• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Baroya Îzmîrê: Divê rayedar ji bo Tugcenur Ozbay bikevin tevgerê

Îzmîr / AW

4 HEZÎRAN 2026 - 12:52
Kategorî: ROJANE
A A
Baroya Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Tugcenur Ozbay a ku li Girtîgeha Şakranê li dijî ferzkirina nasnameyê di rojiya birçîbûnê de ye û ev bang li rayedaran kir: “Rîska ku jiyana xwe ji dest bide gelekî mezin e, bikevin tevgerê.”

Baroya Îzmîrê derbarê rewşa girtiya bi navê Tugcenur Ozbay a ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê li dijî ferzkirina nasnameyê û binpêkirina mafan di rojiya birçîbûnê ya bêsînor de ye, daxuyaniyek da. Baroya Îzmîrê destnîşan kir ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê, ji meha Kanûna 2025an vir ve ferz kiriye ku girtî her gav nasnameya girtîgehê bi xwe re bigerînin. Baroyê diyar kir ku mafên bingehîn ên girtiyên ku nasnameyê ranekin, wekî çûyîna revîr û nexweşxaneyê, hevdîtina bi malbat û parêzeran re û wergirtina pirtûk û nameyan tê astengkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tugcenur Ozbay li dijî vê sepana keyfî dest bi rojiya birçîbûnê ya bêsînor kiriye, di roja 127an de giraniya wê daketiye 43 kîloyan û jiyana wê di bin rîskeke mezin de ye. Daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yılmaz û Endama Desteya Rêveber a Berpirsa Komisyona Girtîgehan a Baroyê Ceren Şen Tosun ve hat xwendin.

‘Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan sepanên kêfî û dijhiqûqî hene’

Ceren Şen Tosun da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi xwe re gerandina nasnameyê li ser girtiyên jin ferz kiriye û got: “Li ser daxwaza bi israr a parêzeran û serlêdanên Baroya Îzmîrê, ev meh û nîvek e ku astengiya li ser hevdîtina parêzeran hatiye rakirin û girtî tenê dikarin parêzerên xwe bibînin. Rêziknameyên qanûnî yên li ser karta nasnameya girtiyan tenê bi cezayên dîsîplînê sînordar in û naveroka kartan jî bi rênîşandanan hatiye diyarkirin. Li Îzmîrê û li seranserê Tirkiyeyê di gelek girtîgehan de ji ber hilgirtina nasnameyê tu pirsgirêk dernakevin, lê li Girtîgeha Jinan a Şakranê ji ber sepanên kêfî û derhiqûqî rojiya birçîbûnê ya bêsînor dest pê kiriye. Ji bo ku destwerdana di maf û azadiyên bingehîn de li gorî hiqûqê be, divê armanceke wê ya rewa hebe; her wiha divê ev rêbaz li gorî armancê guncan, pêwîst û bi pîvan be.”

‘Tugcebur daketiye 43 kîloyan, erka xwe bi cih bînin’

Piştre Ceren Şen Tosun diyar kir ku rêveberiya girtîgehê cezayên dîsîplînê yên veşartî û yên ku di qanûnê de cih nagirin, bi awayekî derhiqûqî bi kar tîne û got: “Ev sepana li Girtîgeha Jinan a Şakranê ku bi prensîba dewleta hiqûqê re li hev nake, li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Ev rewş mafê jiyanê, qedexeya muameleya xirab, mafê darizandina adil û qedexeya cudakariyê binpê dike. Ji ber van kiryarên derhiqûqî û neusûlî, Tuğçenur Ozbay ketiye rojiya birçîbûnê ya bêsînor û îro di roja 127an de ye. Kîloya wê nêzî 43yan bûye û rîska ku jiyana xwe ji dest bide gelekî mezin e. Wek Baroya Îzmîrê, ji bo ku di girtîgehan de tu mirin çênebin, şert û mercên înfazê li gorî yasa û hiqûqê bin û ev pirsgirêk bên çareserkirin, me serî li sazî û dezgehên peywendîdar da. Ji bo ku ev serlêdan encam bigirin û girtî di rojiya birçîbûnê de jiyana xwe ji dest nedin, divê hem civaka sivîl hem jî saziyên rayedar û berpirsyar bikevin tevgerê.”

 

Etîket: Baroya Îzmîrê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Konferansa Veguherîna Demokratîk: Ji nirxê jiyanê girîngtir çi heye?

12 ÎLON 2026
Baroya Îzmîrê serdana Mehmet Saît Yildirim kir

Baroya Îzmîrê serdana Mehmet Saît Yildirim kir

27 TEBAX 2026
Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

16 HEZÎRAN 2026
Ji parêzeran ‘Zincîra Edaletê’: Divê daraz nebe amûr

Ji parêzeran ‘Zincîra Edaletê’: Divê daraz nebe amûr

4 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne