• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rapora DFGê ya meha Çile: 9 rojnameger hatin girtin

Amed / AW

3 SIBAT 2025 - 13:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DFGê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran û saziyên çapemeniyê ya meha Çile belav kir. Li gorî raporê di meha Çile de 18 rojnameger hatine binçavkirin û ji van 9 rojnameger hatine girtin. Di meha Çile de xwegihandina 10 malperên înternetê û 361 nûçeyan hatiye astengkirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Çile eşkere kir. DFGê di raporê de cih daye nirxandinek berfireh û paşê jî cih daye îstatîstîkên binpêkirina mafên rojnamegeran.

Nirxandin û îstatîstîkên rapora meha Çile ya binpêkirina mafên rojnamegeran bi vî rengî ye:

Li Tirkiyeyê zextên li dijî azadiya çapemeniyê bi awayekî birêkûpêk berdewam dikin. Rojnameger her roj bi operasyonên binçavkirinê yên nû şiyar dibin. Di meha ewil a sala nû de rojnameger hatin binçavkirin û girtin, derbarê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin. Ev yek ji aliyê azadiya çapemeniyê û azadiya raman û îfadeyê ve nîşaneya rewşeke tarî ye.

Di meha Çileyê de hema bêje her raman û nûçeya rojnamegeran bûne mijara lêpirsînê. Li gorî daneyên me yên sala 2024an; di salekê de derbarê 74 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Lê tenê di meha Çileyê de derbarê 42 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ji lêpirsînên hatine destpêkirin 17 veguherîn dozê. Ev dane nişan didin ku zext û sansura desthilat pêk tîne çiqas xeternak e.

Ji ber ku li Halk TVyê hevdîtina bi kesê pispor re parve kirin derbarê pênc rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin. Bi hinceta li ser hesabên xwe yên dîjîtal medyayê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn parve kirin derbarê Seyhan Avşar, Ahmet Dogan Akin û Candan Yildiz de lêpirsîn hate destpêkirin û ev lêpirsîn veguherî dozê.

Zextên li dijî rojnamegeran bi tenê destpêkirina lêpirsînan bi sînor nema. Di meha Çileyê de 18 rojnameger tene ji bo ku pîşeya xwe kirin hatin binçavkirin. Ji 18 rojnamegerên hatin binçavkirin 9 jê hatin girtin. Polîsan di 17ê Çileyê de bi ser şîrketên produksiyonê yên Guncel û Martiyê de girtin û di çarçoveya heman lêpirsînê de li bajarên Wan, Mêrsîn û Stenbolê jî bi ser malan de girtin. Rojnameger Reyhan Hacioglû, Rahîme Kavrar, Velat Ekîn, Necla Demîr Arvas, Vedat Oruç, Ahmet Guneş û Eylem Babayîgît ên hatin binçavkirin, hatin girtin. Her wiha Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Halk TVyê Sûat Toktaş û nûçegihana ETHAyê Zulehya Muldur hatin girtin.

Rojnamegeran di meha Çileyê de zêdetirî mesaiya xwe li korîdorên edliyeyê derbas kirin. Di 43 dosyayan de 102 rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatin darizandin. Di encama van darizandinan de ji 12 rojnamegeran re 31 sal û 2 meh cezayê hefsê hate birîn. Yek ji van rojnamegeran jî Midûra Nûçeyan a Jinnewsê ya Berê Sofya Alagaş e. Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ji ber dozên têkildarî serdema rojnamegerî dikir de derbarê wê de hatibûn vekirin û didomin tê darizandin. Danişîna doza Sofya Alagaş li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Sofya Alagaş di doza jê dihate darizandin de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birin.

Zexteke din a li dijî rojnamegeran jî bû sansur. Desthilata ku li ser bertekan sîxurtiya bandorkirinê û Qanûna Sîxurtiyê bi paş ve kişand, di 10ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de qanûneke din a sansurê anî Meclisê. Parlamenterên AKPê Atay Ûslû û Alî Ozkaya û 133 parlamenter di 10ê Çileyê de teklîfa Qanûna Ewlehiyê ya Sîber a nû pêşkeşî Meclisê kir. Teklîf di 15ê Çileyê de li Komîsyona Parastinê ya Meclisê hate qebûlkirin. Partiya Îyî jî piştgirî da teklîfê. Teklîfa Qanûna Ewlehiyê ya Sîber ku ji kesên nûçeya ‘parvekirina daneyan’ çêdike re ji 2 salan heta 5 salan cezayê hefsê raber dike, di Komîsyona Parastinê ya Meclisê re derbas bû. Hiqûqnasan hişyar kirin ku heke ev teklîf bi vî awayî bibe qanûn dê ji bo mafên bingehîn ên mirovan û pergala civaka demokratik bibe gefeke cidî.

Li aliyê din menejer Ayşe Barim a di çarçoveya lêpirsîna Parka Geziyê de hate binçavkirin, piştî kar û barên îfadeyê yên li edliyeyê bi hinceta ‘Sîxûrtiya Bandorkirinê’ kiriye hate girtin. Cihê fikaran e ku qanûneke hêj li Meclisê nehatiye qebûlkirin bi awayekî fîîlî were pêkanîn. Ev sûcdarkirina dijhiqûqî li pêş azadiya çapemenî, raman û îfadeyê weke xetereyeke mezin disekine.

Di meha Çileyê de bi hinceta parastina ewlehiya milî û pergala cemaweriyê hesaba Ajansa Mezopotamyayê (@MAturkce) ya Xyê ku 264 hezar şopînerên wê hebûn, hesaba JINNEWSê (@jinnewsturkce) ku 168 hezar şopînerên wê hebûn û hesaba rojnameya Yenî Yaşamê (@yeniyasamgazete) ku 125 hezar şopînerên wê hebûn di nav de 31 hesabên medyaya dîjîtal ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Li aliyê din hesabên instagramê yên Rojnameya Yenî Yaşamê û JINNEWSê jî hatin girtin.

Li aliyê din RTUKê jî weke dozgerên lêpirsîn dane destpêkirin tevgeriya û weşanên ku şewata otelê ya li Bolûyê jî di nav de rexne kirin derbarê 8 bernameyan de cezayê pere yê îdarî da. Di meha Çileyê de xwegihandina 10 malperên înternetê û 361 nûçeyan hate astengkirin.

Girtina rojnamegeran dibe asteng ku rojnameger karê xwe bikin. Li derve jî nûçe çêkirina rojnamegerên dixebitin bi zextan tê astengkirin. Rojnameger, bi lêpirsînan her tim bi polîtîkayên çavtirsandinê û zextan re rûbirû dimînin. Em dixwazin careke din bibêjin; Li welatekî ku rojnameger lê girtî ne, ji ber nûçeyên çêdikin derbarê wan de lêpirsîn tên destpêkirin, ji ber nûçeyên diweşînin tên darizandin nikarin behsa azadiya çapemeniyê bikin. Tevî hemû polîtîkayên zext û sansurê jî em ê rojnamegeriyê biparêzin.

Daneyên îstatîstîkê

1-) Binpêkirinên li dijî mafên jiyanê û ewlehiya rojnamegeran

Rojnamevanên rastî êrişê hatin: 2
Rojnamevanên bi ser malên wan de hatin girtin: 10
Rojnamevanên hatin binçavkirin: 18
Rojnamevanên hatin girtin: 9
Rojnamevanên rastî mûameleya nebaş hatin: 2
Rojnamevanên gef li wan hate xwarin: –
Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hate astengkirin: 2

2-) Binpêkirinên azadiya raman û îfadeyê yên li dijî rojnamegeran

Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin: 42
Rojnamevanên derbarê wan de doz hatine vekirin: 17
Rojnamevanên hatine cezakirin: 12
Hejmara kesan: 12
Cezayê hepsê: 31 sal û 2 meh
Cezayê Pereyan: 7 hezar û 110 lîre
Rojnamegerên darizandina wan berdewam dike;
Hejmara dosyeyan: 42
Hejmara kesan: 102
Hejmara rojnamevanên girtî (ji 3yê Çile 2025an ve): 36

3-) Binpêkirinên li dijî mafên civakî û aboriyê yên rojnamegeran

Rojnamegerên ji kar hatin derxistin: –

4-) Sansur û astengkirinên li dijî saziyên çapemeniyê

Cezayên RTUKê hejmara weşanê: 8
Qedexeya Weşanê (Biryara komkirinê): –

5-) Astengkirina xwegihandina li dijî platformên medya dîjîtal û înternetê

Malperên înternetê yên hatin girtin: 10
Nûçeyên xwe gihandina wan hatin astengkirin: 364
Naverokên medyaya dîjîtal ên naveroka wan hatine astengkirin: 31

 

 

 

Etîket: binçavkirinDFGGirtinmafên rojnamegeranraporRojnameger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

20 TEBAX 2026
Cerdevanê tacîzkar Mehmet Yagiz hat girtin

Cerdevanê tacîzkar Mehmet Yagiz hat girtin

19 TEBAX 2026
Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026
Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

12 TEBAX 2026
Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne