• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

Navenda Nûçeyan / AW

26 GULAN 2026 - 15:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Saziyên sivîl ên demokratîk û partiyên siyasî bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên cangoriyên aştî û azadiyê kirin.

Bi boneya Cejna Qurbanê li gelek navendan partiyên siyasî, saziyên sivîl ên demokratîk, malbat û xizm serdana gora kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane kirin.

Sêrt

Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) a Sêrtê serdana goristanên cangoriyan kirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî yên Sêrtê û gelek endamên saziyên sivîl ên bajêr beşdari serdanê bûn. Girseya ku li ser goristanê amade bûn ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin û piştî rêzgirtinê jî dûayan xwendin. Dûrê peyamên ji bo cejnê hatin dayîn mele dest bi weza kir.

‘Doza wan soz û armanca me ye’

Hevserokê MEBYA-DERa Sêrtê Abdurrahman Çetîn di serdanên goristanê de li ser navê saziyê axivî û got: “Îro şehîdên me dilê me de her tim dijîn. Her çiqas kêliyên goristanên şehîdên me bên şikandin jî dê dîsa şehîd di dilê me de bin. Ev şerma vî welatiye ku kêliyên nirxên me dixin vî halî. Dê heta dawiyê dilê me bi wan re be û em ê dev ji doza wan bernedin. Doza wan soz û armanca me ye. Bila ew rihet razên. Şehîd namirin.”

Piştî serdanê girseyê qurnefîlan danîn ser goristanên cangoriyan.

Manîsa

Li Manîsayê bi sedema Cejna Qurbanê şehîdên şoreşê hatin bîranîn. Rêxistina Navçeyê ya Dem Partî ya Navend û Rêxistina Navçeyê ya Turgutluyê çûn serdana goristanên li Manîsa û Turgutluyê. Hevserokên Dem Partî ya Manîsayê, Hevserokên Dem Partî ya Navçeya Turgutluyê û gelek welatî kûlîlkan danîn ser gorên kesên di têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirin e. Di serdanên hatin kirin de, şehîdên şoreşê hatin bîr anîn, dia hatin xwendin û soza mezinkirina têkoşîna azadî, wekhêvî û demokrasiyê hate dayîn. Nûnerên partiyê dan zanîn ku ew şehîdên xwe bîr nekirin e û dê xwedî li mîrateya wan derkevin.

Wan

Bi munasebeta Cejna Qurbanê bi pêşengtiya MEBYA-DERê gorên cangoriyan yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. Hevserok û endamên MEBYA-DERê, endam û rêveberên saziyên civakî, Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar, Hevşaredara Bajarê Mezin yê Wanê Neslîhan Şedal, Hevserokê DBPê Cemal Demîr, Hevseroka DEM Partiyê Gulşen Kurt û Veysî Dîlekçî û gelek malbatên cangoriyan tev li serdanê bûn. Di serdanê de ji bo cangoriyan deqeyek rêzgirtin pêk hat û ji bo ruhê cangoriyan dua hatin xwendin.

Hevserokê MEBYA-DERê Yusuf Dîndar di serdanê de axivî û cangorî bibîranî û got: “Em saya têkoşîna wan hatin van rojan, em ê her tim şopdarê wan bin.”

Amed

Di pêşengtiya MEBYA-DERa Amedê de bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên cangoriyên di têkoşîna azadiya ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Parlementerên DEM Partiyê yên Amedê Ceylan Akça Cupolo, Halîde Turkoglû û Adalet Kaya, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên demokratîk û gelek malbatên cangoriyên azadiyê serdana Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê kirin. Girseyê di serdanê de dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.

Serdanê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

‘Divê gorên bêkasan bên diyarkirin’

Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz di serdanê axivî û destnîşan kir ku hêviya wan ew e ku Cejna Qurbanê bibe wesileya aştiyê û got: “Em weke sazî ji bo pirsgirêka Kurd careser bibe û pêvajo bi encam bibe bang dikin. Em hemû xizmetkarên projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Li Goristana Yenîkoyê ya Amedê 36 gorên bêkesan hene. Divê ev gorên ‘bêkesan’ bên diyarkirin da ku malbatên me biçin ser gorên zarokên xwe.”

Serdan bi diayan bi dawî bû.

Êlih

Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Êlihê serdana gorên kesên ku di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî tevlî serdanê li Goristanên Asrî, Tîlmenc, Malên Gir û Taxa Îpragazê bûn.

Serdan bi rêzgirtin dest pê kir. Hevserokê MEBYA-DERa Êlihê Şafî Aratemûr li ser navê saziyê axivî û wiha got: “Em bejna xwe li ber van lehengan ditewînin û diyar dikin ku ew ê her tim di bîra me de bin. Ew ne rojeke weke îro her roj di bîra me de ne. Ew ji dil û canê me dernayên. Şehîd namirin.”

‘Meheke pîroz e’

Dayîka Aştiyê Mehdiye Kaplan ev tişt gotin: “Tevgera Azadiyê meha Gulanê weke meha şehîdan daye binav kiriye. Ev meh meheke pîroz e. Em vê mehê û Cejna Qurbanê li şehîdan, Serok Apo, hevalên zindanan û li hemû gerîlayên serê çiya pîroz dikin. Xwedê vê cejnê bike wesîleya aştî, azadî û wekheviya vî welatî.”

Piştî axaftinan girseyê qurnefîl danîn ser gora cangoriyan.

Stenbol

Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê, rêveberên DEM Partî, DBP,HDKê Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê , nûnerên saziyên sivîl û gelek kes li Stenbolê çûn serdana gorên cangoriyên azadiyê yên ku li Goristana Çakmakli, Çatalca, Pendîk, Habîpler, Kayabaşi û Gulsuyu yên Stenbolê hatine veşartin.

Di serdanê de Nivîskar Mûsa Şanak di serdanê de axivî û diyar kir ku ew ê bi têkoşîna cangoriyan û xwedîderketinê bigihijin armancê got: “Şehîdên me nemir in û bi me re ne. Em her çiqas wan di xeyalên xwe de bidin jiyandin ew ê jî herdem bijîn. Ew ji bo azadiya gelên xwe canê xwe dan, em ê jî herdem li pey şopa wan bin.”

Piştî axaftinan girseya serdanê kiriye kulîlk danîn li ser goran.

Serdan bi diayan bi dawî bû.

Etîket: aktivîstên TJAyêAmedANYAKAY-DERCangoriyên Aştî û AzadiyêDBPDEM PartîÊlihHDKê Dayikên AştiyêMEBYA-DERsaziyên sivîlSerdanan GoristananStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

1 COTMEH 2026
MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

30 ÎLON 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne