• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

Wan / AW

28 GULAN 2026 - 14:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê di roja 2yemîn a cejnê de li avahiya xwe bernameya pîrozbahiya cejnê li dar xist. Pervîn Buldan a ku di bernameyê de axivî, wiha got: “Birêz Ocalan diyar kir ku ji bo ev qanûn derkeve di nav hewldaneke pir mezin de ye. Baweriya wî bi vê pêvajoyê heye. Ev qanûn dê ji 7-8 madeyan pêk were û ji bo heta demekî derbasdar be.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê di roja 2yemîn a cejnê de li avahiya xwe bernameya pîrozbahiya cejnê li dar xist. Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, parlementerên DEM Partiyê yên Wanê, hevserokên DEM Partî û DBPê yên Wanê, endam û nûnerên saziyên sivîl û demokratîk ên bajêr û gelek welatî tev li bernameyê bûn.

Di bermnameyê de hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî û Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnayê xêrhatina gel kirin û cejana gel pîroz kirin.

‘Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye’

Dû re endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûladan axivî û bal kişand ser hevdîtina heyata Îmraliyê ya di 24ê Gulanê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê pêk aniye û ev tişt gotin: “Tendirustî û moralê Birêz Ocalan gelek baş bû. Hevdîtin 3 saetan dewam kir, piranî li ser çarçoveya qanûna ku dê di meclîsê de derkeve bû. Birêz Ocalan diyar kir ku ji bo ev qanûn derkeve di nav hewldaneke pir mezin de ye. Baweriya wî bi vê pêvajoyê heye. Ev qanûn dê ji 7-8 madeyan pêk were û ji bo heta demekî derbasdar be. Birêz Ocalan diyar kir ku dîtina wî ya vê taslaxê girîng e, pêwîst e ev taslax dema derket em li ser vê taslaxê li hev bikin.  Li gor vê qanûnê dê endamên rêxistinê ji vê qanûnê sûdbigirin û bixwazin werin Tirkiyeyê yan jî welatekî din dê werin.”

‘Çavê gelê me li van qanûnan e’

Pervîn Bûldanê diyar kir ku dê ji bo ku qanûn bên amadekirin bi hemû hêza xwe di nav hewldanê de bin û ev nirxandin kir: “Piştî cejnê em ê ji bo ev qanûn derkevin di nav hewldanan de bin. Ji bo beriya ku meclis were girtin ev qanûn bên amadekrin em ê bi aliyên têkildar re hevdîtinin xwe bidomînin. Ji ber ku divê ev qanûn bêyî ku bê derengxistin, demildest bê derxistin. Em di pêvajoyeke ku xetereyên mezin di nav xwe de dihewîne de ne. Wekî ku Birêz Ocalan jî diyar kir divê qet wext neyê derbaskirin, bi awayekî lez û bez em hevdîtinên xwe bikin, ji bo derketina vê qanûnê hewldanên xwe xurt bikin. Ev taslaxa qanûnê amade bibe û em bibin pêşkêşî Birêz Ocalan bikin. Piştî ku ev qanûn derkeve bêguman di warê demokratîkbûnê de jî gav bên avêtin. Çavê gelê me li van qanûnan e.”

Etîket: Abdullah OcalanCejna QurbanêHeyeta ÎmraliyêPervîn BuldanRêber apo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pervîn Buldan ji bo dîtina kujerên Buldan, Yildirim û Karay serî li Wezareta Dadê da

Pervîn Buldan ji bo dîtina kujerên Buldan, Yildirim û Karay serî li Wezareta Dadê da

17 TEBAX 2026
Heyeta DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaş re daxuyanî da

Heyeta DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaş re daxuyanî da

15 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Heyeta DEM Partiyê bi Serokkomar re civiya

Heyeta DEM Partiyê bi Serokkomar re civiya

13 TEBAX 2026
‘Piştî vê hevdîtinê divê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk were’

‘Piştî vê hevdîtinê divê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk were’

13 TEBAX 2026
Heyeta Îmraliyê dê bi Erdogan re bicive

Heyeta Îmraliyê dê bi Erdogan re bicive

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne