• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Stenbol / AW

23 GULAN 2026 - 12:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1014emîn de li aqûbeta Pîro Ay ê ku di 15ê Gulana sala 1994an de hatibû binçavkirin û windakirin, pirsîn. Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan di çalakiyê de diyar kir ku ew dixwazin yekîneya Wezareta Dadê ava kiriye bi mijara windayan ve mijûl bibe û got: “Heke windayek hebe faîl jî heye.”

Mirov-Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1104emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Dayikên Şemiyê, xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê, endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan, Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.

Di hefteya 1104emîn de Dayikên Şemiyê li aqûbeta Pîro Ay ê ku di 15ê Gulana sala 1994an de hatibû binçavkirin pirsîn. Daxuyanî ji aliyê Mirova Şemiyê Jiyan Kaya ve hate xwendin.

‘Tu agahî ji Pîro Ay nehat girtin’

Jiyan Kaya diyar kir ku her kes ji bo cejnek din bi kelecan e lê ew ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin û faîlên wan werin darizandin li vir in û wiha got: “Çiqas desthilat guherîn jî lê polîtîkayên bêcazahiştinê her dem berdewam kir. Em di hefteya 1104emîn de ji bo Pîro Ay li vir in. Di 15ê Gulana sala 1994an de li navçeya Dêrikê leşkeran dest bi operasyonekê kir. Leşkeran Pîro Ay û gundiyê bi navê A.D., bi hinceta ‘alikarî dane PKKê’ binçav kirin. Piştî bûyerê malbata Pîro Ay ji bo aqûbeta wî hîn bibe, li çiya û newalan li wî geriya û li ber çemekî şopa xwînê dîtin. Piştî wê tu agahî ji Pîro Ay nehat wergirtin. Bavê Pîro Ay, Bedîr bi lez çû Qerekola Uçyolê, Fermandariya Cendermeyan a Dêrik û Dozgeriya Dêrikê lê tevî hemû hewldan û serlêdanan jî heman bersiv hate dayîn; ‘Pîro Ay nehatiye binçavkirin’.”

‘Polîtîkaya bêcezahiştinê ket meriyetê û Musa Çîtîl beraet kir’

Jiyan Kaya destnîşan kir ku piştî di ser bûyerê de 18 sal derbas bûn bi hewldana ÎHDa Mêrdînê lêpirsîn hate destpêkirin û got: “Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di 6 bûyerên cuda de îdianame amade kir. Di 16ê Tirmeha 2012an de bi gotina ‘guman hebe û tune be jî bi kêfî gelek kes hatine kuştin, ev hatiye tespîtkirin’ di îdianameyê de cih girt. Di wê demê de Musa Çîtîl wekî Fermandarê Cendermeyan ê Navçeya Dêrikê peywîrdar bû. Bi erêkirina îdianameyê derbarê Musa Çîtîl de doz hate vekirin. Lê di dozê de polîtîkaya bêcezahiştinê ket meriyetê û Musa Çîtîl beraet kir. Mafê me heye ku em rastiyê bizanibin. Kesên ku li ber çavên malbatê; Pîro Ay binçavkirin kî bûn? Çi bi serê Pîro Ay hat? Çend sal derbas dibin bila bibin em ê li aqûbeta kesên winda bipirsin.”

Buldan: Ji bo aştiyek bi rûmet divê faîl bên dîtin 

Pervîn Bûldan axivî û jî anî ziman ku têkoşîna wan dê berdewam bike û wiha axivî: “Wezarata Dadê yekîneyek ava kiriye. Em jî dixwazin ew yekîne dest bide me û bi êşên me re jî mijûl bibe. Em dibêjin heke windayek hebe faîl jî heye. Heke aştî pêk were divê faîl jî bên dîtin ku aştiyek bi rûmet pêk were.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

Etîket: Dayikên ŞemiyefaîlMirov-Dayikên ŞemiyêPervîn BuldanWinda
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

5 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne