• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mazlûm Heften: Kurd êdî li ser dikê ne, kî vê heqîqetê bibîne wê bi ser bikeve

Navenda Nûçeyan / AW

27 GULAN 2026 - 12:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endamê Meclisa PJAKê Mazlûm Heften bal kişand ser dîzayna 100 salî ya nû ya li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku Kurd êdî ji bo xwe şer dikin û nabin piyadeyên tu hêzekê. Heften girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî destnîşan kir û wiha got: “Em ne gef in ji bo Tirkiyeyê, em piştgiriyê didin aştiyê. Kurd garantiya siberoja herêmê ne.”

Endamê Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Mazlûm Heften, têkildarî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, aloziya li Îranê, helwesta Kurdan û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandinên girîng kirin. Heften destnîşan kir ku niha li cîhanê dîzayneke 100 salî ya nû tê kirin û navenda vê dîzaynê jî Kurdistan e.

‘Sê xet di nav têkoşînê de ne’

Heften li ser xalên sereke yên di şerê li Rojhilata Navîn tê jiyîn sekinîn û wiha axivî: “Xeta yekemîn DYA û Îsraîl e ku li pey dîzayneke nû ne. xeta duyemîn bi pêşengiya Îngilistanê û hêzên navneteweyî yên statûkoparêz e ku dixwazin peymana Sykes-Pîcotê nû bikin. Xeta sêyemîn jî Rêya Sêyemîn a Modernîteya Demokratîk e ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diparêze û alternatîfa jiyana hevpar a gelan pêşkêş dike.”

‘Hêzên hegemon tenê li berjewendiyên xwe dinêrin’

Di nirxandina xwe ya li ser rejîma Îranê de Heften bal kişand ser nakokiyên hegemonîk û destnîşan kir ku hêzên serdest guh nadin darvekirin an jî binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê, tenê li berjewendiyên xwe dinêrin. Heften diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a Îranê li hundirê wê ye û wiha axivî: “Îranê bi komkujiyên li hemberî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ şaxê ku pê ve girtibû birî. Rejîm teqez divê biguhere, lê gelê Îranê destwerdanên derve qebûl nake, ji ber ku dizane armanca hêzên derve berjewendiyên wan bi xwe ne. Em wekî Kurd, me ev xefik dît û em neketin nava şerê wan. Berê hêzên hegemon dixwestin Kurdan wekî piyadeyên xwe bi kar bînin. Lê bi manîfestoya Rêber Apo re ev xelek şikiya. Kurd êdî xwedî îrade û projeyekê ne, tenê ji bo xwe û ji bo rêya sêyem a demokratîk têdikoşin.”

‘Kurd garantiya siberoja herêmê ne’

Der barê ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ a li Tirkiyeyê de jî Heften helwesta Rêber Apo wekî şoreşeke mezin pênase kir û anî ziman ku dema cîhan xwe dixe nava agir û xwînê, Rêber Apo ji nava tecrîdê qala aştî û azadiyê dike. Heften ev peyam dan: “Fesixkirina tevgereke çekdarî bi serê xwe şoreşek e, lê dewleta Tirk timî hincetan hildiberîne. Tirkiye PJAK’ê û Rojavayê jî wekî hincetekê nîşan dide. Lê me wekî PJAK heta niha fîşekek jî neavêtiye Tirkiyeyê. Hedefa me tenê Îran e û avakirina jiyana hevpar a li wir e. Em ne xetere ne ji bo Tirkiyeyê, berovajî em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê, ji ber ku bandoreke erênî li tevahiya herêmê dike. Kurd garantiya siberoja Tirkiye û tevahiya herêmê ne.”

Banga amadebûnê li gelê Kurd kir

Di dawiyê de Heften bang li gelê Kurd kir û xwest ku li hemberî vê qonaxa fînalê amade bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her kes xwedî planekê ye û em di heyama fînalê de ne. Kurd 100 sal in li ber xwe didin û îro êdî li ser dikê ne. Kî vê rastiyê bibîne wê qezenc bike. Divê gelê me yekîtiya xwe ava bike û biryarên xwe bi xwe bide. Heke em xwe bi rêxistin bikin, em ê teqez bi ser bikevin.”

Etîket: DYAÎranÎsraîlMazlûm HeftenRêber apoRojavayê Kurdistanêşer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îranê kesekî din hat darvekirin

Li Îranê kesekî din hat darvekirin

20 TEBAX 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
Erdogan: Bila ser xêrê be

Erdogan: Bila ser xêrê be

18 TEBAX 2026
Îranê girtiyê siyasî Şahram Sadeghi îdam kir

Îranê girtiyê siyasî Şahram Sadeghi îdam kir

16 TEBAX 2026
Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

15 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne