• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Muhîttîn Mûgûç: Peyama birêz Ocalan ji bo çareseriyê nexşe ye

Firat Tûnç - Omer Demîr / AW

5 SIBAT 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevserokê Şaxa OHDê ya Amedê Muhîttîn Mûgûç diyar kir ku peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo jiyaneke hevpar nexşe ye û wiha got: “Heke dewlet daxwaza aştiyê ya gelê Kurd nebîne û li gorî vê gav neavêje kes dewleta Tirk muxatab nagire Divê Tirkiye di qada navneteweyî de neyê naskirin û tune bê hesibandin.”

Şandeya ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê di 28ê Kanûna 2024an û 22yê Çile de li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Şandeya Îmraliyê kurt be jî peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kirin û peyaman di nava civakê de rê li ber hêviyên aştî, azadî û çareseriyê vekir. Herî dawî duh Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de ragihand ku dê di demek nêzîk de Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bangeke dîrokî bike. Nûner û rêveberên rêxistinên sivîl ên demokratîk peyamên Abdullah Ocalan dinirxînin û piştevaniya peyaman dikin.

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê Muhîttîn Mûgûç têkildarî hevdîtin û nêrînên Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat re axivî. Muhîtîn Mûgûç di 1ê Sibatê de di 4emîn kongreya OHDa Amedê de wek hevserokê şaxê hat hilbijartin.

‘Peyam pir zelal e’

Muhîttîn Mûgûç diyar kir ku hevdîtinên ku bi Reberê PKKê Abdullah Ocalan re hatin kirin ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn girîng in û got: “7 xalên ku hatin parvekirin ji bo gelên Tirkiyeyê dê li ser vê axê çawa bi hevdû re hevpar bijîn wek nexşekê ye. Peyama ku hat parvekirin ji bo çareseriyê pir zelale lê divê Parlamentoya Tirkiyeyê jî bi zelalî wek qanûnî gavan biavêje û xwedî li pêvajoyê derkeve.”

‘Dewlet neçar e ku pirsgirêka gelê Kurd çareser bike’

Muhîttîn Mûgûç da zanîn ku pirsgirêka Kurd rastiyeke bi salan e û gelê Kurd êdî aştiyê dixwaze û wiha got: “Gelê Kurd çiqasî ji bo aştiyê destê xwe dirêj dike jî lê dewlet hê jî tu gav neavîtiye. Heke dewlet daxwaza aştiyê ya gelê Kurd nebîne û li gorî vê gavan neavêje kes dewleta Tirk muxatab jî nagire û dê di qada navneteweyî de neyê naskirin û tune bibe. Dewlet neçar e ku pirsgirêka gelê Kurd bi awayekî hiqûqî çareser bike.”

‘Divê nasnameya gelê Kurd bi awayekî hiqûqî bê naskirin’

Mûhîttîn Mûgûç bi bîr xist ku meseleya gelê Kurd meseleyek civakî, siyasî û hiqûqî ye û got: “Pênasekirina nasnameya gelê Kurd tune û nasname û pênasekirina gelê Kurd jî bi Tirkbûnê re dikin yek. Li gorî qanûnê dibên hemû kes Tirk in. Lê gelê Kurd vî tiştî qebûl nake û dibêje ji aliyê hiqûqî ve nasnameya me nehatiye naskirin. Daxwaza gelê Kurd a yekemîn jî bi awayekî hiqûqî naskirina nasnameya wan e. Heke bi gava yekemîn bi awayekî hiqûqî pêk neyê baweriya kesekî ji bo çareseriyê dewletê çênabe. Ji ber ku di salên 2013-2015an de kesên ku di ‘pêvajoya çareseriyê’ de cih girtin hemû hatin darizandin. Di vê çarçoveyê de divê ewilî navê vê pêvajoyê bi awayekî hiqûqî bê pênasekirin. Paşê bi awayekî qanûnî divê parêzerên birêz Ocalan dikaribin pê re dest bi hevdîtinan bikin.”

‘Divê partiyên siyasî piştgiriyê bidin pêvajoyê’

Muhîttîn Mûgûç da zanîn ku ji bo pêvajoyeke çareseriyê hevdîtinên bi partiyê siyasî re hatin kirin girîng e û wiha axivî: “Ji bo pêvajoyeke çareseriyê divê partiyên siyasî bi zelalî nêzîkî pirsgirêka Kurd bibin û piştgiriyê bidin pêvajoya hevdîtinên bi birêz Ocalan re. Heke piştgiriyê nedin jî divê nebin asteng. Armanca saziyên sivîl jî jixwe ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di nav gel û pergalê de bibin pir. Divê ji her aliyê ve çi bikeve ser milên saziyên sivîl û partiyên siyasî bikin û xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”

‘Divê di destûra bingehîn de nasnameya gelê Kurd bê naskirin’

Muhîttîn Mûgûç diyar kir ku ew wek OHDe piştgiriyê didin pêvajoyê û dixwazin ev pêvajo ji aliyê rê û rêbazan ve bi zelalî bê diyarkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza me ew e ku di destûra bingehîn de nasnameya gelê Kurd bê naskirin. Heke ku nasnameya gelê Kurd wek qanûnî bê naskirin, em jî wek OHDê ji aliyê hiqûqî ve ji bo avakirina destûra bingehîn ku pêşerojê were amadekirin dixebitin. Pêşniyarên çawa bên kirin, em li ser wan bixebitin. Em hêvî dikin ku ev pêvajo bibe sedama aştî û azadiyê.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026
Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne