• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

Navenda Nûçeyan / AW

12 HEZÎRAN 2026 - 18:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun dan zanîn ku xebatên ji bo bihêzkirina çanda jiyana hevpar li Sûra dîrokî û hişê hevpar tên meşandin. Hevşaredaran anîn ziman ku ew ê çanda jiyana hevpar a Sûrê bi hev re biparêzin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ligel hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, ji bo parvekirina xebatên firoşkariyê yên ku zirarê didin çanda jiyana hevpar û dibin sedema girtina rêyên peyayan û tedbîrên li hemberî wan hatine girtin, bi rojnamevanan re hatin ba hev. Bi hevdîtina ku li Qesra Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê pêk hat, ligel hevşaredaran, endamên meclîsê, serokên daîreyên peywendîdar û gelek rojnamevan amade bûn.

Hevşaredar Bucak xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê yên di vê mijarê de parve kirin û diyar kir ku ji bo parastina tevnçika dîrokî ya li Sûrê, kêmkirina qirêjiya dîtbarî û dengî, tîmên zabitayan ên Şaredariya Bajarê Mezin û çar şaredariyên navendî bi awayekî koordîneyî dixebitin. Bucak da zanîn ku her roj tîmeke zabitayan a ji 100 kesan pêk tê, di du sftan (vardiya) de heta saet 24:00ê şevê li qadê wezifedar e.

Komisyona hevpar hat avakirin

Hevşaredar Bucak anî ziman ku pêşî bi esnafan re diyalog tê danîn, hişyariyên devkî û nivîskî tên kirin û cezayên îdarî li ser wan kargehên ku erkên xwe bi cih neynine tên birîn. Bucak destnîşan kir ku ji bo pêvajoyê bi lihevhatinê bi rê ve bibin, xebat bi komisyoneke hevpar a ji 8 kesan pêk tê ku ji rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partî û DBPê, muxtar û endamên meclîsa şaredariyê pêk tê, tê meşandin.

‘Qadên giştî dê ji bo bikaranîna hevpar a peyayan bên vekirin’

Hevşaredar Bucak got ku qadên giştî dê ji bo bikaranîna hevpar a peyayan bê vekirin û trafîka peya û wesayîtan dê bibe rehettir. Bucak anî ziman ku xebatên ji bo parastina tehma çandî û mîmarî ya Sûra dîrokî dê berdewam bikin.

‘Her roj xizmeta paqijiyê ya berfireh tê dayîn’

Hevşaredar Bucak diyar kir ku li Sûrê bi 96 xebatkar û 15 wesayîtên paqijiyê her roj xizmeteke berfireh a paqijiyê tê dayîn û destnîşan kir ku di hefteya dawî de 100 çopdankên nû hatine montajkirin, 50 çopdankên xerabe hatine nûkirin û 70 konteynir li herêmê hatine bicihkirin.

Bucak parve kir ku li pêşiya Mizgefta Nebî hezar û 200, li pêşiya Mizgefta Mezin jî 3 hezar û 600 kulîlkên demsalî hatine çandin û li gel vê yekê anî ziman ku lênihêrîn û çêkirina mobîlyayên bajêr ên li Kolana Gazî û derdora Mizgefta Mezin jî hatiye kirin.

‘Piştî cejnê me xebateke kolektîf derxist holê’

Hevşaredar Bucak diyar kir ku ji ber dagirkirina peyarêkan û desteserkirina mafê peyarêyan li Sûrê, mirov hema bêje nikaribûn li ser peyarêyan bimeşin û ji ber vê yekê yekser piştî cejnê wan xebateke kolektîf li Sûra dîrokî daye destpêkirin. Bucak axaftina xwe wiha domand: “Ji par ve ye wekî xebatên îqnakirina domdar me dimeşandin. Em li pişt wê yekê ne ku ev mesele bêyî ku rûmeta mirovan birîndar bibe, bi îqna û jihevdexistinê çareser bibe. Lê belê gava ku me hemûyan bi hev re kaoseke mezin a di cejnê de dît, her kes hemfikir bû. Zêdetirî deh rojan e em bi van pêkhateyan re xebatê dimeşînin.”

‘Em ê bikin rewşeke domdar û kontrolbar’

Hevşaredar Bucak anî ziman ku navçeya Sûrê ya dîrokî dê bigihîje wê dîmena ku heq dike û her kes bikaribe bi rehetî li kolanan bimeşe û wiha got: “Sûr bajarekî wisa ye ku mazûvaniya nêzîkî milyonek tûrîst dike. Em ê van xebatan bikin xebatên hîn domdartir û kontrolbartir. Em encama vê yekê jî dibînin. Bêguman firoşkarên gerok (seyyar) ên ku zehmetiyê derdixin hene. Gelo gengaz e ku em mexdûriyeta wan ji holê rakin, em ê nîqaşên xwe yên di vê bareyê de bidomînin.”

Bucak diyar kir ku di vê xalê de ew bi wijdaneke hevpar tevdagerin û da zanîn ku çavdêrî, rexne û tevkariyên rênîşander ên rojnamevanan di vê pêvajoyê de rê li ber wan vedike û wiha axivî: “Bi pêşniyar û tespîtên we re, mekanîzmayên herêmî, civaka sivîl, saziyên jin û ciwanan û her kesê ku li ser vê bajarî gotinek wan hebe, parçeyek ji rêveberiya demokratîk in. Em her kesî li ber çavan digirin. Bila em bêjin ku em di nav konsepta peyakirinê (vekirina ji peyayan re) de ne. Em ê bi esnafan, bazirganan û hemû beşan re bigihîjin lihevhatinekê. Erka me ye ku em parkên wesayîtan ên li derdora Sûrê bidin bikaranîn, edetan rast bikin û di vê mijarê de rênîşander bin. Em ê hem otoparkên nû çêbikin hem jî ji bo guhertina hişmendiya parkkirina wesayîtan têbikoşin.”

Bucak anî ziman ku giliyên esnafên Sûrê yên li hemberî TEDAŞ’ê jî hene û got: “Beşek ji Kolana Gazî hatiye ronîkirin lê piştî wê tarî ye. Me ev yek duh di civîna rû bi rû ya ligel Gerînendeyê Giştî yê TEDAŞê de nirxand. Me anî ziman ku divê xebateke ronîkirinê jî bi lez bikeve meriyetê.”

Hişyariya xêza zer

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ew hewl didin pirsgirêkan bi hişyariyên devkî û nivîskî, ragihandinan, niyetpakî û hişê hevpar çareser bikin û diyar kir ku wan derbarê pabendbûna bi xêzên zer de hişyarî daye û got: “Xêzeke zer hebû, careke din hatibû dirêjkirin. Di çarçoveya vê xebatê de em ê ji nû ve xêz bikin. Em xebateke kontrolê ya koordîneyî dimeşînin.”

Piştî axaftina Hevşaredar Bucak, pirsên rojnamevanan hatin bersivandin.

‘Armanca me bihêzkirina çanda jiyana hevpar e’

Hevşaredar Dogan Hatun jî derbarê xebatên ku ji bo parastina tevna dîrokî û qadên giştî yên li navçeya Sûrê de diyar kir ku armanca wan ne mexdûrkirina tu kesî ye, bihêzkirina çanda jiyana hevpar a li bajêr e.

‘Em ê bêyî ku guh nedin pirsgirêkan, xebatan bimeşînin’

Hevşaredar Hatun bal kişand ku Sûr bi mîrata xwe ya dîrokî û çandî ya bi hezaran salan nirxê hevpar ê hemû civakê ye û bal kişand ser giringiya bikaranîna qadên giştî ji aliyê peyayan ve bi awayekî ewledar û hêsan. Hatun anî ziman ku di vê çarçoveyê de Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Sûrê bi koordînasyonê dixebitin û diyar kir ku ew hewl didin çareseriyê hilberînin bêyî ku guh nedin pirsgirêkên esnaf û firoşkarên gerok.

‘Em ê bi hev re biparêzin’

Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku xebatên tên meşandin tu beşî nake armanc û armanca wan ew e ku li Sûra dîrokî ewlehiya peyayan mîsoger bikin, qirêjiya dîtbarî û dengî kêm bikin, mîrata çandî biparêzin û çareseriyên mayînde yên ku mafên hemû aliyan diparêzin hilberînin. Hatun her weha destnîşan kir ku ev pêvajo dê li ser bingeha diyalog û lihevhatinê bê meşandin û anî ziman ku ew ê çanda jiyana hevpar a Sûrê bi hev re biparêzin.

Hatun da zanîn ku ew bi awayekî giştî li Sûrê dinêrin û li gopala axaftina xwe zêde kir ku ew ê li pêşiya her cûre pêkanînên ku astengiyê li sîlueta Sûrê dikin bigirin.

Etîket: çanddîrokhevşaredarên Amedêjiyana hevparparastinSur
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026
Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

8 ÎLON 2026
‘Xwedîderketina’ li Sûrê tenê di gotinan de dimîne!

‘Xwedîderketina’ li Sûrê tenê di gotinan de dimîne!

7 ÎLON 2026
Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

6 ÎLON 2026
Qesr û qonaxa li Xana Kelê nayê parastin: Li benda restorasyonê ye

Qesr û qonaxa li Xana Kelê nayê parastin: Li benda restorasyonê ye

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne