• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamnameya Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê hat aşkerakirin

Stenbol / AW

14 HEZÎRAN 2026 - 18:45
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Di encamnameya “Konferansa di Sedsala 2yemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê” bang li hemû beşên civakê hat kirin ku lêgerîn û têkoşîna hevpar a demokrasiyê mezin bikin.

Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa di Sedsala 2yemîn de Veguherîna  Demokratîk a Komarê” hat lidarxistin. Piştî nîqaşên 2 rojan encamname hat xwendin. Encamname ji aliyê akademîsyên Nuray Turkmen ve hat xwendin.

Nuray Turkmen bi lêv kir ku wan di sedsala 2yemîn de fikra komara demokratîk bi perspektîfa wekhevî, demokrasî û azadiyê nîqaş kirine û wiha got: “Konferansa Veguherîna Komarê ya Demokratîk; di vê serdemê de ku di qadên siyasî, aborî, civakî, çandî û ekolojîk de krîzên piralî û kûr tên jiyîn û di heman demê de daxwazên aştiyê û demokratîkbûnê bilind dibin; bû hevdîtineke girîng ku bi wêrekî, coş û bi biryardariya meşandina vê rêyê ya bi israr û bi hev re xurt kir. Di konferansê de dema me bîlanço û maseya sedsala yekemîn derxist û banga rûbirûbûna bi bîra civakî-siyasî kir, her çend em li ser rabirdûyê axivîn, me gotina xwe bi rastî ji bo dem û paşerojê got.”

‘Her cure zextên li ser demokrasiyê, Tirkiyeyê ber bi xitmiyeke kûrtir ve dibe’

Encamname wiha dom kir: “Konferansa me bal kişand ser derfeteke dîrokî ya girîng. Derfetên ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgrêka Kurd pêş dikevin, ne tenê çareseriya pirsgirêkekê, her wiha asteke dîrokî ya ku dê demokratîkbûna tevahiya Tirkiyeyê xurt bike îfade dike. Di serdemeke wiha de, divê rêziknameyên ku dê aştî û azadiyan bixin bin garantiya saziyan bêyî derengketinê bikevin rojevê; rûbirûbûna bi polîtîkayên înkar û daxistina paşerojê, avakirina pêbaweriya civakî ji nû ve û avêtina gavên ewledar ên bi vîneke siyasî ya bihêz a ku rê li ber veguherîna demokratîk vedike, ne tenê tercîheke siyasî, divê wekî berpirsiyariyek li hember paşeroja hevpar bê dîtin. Em bawer dikin ku paşerojeke wiha tenê dikare li cihê ku hêza veguhertina civakê û veguhertina siyasî û saziyan dighêjin hev, kok bide. Aştî û demokrasî du rêyên ku ber bi heman asoyê ve vedibin û du nirxên damezrîner in ku heman paşerojê ava dikin. Yek ji xalên herî girîng ên ku di konferansê de derket pêş ew bû ku dema ku em derfet û pirsgirêkên aştiyê nîqaş dikin, di heman demê de divê zextên heyî di zûtirîn dem de bi dawî bibin û hemû welat bibe yek û balê bide ser demokrasî û aştiyê. Em dizanin ku rêya derketina ji her cûre destwerdanên li ser qada siyasetê, desteserkirina vîna demokratîk û krîzên ku welat girtine dorê, di demokrasiyê re derbas dibe. Her cure zextên li ser demokrasiyê, Tirkiyeyê ber bi xitmiyeke kûrtir ve dibe. Li hemberî vê yekê, demokratîkbûn dikare bibe yekane garantiya hem azadiyê û hem jî aramiyê.

‘Pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ji hev cuda nînin’

Nîqaşên ku hatine kirin careke din nîşan didin ku pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ji hev cuda nîn in û rûyên cûda yên pirsgirêka demokratîkbûna hevpar in. Di sedsala duyemîn a komarê de ya ku hewcedarî pê heye, ligel neçariya demokratîkbûna dewletê, pêşxistina rêxistinbûna demokratîk a civakê bixwe ye, mezinkirina torên pişgirtiyê, xurtkirina qadên jiyana hevpar û berfirehkirina bingehên civakî yên siyaseta demokratîk e.

Demokratîkbûna mayînde; pêvajoyek e ku avakirina civakeke demokratîk û ji nû ve birêxistinkirina dewletê li ser bingeha hiqûq, azadî û hemwelatiya wekhev hevdu xwedî dikin. Serdema ku em tê de derbas dibin ne tenê serdema rexnekirin an şahidiyê ye. Ji her demê zêdetir hewcedarî bi vîneke siyasî û civakî ya damezrîner heye ku dê derfetên jiyaneke nû ya hevpar li ser bingeha demokrasî, azadî û wekheviyê zêde bike. Ji ber vê yekê, em Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê ne wekî encamek, lê wekî destpêka nû ya lêgerîneke demokrasiyê ya demdirêj, raman û pêvajoya têkoşîna hevpar dibînin. Ji ber ku em dizanin paşerojeke demokratîk bixweber dernakeve holê; em dikarin wê tenê bi têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê ya bi hev re ava bikin. Avakirina paşerojê û mezinkirina têkoşîna demokrasiyê perçeyên heman neçariya dîrokî ne. Em mezinkirina vê lêgerîna hevpar, kûrkirina wê bi hevdîtinên nû û xurtkirina pişgiriya civakî wekî berpirsiyariya xwe ya hevpar a ji bo îro û paşerojê dibînin.

‘Vekirina pencereyeke nû ye’

Ji ber vê yekê di serî de tevgerên jin, ciwan û ekolojiyê, em bang li hemû tevgerên civakî, hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, rêxistinên ked û pîşeyî, têkoşînên maf û azadiyan, înîsiyatîfên herêmî, ronakbîr, hunermend, akademîsyen û her kesê ku di sedsala yekemîn de “li derve hatine hiştin” û gotineke wan li ser paşerojê heye dikin ku vê lêgerîna demokratîk a hevpar mezin bikin, hevdîtinên nû û torên pişgirtiyê çêbikin, têkoşîna demokrasî û aştiyê civakî bikin û bibin kirdeyên veguherîna demokratîk.

Konferansa me hem wekî bangek û hem jî wekî hevdîtineke vexwendinê dengê xwe gihand her derê. Bi vê hevdîtinê re ku qonaxeke kolektîf a vekirina deriyê demokratîkbûna komarê ye;

Banga me ya ji bo sedsala nû; banga mezinkirina vîna hevpar a ji bo demokratîkirina civak û dewletê, avakirina demokrasiyê bi hev re û mayîndekirina aştiyê ye, banga “vekirina pencereyeke nû” ye, banga Veguherîna Demokratîk a Komarê ye.”

Etîket: AzadiencamnamegelKonferansa Veguherîna Demokratîk a Komarêtêkoşîna hevpar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

5 COTMEH 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026
Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne