• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

Nedîm Orûç / AW

16 HEZÎRAN 2026 - 09:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez derbarê pevçûnên di nava gel de got ku dema rêxistinbûyîna gel xurt be ev pirsgirêk kêm dibin lê dema dewlet rêxistinbûyîna xwe xurt dike zêde dibin.

Li bakurê Kurdistanê di salên dawî de ji ber şer û pevçûnên li ser erd, zozan û bazirganiyê di nava civakê de zêde bûne. Ev pirsgirêk bi taybetî di 2 salên dawî de gihiştine asta herî jor. Bêguman gelek sedemên van pirsgirêkan hene û sedema herî girîng û derdikeve pêş jî ranta sererd û binerdê ya axa Kurdistanê ye.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ev pirsgirêkên di nava civakê de derdkevin pêş bi mêtîngeriya dewletê ve girê da û wiha got: “Ev pergal an go şer û pevçûnên di nava civakê de pêk tên, bingeha xwe ji mêtîngeriyê digire. Dewletên mêtînger ji bo civakê bikaribe li gorî xwe bi rê ve bibe, civakê parçe parçe dike û rizîbûnekî dixe nava civakê. Dewleta Tirk jî vê yekê li ser gelê Kurd ev sed sal in pêk tîne. Civaka Kurd ev sed sal in nekariya pergala xwe ava bike û ji ber vê yekê dewlet ji bo ku civakê li gorî mêtîngeriya xwe bi rê ve bibe serî li her cure rêyan dide.”

‘Dema rêxistinbûyîn hebe pirsgirêkên navxweyî kêm dibin’

Mehmet Zekî Îrmez da zanîn ku dema civak rêxistinbûyîna xwe xurt dike ev pirsgirêk kêm dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku civaka me ji bo rêvebirinê bi hêz bûye pirsgirêkên civakî li nav gelê Kurd kêm bûne. Dema dewletê kariye hêza xwe xurt bike wê demê pirsgirêkên civakî û pevçûnên nav civakê zêde bûne. Ev pergaleke û ji xwe ve dernakeve holê. Civaka Kurd tu demê zagonên dewletê ji bo xwe esas nagire. Ji ber ku gelek caran ji bo pirsgirêkên nava xwe çareser bike serî li ehlaq û çanda civakê daye. Dema gel serî li çareseriya bi ehlaqê civakê dide, dewley dixwaze vê yekê asteng bike. Ji ber ku dewlet naxwaze ev pirsgirêkên gel çareser bibin.”

‘Dewlet bi parçekirinê civakê dixe bin kontrola xwe’

Mehmet Zekî Îrmez pêkanînên dewletê yên 40 salên borî bi bîr xist û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Beriya sed salan heya îro dewletê her tim xwestiye bi rêya hin kesên alîgirên xwe civakê têxe bin kontrola xwe. Her wiha bi vê yekê dixwaze tifaqa nava gel xerab bike. Dewletê di 40 salên dawî de bi rêya axa, şêx û cerdevanan jî ev pergal domandiye. Welatiyên ku pergala dewletê ya cerdevaniyê qebûl nekiriye berê xwe dan metropolan û kesên bûne cerdevan û ketine bin kontrola dewletê ji her alî ve herêmên lê mane desteser kirine. Ev li tevahiya Bakur îro pirsgirêkek mezin e.”

‘Rantxwir naxwazin gel bi tifaq be û pirsgirêkên xwe çareser bike’

Mehmet Zekî Îrmez aşkere kir ku kesên ranta dewlemendiya xwezaya Bakur dixwin naxwazin pirsgirêkên gel çareser bibin û ev yek anî ziman: “Helbet ev kesên ranta axa welat dixwin naxwazin tu kes vegere ser gundê xwe û dema daxwaz hebe jî dibin asteng. Ev astengî gelek caran dibe sedema şer û pevçûnên civakî. Dewlet bi zanebûn nakokiyên nava civakê dertêxe û naxwaze gel tifaqa xwe pêk bîne. Em îro di nava pêvajoyekî de ne û gelê me weke mijara esasî dixwaze ev pirsgirêk çareser bibe. Lê dewlet hewl dide nanokiyên nav gel kûr bibe û bi pêkanînên xwe dixwaze pevçûnên nava gel xurttir bibin. Dema gel bi xwe mijûl bibe nikare kar û xebatên xwe yên esasî çareser bike. Dewlet carna bi nêzîkatiyek şaşa dixwaze nîşam bide ku ew pirsgirêkan çareser dike lê dixwaze van pirsgirêkan li gor xwe û kesên nêzî xwe çareser bike. Hin derdorên ku nexwazin ev pêvajo bigehe encamekî jî hene û ev derdor ew in ku yên ranta herêmê dixwin.”

‘Pergal destûr nade vegera gundan û jiyana komûnal’

Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku beriya bi hezaran gund werin valekirin li gundan jiyanek hevgirtinê hebû û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Beriya ku li herêmê gund werin valekirin di navbera gundiyan de yekîtî û jiyanek hevpar hebû. Dema em guhdarî rûspiyên xwe dikin çîrokên jiyana komûn ji me re dibêjin. Devera ku dewlet lê tuneye jiyana em dixwazin hebû. Tişta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dixwaze jî ev. Dixwaze gelê Kurd vegere ser axa xwe û bi vê yekê vegera jiyana xwe ya komûnal. Lê pergal bi xwe naxwaze ev yek pêk were. Tişta ku em rast e rast li ser rawestin azadiya tevahiya gelê Kurd e. Dewlet û kesên dewletê li derdora xwe kom kirine dixwaze civakê ji rojeva bingehîn dûr bêxe.”

Mehmet Zekî Îrmez herî dawî anî ziman ku di vê sedsalê de gelê Kurd serbikeve divê tifaqa xwe xurt bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha li Rojhilata Navîn tevilheviyek mezin heye, gelê me di dil û mejiyê xwe de bûye yek. Em dixwazin gelê me vê tifaqê xurttir bike. Encax bi vê yekê em dikarin di vê sedsalê de azadiya xwe mîsagor bikin.”

 

Etîket: MêtingerîParlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmezpergala dewletêPirsgirêkên civakîşer û pevçûna nav malbatan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji qeyrana sedsalî ber bi firsenda dîrokî ve: Peymana Lozanê û pêvajoya aştiyê

Ji qeyrana sedsalî ber bi firsenda dîrokî ve: Peymana Lozanê û pêvajoya aştiyê

24 TÎRMEH 2026
Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê  Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

23 GULAN 2026
Li Wanê pirsgirêkên civakî hatin nîqaşkirin

Li Wanê pirsgirêkên civakî hatin nîqaşkirin

10 ÇILE 2026
Mêtingehkarî û Jineolojî

Mêtingehkarî û Jineolojî

26 KANÛN 2025
Ji Ocalan derbarê bûyerên civakî de peyamên girîng

Ji Ocalan derbarê bûyerên civakî de peyamên girîng

10 KANÛN 2025
Erden ê 30 sal girtî maye: Dema welat û Rêbertî azad bû dê azadî pêk bê

Erden ê 30 sal girtî maye: Dema welat û Rêbertî azad bû dê azadî pêk bê

9 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne