• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Heke hûn aştiyê bixwazin divê hûn mafê gelê Kurd nas bikin’

Mahmût Altintaş / AW

1 SIBAT 2025 - 08:36
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Sêrt – Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş têkildarî tayînkirina qeyûm li ser Şaredariya Sêrtê anî ziman ku desthilat ji aliyekî ve qala aştiyê dike û ji aliyê din vê jî polîtikayên xwe yên li dijî gelê Kurd berdewam dike û got: “Heke hûn aştiyeke bixwazin divê hûn mafê gelê Kurd nas bikin”

Wezareta Karên Navxweyî yê Tirk di 29ê çile de qeyûm tayînî şeredariya Sêrtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) kir. Piştî qeyûm tayînî şeredariyê kirin Hevşeredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ji peywîrê hatin dûrxistin û li şûna wan Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya peywîrdar kirin. Piştî tayînkirina qeyûm, hevşeredar, endamên meclisê yên şeredariyê, parlamenterên DEM Partiyê û xelkê Sêrtê li ber şeredariyê dest bi çalakiyê kirin. Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm di roja 4an de didome. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş ku ji roja ewil ve li ber şeredariyê di nava çalakiyan de ye têkildarî tayînkirina qeyûm a li ser şeredariyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Sabahat Erdogan Saritaş bi lêv kir ku bi sepana qeyûm re qanûnên Tirkiyeyê jî hatinê binpêkirin û got: “Şeredariya me hat desteserkirin. Li Tirkiyeyê tenê navê demokrasiyê hebû. Lê niha edî navê demokrasiyê jî nema. Hemû qanûnên xwe binpêkirin. Di taritiya şevê de hê roj hilnehatibû bi fermanekê şeredariya me dorpêç kirin û desteser kirin. Lê em dibêjin ew 3 carin vîna gela kurd hat desteser kirin. Lê gelê kurd hertim di hilbijartinan de bersiva desteserkirina vîna xwe da. Gelê Sêrtê bi sekna xwe nîşan da ku ew qeyûman naxwazin û li dijî qeyûman in. Ne tenê gelê kurd, gelê ereb û tirk jî bi tevahî sekna xwe ya li dijî pratîka qeyûm nîşan dan. Ev yek bêtahamuliya li dijî gelê Sêrtê ye.”

‘Qanûna Tirkiyeyê îflas kiriye’

Sabahat Erdogan Saritaş bal kişand ser cezayê li hevşeredara Sêrtê Sofya Alagaş hatiye birîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibêjin em li gor qanûnê tevdigerin. Lê dema em li dosyaya ku ceza li hevşeredara me hatiyê birîn dinerin, di nav de qanûn tune ye. Hemû kes bûne memurê desthilatê û li gor fermanê tev digerin. Tu kesê li gor mekazagonê tev bigere nemaye. Ew yek îflaskirina qanûna Tirkiyeyê nîşan dide. Ev yek ji bo dîroka gelê Kurd jî ya Tirk jî girînge. Ji ber ku dema serokkomarê AKPê yê niha Erdogan şeredarê Stenbolê bû li vir helbestek xwend û ji peywirê hat dûrxistin. Gelê Sêrtê li dijî neheqiyê jî bertek nîşan da. Lê îro heman kes vîna gelê Sêrtê cara 3yemîn desteser dike.”

‘Gelê Sêrtê jî li dijî vê yekê dengê xwe bilind dike’

Sabahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku ew ê li dijî tayînkirina qeyûm li ser şeredariyê çalakiyên xwe bidomînin û ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinê de bi hezaran karmend ji derve anîn Sêrtê û xwestin di hilbijartinê de vîna gelê Sêrtê desteser bikin. Lê gelê Sêrtê li dijî vê qirêjiyê bi 10 hezar ferq bersiv da. Gotin em vê yekê qebûl nakin. Lê îro bi rêya darizandinek dijhiqûqî şeredarî desteser kirin. Ev biryareke li dijî hemû qanûnan e. Gelê Sêrtê jî li dijî vê yekê dengê xwe bilind dike. Welatiyên Sêrtê li dijî vê çalakiya xwe li ber şeredariyê didomînin. Em duh jî di nava gelê xwe de bûn. Gelê me jî li dijî vê bêhiqûqiyê nerazîbûna xwe anîn ziman. Gel vê yekê qebûl nake.”

‘Divê hebûna Kurdan qebûl bikin’

Sabahat Saritaş têkildarî hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re jî anî ziman ku dewlet di gotin û kiryarên xwe de ne samîmî ye. Sabahat Erdogan Saritaş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin bi rêya demokratîk û aştiyane pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Lê niha durûtiyeke mezin heye. Ji aliyekî vê dibêjin em dixwazin xwişk û biratiya gelê Kurd û Tirk pêk bînin û li aliyê din ve jî polîtikayên xwe yên li dijî gelê Kurd didomînin. Rêzdar Abdullah Ocalan bi salan e vê yekê dibêje. Lê di vir de dirûtî heye. Heke hûn aştiyeke bixwazin divê hûn mafê gelê Kurd nas bikin. Vîn û nasnameya gelê Kurd nas bikin. Li gorî wê em dikarin qala pêvajoyeke bikin. Lê hûn ê ji aliyekî ve êrişên xwe yên li dijî Rojava bidomînin, ji aliyekî ve vîna gelê Kurd desteser bikin, ew dirûtî ye. Divê gotin û kiryarên wan yek bin ku gelê Kurd jî li gorî wê gotinên wan bawer bike. Em ji paşta gav navêjin. Em li pişt gotina xwe ne. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Hemû saziyên dewletê riziyane û qeyraneke mezin ji her alî ve heye. Sedema vê yekê jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Divê rastiya gelê Kurd bê qebûlkirin ku em bi gotinên wan bawer bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne