• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Prz. Nahît Eren: Divê gavên zagonî bêne avêtin

Firat Tûnç-Onder Akbulut / AW

3 SIBAT 2025 - 08:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Amed – Serokê Baroya Amedê yê berê Prz Nahît Eren li ser pêvajoyê axivî û got: “Ji bo pêvajoyeke çareseriyê pêş bikeve, divê li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê gavên pêwist bên avêtin ”

Şandeya ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê, di 28ê kanûna 2024an de çû li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê, şandeyê di 29ê kanûnê de peyama ku ji 7 xalan pêk hat bi raya giştî re parve kir. Şandeyê, piştî hevdîtina li Îmraliyê li ser daxwaza  Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî yên li Meclisê û siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin. Şandeyê piştî ku bi partiyên siyasî û siyasetmedaran re hevdîtin kirin di 22yê çileyê de cara duyemîn çû Girava Îmraliyê û encamên hevdîtinên xwe bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re parvekirin. Di vê hevdîtinê de Nûnerên DEM Partiyê agahî parvekirin gotin: “Ji bo çareserî pêş bikeve, divê demildest şert û mercên xebatê bên afirandin”. Nûnerên DEM Partiyê anîn ziman ku Abdullah Ocalan careke din bi lêv kiriye ku ew ê di bin her şert û mercî de bibe xwedî hêz û vîna çareseriyê. Nûnerên DEM Partiyê dan zanîn ku “Çareserî û aştiyeke tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nayê nîqaşkirin û diyarkirin ku ji bo kurd û gelên li çar aliyên Kurdistanê bigihijin statuyeke demokratîk bi perspektîfeke berfireh nîqaş tên meşandin”

Li gel peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê û hewldanên DEM Partî, DBP û HDKê, hîna êrişên Tirkiyeyê li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê berdewam dike. Herî dawî di 29ê çileyê de qeyûm tayînî şaredariya Sêrtê kirin. Li ser wan gengeşiyan Serokê Baroya Amedê yê berê Prz. Nahît Eren ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Divê ev pêvajo jidil û zelal bimeşe’

Prz. Nahît Eren destnîşan kir ku hevdîtinên ku bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk hatin ji bo pêvajoyeke çareseriyê pir giring e û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi gav bê avêtin divê ev pêvajo ji dil û zelal bimeşe. Di serî de ji aliyê hiqûqî divê li TBBMê bê rojevê. Dema ku di 2013-2015an de pêvajoya çareseriyê destpêkir û kesên ku di vê pêvajoyê de bi cih girtin niha ji ber vê pêvajoyê hemû hatin darizandin û li girtîgehan de ne. Divê ji bo pêvajoyeke çareseriyê gava girîng û yekemin di Meclisa Mezin a Tirkiyeyê (TMMB) de bi guhertina zagonan bê avêtin. Dîsa divê hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl ji bo çareseriyê rol û mîsyona xwe bilîzin.”

‘Desthilatdarî hêj êrişê rojava dike’

Prz. Nahît Eren diyar kir ku çiqasî ji bo pêvajoyeke çareseriyê hêvî hebin jî, nêrîn û hişmendiya desthilatdariyê ku li dijî kurdan berdewam dike û got: “Deshilatdarî hê jî êrişî Rojava dike û qeyûman tayînî li ser şaredariyan dike. Heya ku ev pratîkên dewletê berdewam bikin mirov nikare behsa çareseriyê bike. Divê dewlet gav bavêje û ji bo çareseriyeke mayînde divê partiyên siyasî û saziyên sivîl rol û mîsyona xwe bilîzîn”

‘Divê di parlementoyê de ji bo mafê hêviyê xebat bê kirin’

Nahît Eren da zanîn ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) ji bo mafên hêviye yê Rêberê PKKê Birêz Abdullah Ocalan biryar da û got: “DMMEyê ji bo Birêz Abdullah Ocalan biryara mafê heviyê da. Ev maf mafê mirovatiyêye. Heke ev maf neyê parastin, ev dizîvire îşkenceyê. Tirkiyeyê ji bo mafê hêviyê heta niha tu gav neavêtiye. Divê di parlementoyê de ji bo mafê hêviyê xebat bê kirin. Ji ber ku mafê hêviyê mafêkî hiqûqî û mirovî ye.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne