• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Heta Serok Apo azad nebe, em ji pêvajoya aştiyê bawer nakin’

Amed / AW

11 HEZÎRAN 2026 - 10:36
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Welatiyên Amedî yên pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” nirxandine, destnîşan kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ew ê ji pêvajoyê bawer nakin û xwestin qanûn bên çêkirin.

Nîqaşên têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de da destpêkirin, wekî rojeva sereka ya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam dikin. Ligel ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo çareseriyê gavên dîrokî avêtine jî hêj dewleta Tirk li beramberî gavên hatine avêtin gav neavêtin, berovajî vê berpirsariya xwe bi cih neaniye. Ji van gavan a herê girîng jî statûya hiqûqî ya sermuzakerevanê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gavneavêtina Tirkiyeyê dibe sedema nîqaşên xetimîna pêvajoyê û bêbaweriya civakê ya li hember pêvajoyê kêm dike.

Welatiyên Amedî derheqê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn.

‘Divê Serok Apo azad be’

Welatiyên Amedî bi bîr xistin ku tevî PKKê xwe fesx kir, agirbest îlan kir, hêzên xwe ji Bakur û Tirkiyeyê kişandin jî dewleta Tirk hêj qanûnek dernexistiye. Welatiyan anîn ziman ku dewlet dixwaze Qendîlê vala bike û ev tişt gotin: “PKKê û Serok Apo gelek gavên birûmet avêtin. Em bi Serok Apo pir bawer in lê em ji dewleta Tirk ne bawer in. Çand sal berê divê Serok Apo azad bibûya. Bahçelî got, ‘Bila were Meclisê biaxive.’ Heta Serok Apo azad nebe, em tu caran ji pêvajoya aşitiyê bawer nakin. Divê Serok Apo azad bibe, divê Tirkiye di qanûnan de zimanê gelê Kurd, mafê gelê Kurd, eyaleta Kurdistanê, federalîzma Kurdistanê qebûl bike.”

‘Bila mafê Kurdan ê heqîqetê bidinê’

Amediyan anîn ziman ku divê dewleta Tirkiyeyê gavên rast biavêje û wiha gotin: “Pêvajoya aşitiyê ji Kurdan dest pê nake. Pêvajoya aşitiyê ji hikûmetê dest pê dike. Hikumet mafên Kurdan bi awayekî dirûst bide wan, ew çax pêvajoya aşitiyê ye.” Amediyan diyar kir ku ji bo pêvajo bimeşe divê di serî de girtî bên berdan û gotin: “Madem ku daxwaza bingehîn ev e wê demê hemû girtiyan berdin. Selahattîn Demîrtaş û wan berdin bila ew jî siyaseta xwe bike. Em dixwazin desthilatdar karê xwe bike.”

Etîket: AmedîAzadiPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

21 MIJDAR 2026
Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

20 MIJDAR 2026
Kurtulmuş: Komîsyona Çavdêriyê dê di demek nêz de dest bi kar bike

Kurtulmuş: Komîsyona Çavdêriyê dê di demek nêz de dest bi kar bike

19 MIJDAR 2026
Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

18 MIJDAR 2026
Otomatik taslak

‘Jin azadiya xwe bi felsefeya Jin Jiyan azadiyê ve girê didin’

18 MIJDAR 2026
Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

18 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne