• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîranê hatin bibîranîn

Amed / AW

5 HEZÎRAN 2026 - 19:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê ji bo qubaniyên komkujiya 5ê Hezîrana 2015an li Qada Îstasyonê ya Amedê merasîma bîranînê li dar xist û daxwaza darizandina berpirsan hate kirin..

Di ser teqîna 5ê Hezîrana 2015an a li dijî mitînga HDPê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê de 11 sal derbas bû. Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê qurbaniyên komkujiya 5ê Heazîranê li cihê komkujiyê bi bîr anî. Malbatên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane, parlamenterên DEM Parti yên Amedê, hevşaredarên navend û navçeyên Amedê, endam û nunerên sazî û dezgehan û gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Li ser navê malbatan bavê Ciwan Arslan ê ku jiyana xwe ji dest dabû Bahattîn Arslan û hevberdevka Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê Hatîce Çelîk axivîn. Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer û parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç axivî.

‘Em ji bo aştiyeke birûmet li vir in’

Bahattîn Aslan ewilî axivî û diyar kir ku ew ê dest ji berpirsên komkujiyê bernedin û wiha got: “Li ser navê îslamê, bêyî ku bibêjin zarok an pîr e, qetil kirin. Bila ev kes nebêjin em misliman in. Kî ev yek kir, çawa kir? Kî li cem wan e, bi vê teqînê re çawa hatin qadê? Ev pirs hîn jî li benda bersivê ne. Em edaletê dixwazin. Em ji bo aştiyeke birûmet li vir in. Tevî her tiştî jî em dibêjin aştî.”

‘Heta ku edalet pêk bê dê têkoşîna me berdewam bike’

Hatîce Çelîk di destpêka axaftina xwe de qurbaniyên komkujiyên Pirsûs, Enqere û Garê bi bîr anî û ev tişt gotin: “Bi hezaran birîndarên me û bi sedan kesên me yên jiyana xwe ji dest dan. Lê belê, me di dadgehan de dît ku ev komkujî bê çawa hatine kirin, çawa rê li ber wan hatiye vekirin û çawa ji lêgerînan derbas bûne. Me hemû yek bi yek dîtin, lê tu wezîfedarên giştî nehatine darizandin. AYM (Dadgeha Destûra Bingehîn) dibêje ‘Kêmasiya dewletê tune ye’. Kesekî ku fîrarê leşkeriyê ye berdidin û ew tê di teqînê de cih digire. Îhmalkariyeke mezin heye lê kes hesab nade. Komkujî li ber çavan çêbû. Berpirsiyarê komkujiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Konyayê tê dermankirin û piştî wê diçe dervayî welat. Li vir çawa kêmasiya dewletê tune ye? Em wek malbat edaletê dixwazin. Ger komkujiya Amedê bihata ronîkirin, komkujiyên li cihên din nedibûn. Malbatên Pirsûs, Gar û Amedê, em hemû yek in. Em dizanin çima nayê aşkerekirin. Wek malbat, heta ku edalet pêk bê dê têkoşîna me berdewam bike.”

‘Bi wê teqînê re xwestin doza Kurdan bi dawî bikin’

Gulşen Ozer jî anî ziman ku ew roj rojeke nayê jibîrkirine û wiha axivî: “Ew roj, roja hovîtiyê bû. Bombe avêtin ser aştiyê. 5 hevalên me jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 400 kesî jî birîndar bûn. Bi wê teqînê xwestin doza Kurdan bi dawî bikin. Lê belê nekarîn vê bikin. Îro malbat li vir hesab dipirsin. Rêya wan rêya me ye. Em ê aştiyeke birûmet ava bikin û diyarî wan bikin.”

‘Armanca komkujiyê têkbirina aştiyê ye’

Mehmet Kamaç jî da zanîn ku di pêvajoya ku wê demê aştî serdest bû, komkujî bi biryareke ku ji navendekê hatibû dayîn pêk hat û wiha axivî: “DAIŞ an navên din ên ku tên pêşandan, tenê perdeya pêşî ne. Pêwîst e kesên li pişt perdeyê ne werin aşkerekirin. Berpirsên esasî ew in. Ger li Enqere, Dîlok, Pirsûs û Amedê mirov li meydanan tên qetilkirin, dewlet nikare bibêje ‘xebera min jê tune ye’. Berpirsiyar ev in. Ger kujer bi rehetî dikevin qadê, berpirsê wê dewlet e. Armanca kesên ev komkujî pêkanîne, têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û aştiyê ye. Ez kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim, heta ku kesên komkujî pêkanîne derkevin holê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan li cihê teqînê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl hatindanîn û dirûşma ‘Şehîd namirin’ hate berzkirin.

Etîket: AmedBîranînDEM Partîkomkujiya 5ê Hezîranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne