• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Depê nexweşiya tebekê: Berxik bi komî dimirin

Xarpêt / AW

3 SIBAT 2025 - 23:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li hin gundên navçeya Depê ya Xarpêtê nexweşiya tebekê li berxikan daye û berxik bi komî dimirin. Endamê Meclisa Şaredariya Depê Emîn Karadogan got ku heta niha Midûriyeta Çandiniyê û Sewalkariyê pêşî li vê nexweşiyê negirtiye.

 

Li gundên Bacixê, Qelecixê û Êxê û hin gundên din ên navçeya Depê ya Xarpêtê nexweşiya tebekê li berxikan peyda bûye û berxik bi komî dimirin. Di çend rojên dawî de li van gundên Depê ev nexweşîn derketiye û ji ber ku berxik bi komî dimirin, xwediyên pez xistiye nav zirarek mezin. Hat zanîn ku ev nexweşiya tebekê metirsiyek mezin bi xwe re tîne.

Xebatkarê DEM Partiyê Mehmet Zirig ku li herêma Depê dixebite, li ser hesabê xwe yê Xê wêneyê mirina komî ya berxikan parve kir. Di wêneyan de jî tê xuyakirin ku berxik bi komî mirin e.

Metirsiya berbelavbûna nexweşiyê

Mehmet Zirix di peyama xwe de anî ziman ku ew van wêneyan ji navçeya Depê ya Xarpêtê parve dike û got: “Di rojên dawî de li hin gundên cuda yên Depê mirina komî ya sewalan fikar û xetereyê zêde dike. Îhtîmalek mezin heye ku nexweşiyek şewbê ve. Heke demildest pêşî li vê nexweşînê neyê girtin, wê ev nexweşî li hemû herêmê belav bibe û xesarek mezin bide.”

‘Midûriyeta Sewalkariyê heta niha tiştek nekiriye’

Endamê Meclisa Şaredariya Depê yê DEM Partiyê Emîn Karadogan agahî da ajansa me û mirina bi komî ya berxikan piştrast kir. Emîn Karadogan da zanîn ku ev nexweşîn di rojên dawî de peyda bûye û li gundan belav bûye. Emîn Karadogan diyar kir ku yên hin welatiyan 80 berxik, yên hin welatiyan 70 berxik bi komî mirin e. Emîn Karadogan destnîşan kir ku nexweşiya tebekê heta niha li berxikan daye. Emîn Karadogan anî ziman ku heta niha Midûriyeta Çandiniyê û Sewalkariyê ne ya navçeyê û ne jî ya Xarpêtê li rewşê nepirsiye û pêşî li vê nexweşiyê negirtiye û heta niha xemsar tevgeriyane. Emîn Karadogan got ku wan vê rewşê bi parlamenterên partiya xwe re parve kirine û ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyê li ser meseleyê bisekinin.

 

 

Etîket: Navçeya DepêtebekXarpêt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çawişê pispor jinek kuşt

Çawişê pispor jinek kuşt

31 GULAN 2026
Agirê Newrozê li warê Kawayê Hemdemî hat geşkirin

Agirê Newrozê li warê Kawayê Hemdemî hat geşkirin

11 ADAR 2026
Cenazeyê Rehan Bayik anîn mizgefta Xarpêtê

Cenazeyê Rehan Bayik anîn mizgefta Xarpêtê

20 HEZÎRAN 2025
Festîvala 2yemîn a Depê di 1-2yê Tebaxê de ye

Festîvala 2yemîn a Depê di 1-2yê Tebaxê de ye

17 HEZÎRAN 2025
Berdana Erden ê 30 sal in girtî ye 6 mehan dirêj kirin

Berdana Erden ê 30 sal in girtî ye 6 mehan dirêj kirin

8 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (33)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne