• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serdanên cejnê yên partiyên siyasî: Divê statuya birêz Ocalan pêk were

Enqere/ Aw

28 GULAN 2026 - 16:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Serdana Cejna Qurbanê ya partiyên siyasî didomin. Di çarçoveya serdanên cejnê de heyeta MHP û AKPê serdana DEM Partiyê kirin. Di serdanê de DEM Partî xwest piştî cejnê gavên şênber bên avêtin û statûya birêz Abdullah Ocalan pêk were.

DEM Partî bi boneya Cejna Qurbanê dest bi serdana partiyên siyasî kir û li navenda xwe ya giştî jî serdanan qebûl dike. Di çerçoveya serdanan de di saetên cuda de heyetek ji MHPê ku ji Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Sadîr Durmaz, Şewirmendê Serokê Giştî Esma Ozdasli û endama MYKê Şahîn Kartal ve pêk dihat û heyetek ji AKPê ji parlamenterê Semsûrê Resul Kurt, endama MYKa ya baskên jinan a AKPê Fatma İlkcan Aksu û endamê MYKê yê AKPê Yunus Emre Şahîn pêk dihat serdana DEM Partiyê re kirin. DEM Partiyê li navenda xwe ya giştî a ku ji Cîgira Hevserokên Giştî Hatîce Betul Çelebî, parlamenterê Wanê Zulkuf Uçar û Endama Meclîsa Partiyê Nuray Ozdogan ve pêk dihat, serdanan qebûl kir.

Di serdana heyeta MHPê de Hatîce Betul Çelebî bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Ew bang banga pêkanbûna rêyeke nû ye. Civaka me ji aştiyeke bi rûmet re hesret e. Xebatên me yên ji bo aştiyê dê bidomin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Sedîr Durmaz jî anî ziman ku ew yekitî û biratiya Tirkiyeyê diparêzin û ev tişt vegot: “Divê em ji bo pêşeroja zarokên xwe û jiyaneke bi hev re bûyî pêvajoyê bigihînin encamê. Armanca me ew ê ku zarokên me di aramiyê de bijîn.”

Heyeta ku ji Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz, parlamentera Amedê Adalet Kaya û endama Meclîsa Partiyê Zeyno Bayramoglu pêk dihat jî serdana MHPê, Partiya Gelecek û EMEPê kirin. Mahfuz Guleryuz di serdanê de got ku divê piştî cejnê gavên şenber bên avetin.

‘Divê statuya birêz Ocalan pêk were’

Di serdana heyeta AKPê de jî parlamenterê AKPê yê Semsûrê Resûl Kurt bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: “Li her derê şer heye di nav vî şerî de aramiya welatê me girîng e. Ew berpirsyariya me hemûyan e. Êrîşên Amerîka li ser Îranê didomin. Xuyaye aştî jî ji bo demekê nêz xuya nake. Em jî di nav van geşedanan de aştiyê diparêzin. Ez hêvî dikim pêvajoya çareseriyê bi serkeftî encam bigire. Careke din derket holê ku ew pêvajo di demekê girîng de destpê kiriye. Hêvî dikim bigihejê encamê.”

‘Civak li benda statuya birêz Ocalan e’

Cîgira Hevserokên Giştî Hatîce Betul Çelebî jî destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê gavên pêwîst bên avetin û ev tişt anî ziman: “Em hêvî dikim gotin bi pratîke re bibin yek. Di civakên me de birînên dijwar hene. Pêçandina van birînan berpirsyariya me hemûyan e. Hewldanên birêz Ocalan ji bo  pêvajoyê pir girîng e. Em hêvî dikin statuya birêz Ocalan pêk were. Civak li benda vê yekê ye. Ji bo baweriya civakê pêk were ev gav girîng e. Divê gav bi lêzgînî bên avetin. Birêz Ocalan jî di hevdîtina dawî de vê yekê dibêje. Em jî hêvî dikin gavên pêwîst ên ji bo pêvajoyê demildest bên avetin.”

Heyeta DEM Partiyê ku ji Cîgirê Hevserokên Giştî Mahfuz Guleryuz, parlamentera Amedê Adalet Kaya û Endama Meclisê ya Partiyê Zeyno Bayramoglu pêk dihat jî serdana AKPê kirin. Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Yayman, Cîgirê Serokê Giştî Necmettîn Erkan û endama MYKê Rukiye Toy li navenda giştî ya AKPê heyeta DEM Partiyê pêşwazî kirin.

‘Divê demildest gavên şenber bên avetin’

Di hevdîtinê de Mahfuz Guleryuz bal kişand ser nirxandinên dawî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan dibêje em di pêvajoyê de bi israr in. Ji bo pêvajo bigihejê encamê divê gavên şênber bên avetin. Civak li benda gavên şenber e. Divê bi nexşerêyeke nû ew pêvajo bigihêje encamê. Ji bo encamgirtina pêvajoyê jî hewcehî bi gavên şênber heye û divê demildest gav bên avetin.”

Huseyîn Yayman jî bi lêv kir ku weke tifaqa Komar ji bo pêşveçûna pêvajoyê hewldanên wan jî hene û girîngiya pêvajoyê destnîşan kir.

‘Pêvajo di merhaleyeke kritik de ye’

Heyetên Partiya Saadetê û partiya Anavatan jî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê serdan kirin. Heyeteke ji Partiya DEVAyê serdana DEM Partiyê kir û heyeta DEM Partiyê jî serdana partiyên siyasî kir. Di serdana partiya DEVAyê de ji Endamê Desteya Rêveberiyê yê Partiya DEVAyê Seyît Karaca bi lêv kir ku tevî komîsyona meclisê rapora xwe amadekiriyê jî pêvajo hêdî bi rê ve diçe û wiha got: “Em hêvî dikin di demekê nêz de ji bo pêşveçûna pêvajoyê li meclisê kar û xebatên qanûnan bên kirin. Em hêvî dikin dosyaya faîl ne diyar jî bên ronîkirin.”

Hatîce Betul Çelebî jî destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo pêşeroja welat pir girîng e û wiha axivî: “Serdanên partiyên siyasî ji hevdu re pir girîng û bi wate ne. Girîngiya banga 27ê Sibatê ya birêz Abdullah Ocalan îro baştir tê fehmkirin. Ew pêvajo pir girîng e. Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye. Birêz Ocalan jî di hevdîtina xwe ya dawî de bal kişand ser vê yekê. Em hêvî dikin kar û xebatên meclisê di demekê nêz de dest pê bike. Heke pêvajo bigihejê encamê krîza aborî jî dê çareser bibe.”

‘Divê em têkoşîna hevpar behtir xurt bikin’

Herî dawî jî Partiya Kede (EMEP) serdana DEM Partiyê kir. Di serdanê de parlamentera EMEPê ya Dîlokê Sevda Karaca anî ziman ku desthilat her ku diçe zexta li ser civakê zêde dike û ev tişt vegot: “Ji aliyê din vê jî pêvajoya aştiyê jî berdewam dike. Lê gavên ku beyî sererastkirina qanûnan dikarin biavejin jî navêjin. Lê çi bibe dê di encama têkoşînê de bibe.”

Hatîce Betul Çelebî jî anî ziman ku muxalefeta demokratîk divê têkoşîna hevpar behtir xurt bike û ev tişt anî ziman: “Peyama birêz Abdullah Ocalan pir girîng bû. Birêz Ocalan di nirxandina xwe de li ser xitimîna civakê jî rawestiyabû û gotibû divê pêvajo bi lêztir bê meşandin. Ev pêvajo pir bi wate ye. Divê em aştiyê behtir civakî bikin. Weke muxalefet ji bo aştî bibe civakî em kêm man. Divê muxalefeta demokratîk behtir piştgiriya DEM Partiyê bikira. Divê ji bo demokratîkirina komarê em têkoşîna hevpar behtir xurt bikin. Jixwe têkoşîneke me yê hevpar heye. Em hêvî dikin ku têkoşîna xwe ya hevpar bêhtir xurt bikin.

Her wiha heyetek ji Partiya Yenîden Refahê, Partiya Dogru Yol û Gelecekê jî serdana DEM Partiyê kirin.

Serdanên cejnê ya partiyên siyasî piştî bi van serdanan bidawî bû.

 

Etîket: AKPCejna QurbanêDEM PartîMHPPartiya Dogru YolPartiya Gelecekêserdana cejna qurbanêYenîden Refah
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Devlet Bahçelî: Pêkanîna qanûna çarçoveyî xala herî girîng a pêş me ye

Devlet Bahçelî: Pêkanîna qanûna çarçoveyî xala herî girîng a pêş me ye

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne