetirî deh salan wekî personelê cemaweriyê li Lîseya Çelê xizmetkarî dikir. Di 7ê Hezîrana 1994an de, derdorî saet 23.00an de Tîmên Hêzên Taybet bi ser lîseyê de girtin. Derî şikandin, ketin hundir û Mehmet Zekî Dogan ê ku di nobeda şevê de bû, bi zorê li panzerekê siwar kirin û birin. Malbata wî, ji şêniyên tax ên ku bûn şahidê bûyerê hîn bûn ku Mehmet Zekî Dogan hatiye binçavkirin. Malbatê serî li meqamên fermî da, kaxiza destûrê girt û li herêmê dest bi xebatên lêgerînê kir. Bi tevlibûna xelkê Çelê re lêgerîneke berfireh hat meşandin. Di encama lêgerîna ku li ser îfadeyên şahidan hat kirin de, li gundê Narlî li herêma Biyamenê li qiraxa Ava Zapê, pêlav û çakêtê Mehmet Zekî hatin dîtin. Li cihê ku cil û berg lê bûn, şopên xwînê jî hebûn. Lêbelê lêgerîn bêencam man û tu agahî ji Mehmet Zekî Dogan nehat girtin.”
Ozan Akbaş da zanîn ku Dogan dema li ser wezifeya xwe bû hatiye birin û careke din agahî jê nehatî girtin û diyar kir ku heta kujer derkevin holê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Amed
Xizmên windayan di 906emîn çalakiya xwe de aqûbeta Salih Çalik û Sînan Fîdan ên di 6ê Hezîrana 1994an de hatine binçavkirin û windakirin pirsîn. Gelek endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û parastvanên mafên mirovan tevlî daxuyaniyê bûn.
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHDa Amedê Firat Akdenîz di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya domandina çalakiyên ji bo aqûbeta windayan tên lidarxistin û got: “Em ne tenê ji bo pirsîna aqûbeta windayan di heman demê de ji bo banga pêkanîna edaletê tên cem hev. Em dizanim ku heya aştî pêk neyê dê winda jî neyê dîtin. Di vê çarçoveyê de pêvajoya tê meşandin girîng e.”
Endama Lijneya Rêveberiya ÎHDê Parêzer Berfîn Elçî çîroka Salîh Çalik û Sînan Fîdan xwend. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 742emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin ba hev û li aqûbeta Mehmet Siddik ê ku di 21ê Hezîrana 1993an de ji li Qerqatê yê navçeya Çinarê ya Amedê hetiye binçavkirin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê ÎHDa Êlihê Zana Yucel Bozkûrt ve hate xwendin.
Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Riha
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di hefteya 77an de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li dar dixin, domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHDê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Salîh Tatli ê ku di bihara sala 1992yan de, li navenda Rihayê, li pêşberî Navenda Kar a Cebeciyê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.
Endamê ÎHDa Rihayê Muslum Kina çîroka Mehmet Salîh Tatli xwend.
Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.





















