• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

Îzmîr / AW

16 HEZÎRAN 2026 - 15:31
Kategorî: ROJANE
A A
Serdozgeriya Îzmirê ji ber raporên li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan lêpirsîn li dijî rêveberiya Baroya Îzmîrê da destpêkirin. Hêzên Ked û Demokrasiyê bal kişandin ser zextan û diyar kirin ku daxwaza cezakirinê hewldana bêdengkirina parêzvanên mafan e.

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmirê, derbarê lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve li dijî Serok û Endamên Lijneya Rêveberiyê ya Baroya Îzmirê hatî destpêkirin daxuyaniyeke çapemeniyê da. Daxuyanî li avahiya Baroya Îzmîrê hate lidarxistin. Nûnerên rêxistinên sivîl tev li bûn.

Baroya Îzmirê diyar kir ku ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rapor kirine û beşdarî çalakiyên 19ê Adarê bûne tên cezakirin. Beriya daxuyaniyê Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz axivî û daxuyanî ji aliyê Seroka Desteya Rêveberiyê ya Odeya Tabîban a Îzmirê Prof. Dr. Gul Ergor ve hate xwendin.

‘Hiqûq weke şivekê li dijî welatparêz û şoreşgeran tê bikaranîn’

Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz bal kişand ser zextên li ser parêzvanên mafan, hunermend, sendîkavan û siyasetmedaran û diyar kir ku welat bi operasyonên siyasî û binpêkirinên hiqûqî re rû bi rû ye û got: “Operasyonên ku li dijî siyasetmedar, şaredarî, hunermend û sendîkayan êdî weke ferzkirinê didin nîşan dan; welatiyên ji rêzê ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî tên girtin, û mixabin êdî ev ne rojeva welatê me mijul dikin, bi temamî bûne rojeva welatê me bi xwe. Êdî em bi van tiştan radibin û bi van tiştan rûdinin. Em bi nûçeyeke cuda şiyar nabin. Her wiha jî daraz jî rasterast weke şivekê li dijî welatparêz û şoreşgeran tê bikaranîn.”

‘Baroya Îzmîrê ji ber raporkirina binpêkirinên girtîgehan tê cezakirin’

Prof. Dr. Gul Ergor jî da zanîn ku Baroya Îzmirê ku wekî yek ji pêkhateyên herî mezin ên Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê ye, ji ber ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rapor kiriye û beşdarî çalakiyên 19ê Adarê bûye, tê xwestin ku bê cezakirin û wiha got: “Li ser hemû beşên civakê polîtîkayeke berfireh a lêpirsîn, dozgerî û girtinê tê meşandin. Daxwazên herî bingehîn ên wekî maf, azadî, edalet, demokrasî û kedê, bi cezayan re rû bi rû tên hiştin. Desthilatdariya AKPê di welat de ne kar, ne nan, ne demokrasî û ne jî azadî hiştiye. Mirov di nav xizaniyê, bêpêşerojiyê û nezelaliyê de têkoşîna jiyan û mafan didin. Lê divê baş bê zanîn ku Baroya Îzmirê, di dîroka xwe ya 118 salan de tu carî serî li ber hişmendiyeke zordar, otorîter û faşîzan netewandiye; her gav li aliyê maf, edalet, azadî û demokrasiyê cih girtiye.”

‘Erka baroyan tenê meseleyên pîşeyî nîn in’

Gul Ergor diyar kir ku Baroya Îzmîrê ji ber bicîhanîna erka xwe ya qanûnî ya parastina mafên mirovan, dixwazin bixin şûna bersûcan û ev yek anî ziman: “Di civakeke demokratîk de baro; di nav garantiyên serweriya hiqûqê, mafê parastinê, mafên mirovan û serbixwetiya darazê de cih digirin. Erka baroyan tenê mijûlbûna bi pirsgirêkên pîşeyî yên parêzeran nîn e. Baro, di heman demê de xwedî berpirsiyariyeke destûrî û qanûnî ne ku li dijî bêhiqûqiyan civakê hişyar bikin û berjewendiyên giştî biparêzin. Veguherandina daxuyanî, rexne û helwestên demokratîk ên baro û rêxistinên pîşeyî bo mijara lêpirsînê; destwerdaneke giran e li ser azadiya xweîfadekirinê, azadiya rêxistinbûnê û serbixwetiya pîşeya parêzeriyê.”

‘Parastin dê bêdeng nemîne’

Gul Ergor destnîşan kir ku di hawirdoreke ku parastin têde tê bêdengkirin û saziyên pîşeyî tên binpêkirin, mirov nikare behsa dewleta hiqûqê û dadgehkirina adîlane bike. Gul Ergor bi van gotinan dawî li daxuyaniyê anî: “Em wekî Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê radigihînin ku em li dijî vê lêpirsîna ku li ser Serok û Endamên Rêveberiya Baroya Îzmîrê ne. Divê ev hewldana ku ji bingeha hiqûqî bêpar e, tavilê bê sekinandin. Em bi biryardarî li gel Baroya Îzmîrê ne û em ê parastina serbixwetiya parastinê, dewleta hiqûqê û mafên demokratîk berdewam bikin. Parastin wê bêdeng nemînr, têkoşîna demokrasî û edaletê wê berdewam bike.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Etîket: Baroya ÎzmîrêHêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji parêzeran ‘Zincîra Edaletê’: Divê daraz nebe amûr

Ji parêzeran ‘Zincîra Edaletê’: Divê daraz nebe amûr

4 HEZÎRAN 2026
Baroya Îzmîrê: Divê rayedar ji bo Tugcenur Ozbay bikevin tevgerê

Baroya Îzmîrê: Divê rayedar ji bo Tugcenur Ozbay bikevin tevgerê

4 HEZÎRAN 2026
‘Govenda Kurdî ne sûc e, nabe hinceta girtinê’

‘Govenda Kurdî ne sûc e, nabe hinceta girtinê’

30 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne