• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ bang: Werin em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bicivin

Amed / AW

18 HEZÎRAN 2026 - 08:40
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
TJA, DEM Partî û DBPê derbarê “Mitînga Azadiyê” de destnîşan kirin ku ev mitîng ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir girîng e û banga tevlibûnê li gel kirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Hezîranê de li Wan û Mêrsînê, di 28ê Hezîranê de jî li Amed û Stenbolê bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi Azadiya ve Dimeşin”, “Mitîngên Azadiyê” li dar bixin. Li Amedê dê di 28ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû saet di 17.00an de bê li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Veysî Aktaş dê weke axêver beşdarî mitîngê bibin. Hunermend Serhado, Kadîr Çat û Pinar Aydinlar dê di mitîngê de konserê bidin. Xebatên mitîngê di serî de li Amed û Botanê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê tên meşandin. Rêveberê DEM Partiyê yê Amedê Celal Alphan, Berdevkê DBPê yê Amedê Metîn Oner û aktivîsta TJAyê Emîne Caynak banga tevlibûna mitîngê kirin.

‘Ji 7 salî heta 70ê salî gazî gelê xwe dikin ku werin tev li mitîngê bibin’

Celal Alphan bal kişand ser banga Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê sibata 2025an de kiribû û wiha got: “Ev mîtîng ji bo gelê me, ji bo hemû kesî pir girîng e. Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo vê mitîngê bikin. Em bang li gelê xwe dikin; jin, zarok, ji 7 salî heta 70 salî em gazî gelê xwe dikin ku werin tev li vê mîtîngê bibin. Wê roj bila her kes berê xwe bide Qada Îstasyonê, bibe wek lehî û were li birêz Ocalan xwedî derkeve. Xwedîderketina birêz Ocalan, xwedîderketina nirxê gelê Kurd e.”

‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd em dengê xwe bikin yek’

Metîn Oner jî diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê dewletê gavên ber bi çav neavêtiye û wiha domand: “Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de xetimandinek heye. Ji bo azadiya Rêber Apo, di 28ê Hezîranê de mitînga me heye li Qada Îstasyonê. Em gelê me yê Amedê, kesên kedkar, jin, ciwan û tevahiya gelê me vexwendî mitîngê dikin. Bila hemû gelê me ew roj li wê derê be, ji bo Rêberê Gelê Kurd, azadiya wî ya fîzîkî, dengê xwe bikin yek û biqîrin. Divê gel ji bo azadiyê li pêvajoyê xwedî derkeve. Divê gelê me, hemû gelê Amedê, tevahiya gelê Kurd li vê pêvajoyê xwedî derkeve, hemû gelen din, gelê ku li Tirkiyeyê dijîn, bixwazin li Tirkiyeyê demokrasî bi cih were divê xwedî li pêvajoyê derkevin, ji bo ku ev pêvajo bigihe encama xwe. Werin em bi hev re, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bicivin.”

‘Azadî ji Serokê me re, azadî ji gelê me re’

Emîne Caynak jî di axaftina xwe de da zanîn ku xebatên ji bo mitîngê dane destpêkirin û wiha bi lêv kir: “Ew mitîng ji bo azadiya Serokatî, statuya Serokatiyê û pirsgrêka Kurd pir girîng e. Em li vir dixwazin banga xwe li gelê xwe bikin; hem herêma Amedê, herêma Mêrdîn, Êlîh, Riha û bajarên me yên din bila tev li mitîngê bibin. Bi taybetî jî ji jinan re, ji heft salî heta heftê salî, daxwaza me ew e ku di vê mitîngê de cih bigirin. Armanca mitîngê, bi taybetî azadiya Serokatiyê ya fîzîkî ye. Li aliyê din jî hevalên me yên ku niha di girtîgehan de ne, hevalên me yên nexweş, yên di sirgûnê de ne yan jî bi qanûna terorê hatine tawanbarkirin, ku ev qanûn bêne guhertin; gelê me di vê daxwazê de ye; Her gav daxwaza me aştiyeke birûmet e. Ji ber ku têkoşîna tê meşandin, têkoşîneke birûmet e; ji bo hebûna gelekî, ji bo hebûna têkoşîna jinan e ku bi serbikeve. Bangawaziya me ya ji bo vê mitîngê; ji bo azadiya Serokatiyê, em gelê xwe vedixwînin qada Îstasyonê. Azadî ji Serokê me re, azadî ji gelê me re.”

Etîket: Abdullah Ocalanazadiya Abdullah OcalanMitînga Azadiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne