• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Êdî navê kuçeya Minareya Çar Ling, Kuçeya Tahîr Elçî ye

Amed / AW

29 MIJDAR 2024 - 14:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Şaredariya Navçeya Sûrê navê Tahîr Elçî li kuçeya Mînareya Çar Ling kir. Hevşaredarên Sûrê dan zanîn ku wan navê remza edalet û aştiyê û bîra civakî li kuçeyê kirin e.

Şaredariya Navçeya Sûrê ya Amedê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de navê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li kuçeya lê hatibû qetilkirin, kir. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî, Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, rêveberên rêxistinên bajar ên DBP û DEM Partiyê, nûnerên Weqfa Tahir Elçî, parêzer û nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li merasîma daliqandina tabeleya kuçeyê bûn. Li kuçeyê pankarta “Me Tahîr Elçî yê li ber siya edaletê li şopa aştiyê digeriya ji bîr nekir” hate daliqandin.

Remza edalet û aştiyê

Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan di merasîma daliqandina tabeleya kuçeyê de axivî û wiha got: “Ev kolan ji bo xelkê Amedê ne tenê rê ye, her wiha dê bibe sembola lêgerîna edaletê, cesaret û aştiyê. Weke parçeyeke bangawaziya aştiyê ya li her kolanên Sûrê olan dide, dê mîrateya Tahir Elçî û berpirsyartiyên me bi bîra me bîne. Em soz didin ku dê têkoşîna me ya ji bo pêşerojeke aştiyane bidome.”

‘Em ê hafizeya xwe biparêzin’

Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol jî ev yek anî ziman: “Herêma Sûrê malovaniya gelek şaristaniyan kiriye. Tahir Elçî d ferqa vê de bû û ji bo aştî û parastina van mîrateyan têkoşiya û di oxira wan de jiyana xwe ji dest da. Em soz didin ku dê ji vir bîrekê ava bikin û vê bîrê biparêzin.”

Kuçe têra navê qurbaniyan nake

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî wiha axivî: “Guherandina navê kolanê pir girîng û watedar e. Erdnîgariya me erdnîgariyeke biêş e e. Em navên kesên me winda kirine çiqasî li kuçeyan bikin jî xelas nabin. Lê pêdiviya me pê heye ku bîra xwe zindî bihêlin.”

‘Hewcedariya herî lezgîn aştî ye’

Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî jî wiha got: “9 sal berê ev kolan bi xwîna hiqûqnasekî daxwaza aştiyê dikir hate qirêjîkirin. Paqijkirina vê kolanê dê ewqas hêsan nebe. Ev 9 sal in em êş û zehmetiya vê dikişînin. Heke tevî zilm û êşê em îro xwe li ser pêyan bigirin, sedema vê hêviya me ye. Biryara şaredariya me ya ji bo paqijkirina vê kolanê daye ji bo me gelek binirx e.”

Piştî axaftinan tabeleya “Kuçeya Tahîr Elçî” hate daliqandin û merasîm bi dawî bû.

Etîket: AmedDEM PartîMinareya Car LingSaredariya Bajare Mezin a AmedeSaredariya SureSerra BucakSurTahir ElçîTurkan Elci
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne