• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li gundan civînên gel: Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelê Kurd e

17 HEZÎRAN 2026 - 16:12
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di axaftinên civînên gel ên li Elkê û Qilebanê de diyar kir ku “Meşa Azadiyê” ya sala 2024an maseya aştiyê daye avakirin û wiha got: “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Drmokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre di çarçoveya xebatên, “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” li gundê Bêrman ê navçeya Elkê ya Şirnexê û gundê Elemûnê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê tev li civînên gel bû. Gelek xelkê van gundan jî tev li civînan bû û li ser pêvajoyê pirsên xwe ji siyasetmedaran kirin.

‘Em destê Rêberê xwe xurt bikin’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di civîna li gundê Bêrmanê de axivî û anî ziman ku hewcehiya wan bi piştgiriya gel a xurt heye û wiha got: “Em ji bo ku asta pêvajo lê ye ji gelê xwe re parve bikin li vir in. Me gelek caran gelê xwe gundar kiriye, ji ber ku em hêza xwe jo gelê xwe digirin. Li ser banga Rêber Ocalan heya niha gelek gavên girîng hatin avêtin û îro gelê me aştiyek bi rûmet pêk were. Em dixwazin di axa xwe de azad û wekhev jiyan bikin, ji bo vê yekê pêwîstî pê heye ku li hember gavên me dewlet jî gav biavêje. Divê weke gel em destê Rêbertiyê xurt bikin ku di asta muzakereyan de daxwazên me li dewletê bide qebûlkirin. Ji bo vê jî hewcehiya me bi yekitî û hêza gelê me heye. Dewlet neçar e ku gavên hiqûqî ji bo pêşketina pêvajoyê biavêje.”

‘Baweriya Rêbertiyê bi gel heye ku gavan diavêje’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna gel a gundê Bêrmanê de diyar kir ku siyaseta Tirkiye heya îro siyaseta mijûlkirinê pêk aniye û wiha got: “Di siyaseta Tirkiyê de gotinek heye û dibêje çareserkirina pirsgirêka Kurd li Amedê re derbas dibe. Ev gotin weke siyaset heya îro hatiye gotin. Lê îro maseyê hatiye avakirin û ev mase bi keda Rêber Abdullah Ocalan, keda gelê me hatiye avakirin. Ger baweriya Rêberê me bi jin, ciwan ê gel nebûya ev gava mezin nediavêt. Ji îro pêde kêliyek demê me nemaye ku em li benda pergalê bin. Dema me bi keda xwe ev pêvajoya bire serî weke Kurdistana bihûşt, jiyanek bihûştî li benda me ye.”

‘Bîrdoziya jinên Kurd wê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bike’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew dixwazin gel jî gotina xwe ji bo aştiyê bibêje û axaftina xwe wiha domand: “Em dixwazin gelê me yê ku ked daye vê pêvajoyê gotina xwe bêje. Ji ber ku em nikarin pirsgirêka Kurd bihêlin nav destê dewlet û hikumetê. Em bi xwe xwe divê pirsgirêka xwe çareser bikin û li benda tu kesî nemînin. Îro bîrdoziya jina Kurd li tevahî cîhanê belav bûye û ev hêza jina Kurd wê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bike. Gelê Kurd di nava dîrokê de rêyek gelek dirêj meşiyaye û navek ê gelê Kurd heye. Di cîhanê de gelê Kurd bi meşa azadiyê û demokrasiyê tê nasîn. Îro vê meşê maseyek daye avakirin û li ser vî maseyî Rêber Ocalan heye.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar li civîna gel a gundê Elemûnê derbarê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got ku azadiya gelê Kurd li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin û wiha axivî: “Rêber Apo hebûna gelê Kurd e û dewleta Tirkiye vê yekê dizane. Ji ber vê yekê Rêber Ocalan vaye 27 sal in di zindanê de di nava tecrîdê de tê girtin. Dewlet baş dizane bîrdoziya Rêbertiyê li Rojava, li Rojhilat li ser meriyetê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin azadiya Rêbertiyê azadiya gelê Kurd e.”

Banga tevlibûna mitîngê

Çîgdem Kiliçgun Ûçar herî dawî bangewaziya beşdariya mitînga ji bo azadiya Ocalan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Herî dawî em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadiya Rêber Ocalan û azadiya gelê Kurd tev li mitînga 28ê hezîranê ya li Amedê were lidarxistin bibin.”

Şêniyên gundan: Wê Rêberê Gelê Kurd aştiyê bîne

Welatiyên ku tev li civînan bûne derbarê pêvajoyê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku baweriya wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye ku aştiyê bîne vî welatî. Her wiha welatiyan diyar kirin ku dewlet û AKP ji bo gav avêtinê gelekî qels dimîne û divê dewlet rojek berî rojekî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre dê li navenda Qileban û navenda Şirnexê jî tev li civînên gel bibe.

Etîket: Abdullah Ocalanazadiya Abdullah OcalanCivînên gelHevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun UçarMehmet Zekî Îrmez
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

18 MIJDAR 2026
Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

14 MIJDAR 2026
Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

13 MIJDAR 2026
Çîgdem Dogû: Derenghiştina pêvajoyê bi xwe re metirsiyên mezin tîne

Çîgdem Dogû: Derenghiştina pêvajoyê bi xwe re metirsiyên mezin tîne

10 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê li Meclisê ne: Serdana Yenî Partiyê hate kirin

Dayikên Aştiyê serdana CHPê kir

3 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê çûn serdana AKPê û dosyeyek radest kir

Dayikên Aştiyê çûn serdana AKPê û dosyeyek radest kir

3 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne