• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

Amed / AW

11 HEZÎRAN 2026 - 21:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn bi boneya 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê resepsinonek pêk anîn û hate diyarkirin ku dê festîval îsal bi dirûşma “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne” di 25-29ê Îlonê de were birêvebirin.

Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) bi dirûşma “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne” dê di 25 û 29ê îlona 2026an de 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li dar bixin. Bi boneya 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li Mala Kevirîn a Parka 75an a li navçeya Peyas a Amedê resepsiyonek hate lidarxistin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyên Amedê, Dayîkên Aştiyê, endam û nunerên saziyên sivîl, siyasetmedar û gelek derhêner û sînemahez tev li resepsiyonê bûn. Di resepsiyonê de deklerasyona 10emîn Festivala Belgefîlman hat aşkerekirin.

Beriya deklerasyonê Serokê Daîreya Çand û Hunerê ya şaredariya Peyasê Yilmaz Guneş û Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar axivîn. Piştre metna deklerasyonê bi Kurmancî Derhêner û endamê Komeleya Sînemeya Rojhilata Navîn Metîn Ewr, Tirkiya wê jî li ser navê komîteya amadekar Gulan Mizgîn xwend.

Yilmaz Guneş anî ziman ku îro ji bo sînemaya Kurd hatin vê derê û got: “Di serî de rêheval, şoreşger, serîhildêr; Yılmaz Güney, Halil Dağ, Fariz Dağ bi kesayetiya wan de, li ser şopa heqîqetê, li ser sînemaya Kurdî, li ser çanda Kurdî kê ku bedelên giran dan, çûn ser dilovaniya xwe, em wan bi rêzdarî, bi hurmet li vê derê bi bîr tînin. Em ê şopdarên wan bin. Belê, ew kesayetiyên ku ji me re nexşerê diyar kirin, nexşerê bû, îro di serdema îro de bû aştiya civakeke demokratîk. Ev xebatên me, ji vê serdemê re xizmetê dikin.”

‘Gelê Kurd bîra xwe winda nekir’

Cengîz Dundar jî axaftina xwe de diyar kir li ser gelê Kurd û li ser gelan rastî gelek êrîşên hovane hatin kirin û ev tişt gotin: “Gelê Kurd di nav vê deryayê de bîra xwe, hafizaya xwe winda nekir. Di nav hemû zor û zehmetiyan de, di nav astengiyan de li ber xwe da. Welhasîlkelam, em dizanin ku di vî pêvajoyî de, divê em jî tiştên nû bikin, tiştekî ava bikin. Heta niha çi derneketiye holê, em herin ser û daxînin qadê. Ew koçberkirin, ew tunekirin heta niha berdewam kir; ev gel di bin destan de, bêwar hat hiştin. Em dizanin ku bi rêya belgefîlman, mirov dibe dengê wan. Nexwe hûn dizanin, di nav deryayê de guhdar pir bûn. Têkoşîna jinan xwest ku vê zanebûnê mezin bike. Dîroka gel xwest ku di vê navberê de bibiriqe. İşte ev belgefîlm, tam jî rûpela vê zanebûn û hafizayê ye, pêşiya wê vekirî ye. Li ser vê yekê, ev belgefîlm, ew belgefîlm e ku em di têkoşîna 52 salan de dibînin. Bêguman derhênerên Kurd û Kurdistanî û ew gelê di bin destan de, belgefîlmên vê têkoşînê derxistin holê. Belgefîlmên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî derxistin holê. Ez bawer dikim ku gava cesareta me mezin bû, ev kar jî hebû. Tenê li ser dîrokê nîn e, li ser rêbertiya gel jî ev dîrok e. Gava em belgeyên dîroka xwe derdixin holê, gerek e ew gel jî rastebûniya rêbertiya xwe derxîne holê.”

‘Festîvala me bi nêzikatiyeke ku hêza hunerê ya heqîqetê berbiçav dike’

Piştre Metîn Ewr deklerasyona bi Kurmancî xwend, Metîn Ewr destnîşan kir ku ev festîvala ku ji aliyê Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve tê lidarxistin, ji bo bajarê Amedê çalakiyeke girînge û wiha got: “Amedê her tim hewl daye ku ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê nirxan biafirîne, biparêze û bi serbilindî veguhêze siberojê. Festîvala me bi vê hişmendiyê, bi nêzikatiyeke ku hêza hunerê ya ku mirovan baş dike, azad dike û heqîqetê berbiçav dike dibîne û îro jî vîn û biryardariya lidarxistina Festîvala 10emîn nîşan dide. Wek saziyên ku vê festîvalê li dar dixin, em bi rola hunerê ya ji bo mirvahiyê dizanin. ji ber vê yekê, em wisa bawer in ku dê Festîvala me ya îsalîn dê ji her demê zêdetir berfireh, xurt û berhemdar derbas bibe. Bi awayekî giştî huner û bi taybetî jî hunera sînemayê, di şert û mercên cîhanê yên îroyîn de ji bo gelan qadeke derbirînê ya girîng a ku heqîqet pê tê vegotin, berbiçav dibe û haydarbûnekê pêk tîne ye. Di vê çarçoveyê de, berpirsiyariya ku sînemaya belgefîlman digire ser xwe jî, pir hêja ye. Sînemaya belgefîlman rabirdûya mirovan, bîranînên mirovan, kêfxweşiyên wan, xemgîniyên wan, hêvî û trawmayên wan tomar dike û li ser perdeyê nîşan dide. Bîranîn û çîrokên ku di şikeftên tarî de veşarî dimînin, bîranînên ku di nava sînorên serdestan de dîl tên girtin bi rêya belgefîlman li bîra mirovahiyê ya çandî tên tomarkirin. Di vê çarçoveyê de, ji bo me sînemaya belgefîlman, wek neynikeke ku em pê heqîqetê nîşan didin;  wek qadeke ku rêya têkoşîna edaletê ronî dike, başî û bedewiyê diafirîne, aştiya civakî bi pêş dixe ye.

Metîn Ewr di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku şiyara festîvala wan ya îsal “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne!” û got: “Gotina ‘Em li vir in!’ daxuyandina israra di xwebûnê de û vîna wek xwe mayînê ye. Wek bajarê Amedê yê kevnare, wek bedenên Amedê, wek Çemê Dîjleyê, bi hezaran salan e ku em li vir in û em ê her tim li vir bin. Dara gûzê jî di bîra mirovahiyê de xwediyê wateyeke kûr e. Bi rehên xwe yên ku dev ji axa xwe bernadin, bi guliyên xwe yên ku ber bi siberojê ve dirêj dibin wek destekî ku bi biryar bi dahatûyê digire ye. Dara gûzê; ji bo wendayan navnîşanek, ji bo kesên bixwazin xwe bigihînin nirxên xwe yên bingehîn nîşaneke ku nayê guhertin û ji bo yên ku ji axa xwe hatine veqetandin jî hêviya ji nû ve avabûnê ye. Bi vî awayî em 10’emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê didin destpêkirin.”

‘Festîval dê di navbera 25 û 29ê îlona 2026an de bê lidarxistin’

Metîn Ewr di derheqê belge fîlmê de agahî dan û ev tişt gotin: “Dê îsal jî serlêdanên belgefîlm û projeyên belgefîlman bên pejirandin. Serlêdan dê di 12ê hezîrana 2026an de dest pê bikin û di 20ê tîrmeha 2026an de bi dawî bibin. Serlêdan dê bi rêya navnîşana festîvalê ya fermî ya bi navê www.filmamed.orgê bên wergirtin. Dîsa dê di heman pêvajoyê de serlêdanên kargehên sînemaya belgefîlman ên ku dê ji her kesî re vekirîbin, bên vekirin. Beriya Festîvalê dê xebatên kargehan ên girîng bên lidarxistin. Di çarçoveya festîvalê de dê projeyên belgefîlman bên nirxandin û piştgiriya çêkeriyê bê dayîn. Ligel vê yekê dê bi rêya panel û forûman nîqaşên têkildarî sînemayê jî bên kirin. Festîval dê ji çar aliyên cîhanê derhêner û çêkerên fîlman û her wiha gelek kesên hêja yên ji cîhana sînema, huner û wêjeyê bi gel re bîne cem hev. Em di wê baweriyê de ne ku huner yek ji zimanên herî xurt ên ku birînan berbiçav dike, bîrê diparêze û hêviya aştiyê mezin dike ye.  Em we hemûyan vedixwînin 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya ku dê di navbera 25 û 29ê îlona 2026an de bê lidarxistin.”

Resepsiyon bi stranên stranbêj Sarya Ertaş û Welat û bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedêdeklerasyonPeyasresepsiyon
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

Kasim Firat: Bi dorpêçkirina Ocalan pêvajo nayê meşandin

24 ÎLON 2026
Deklerasyona 1001 îmzekaran: Em ji bo aştiyê helwest datînin

Deklerasyona 1001 îmzekaran: Em ji bo aştiyê helwest datînin

12 ÎLON 2026
Amadekariyên 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi resepsiyonekê tê destpêkirin

Festîvala Belgefilman a FilmAmedê hate taloqkirin

8 ÎLON 2026
Rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ li Amedê bênavber didomin

Rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ li Amedê bênavber didomin

12 TEBAX 2026
Li Peyasê atolyeya zarokan hate lidarxistin

Li Peyasê atolyeya zarokan hate lidarxistin

16 TÎRMEH 2026
Amadekariyên 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi resepsiyonekê tê destpêkirin

Amadekariyên 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi resepsiyonekê tê destpêkirin

9 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne