• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

Amed / AW

17 GULAN 2026 - 14:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengiya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” li Amedê tê birêvebirin. Di komxebatê de hate gotin ku divê mafê zimanê dayikê û hemû mafên zarokan werin parastin. 

Bi pêşengtiya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û bi tevlibûna gelek saziyên sivîl ên ji bajarên heremê li Amedê Komxebata “Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” hate lidarxistin. Komxebata ku du roja dê berdewam bike îro dest pê kir. Di komxebatê de endamên saziyên zarokan, saziyên sivîl û gelek kesan cih girtin. Endamê Komaleya Berî Her Tiştî Zarok Mazlum Mengûç, Serokê Daîreya Xizmetên Civakî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Omer Saman, endama Navenda Mafên Zarokan a FÎSAyê û parêzvana mafên zarokan Ezgî Koman, derûnnas Hatîce Goz weke axêver tev li komxebatên bûn.

‘Ji bo parastina ziman hewl bidin’

Di destpêka komxebatê de Seroka Komaleya Berî Her Tiştî Zarok Rezan Kaya axivî. Rezan Kaya bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û axaftina zimanê zikmakî ya bi zarokan re û wiha got: “Zarok bi gelemperî bi zimanê xwe yê dayîkê bi hevalên xwe re dilîzin. Çîrokên ku ji zarokan re tên gotin, zimanê dayikê ye. Zarokê ku zimanê dayikê nizane, asîmîle dibe. Lêbelê, zimanê dayikê, zimanê ku zarok pê mezin dibe, pê re dijî û pê re hestên xwe tîne ziman e. Ev ziman, ji bo pêşketina psîkolojîk a zarokan jî gelek girîng e. Gava ku zarok bi zimanê dayikê mezin nebin, wê hestê bi kêmasiyê dikin û ev yek bandoreke neyînî li ser jiyana wan dike. Ji ber vê yekê, divê em hemû ji bo parastin û pêşvebirina zimanê dayikê hewl bidin.”

Rapor û xebatên li ser zarokan hatin parvekirin

Piştî axaftina Rezan Kaya; Mazlum Mengûç “Rapora xebata qadê ya binpêkirina mafên zarokan a li 5 bajarên heremên erdhejê” pêşkeş kir, Omer Saman jî “Xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên li ser zarokan” parve kir. Piştî axaftina Omer Saman navberek kurt hate dayîn. Dû re di rûniştina ewil a komxebatê de ku moderatoriya wê Selvî Tûnç kir, Ezgî Koman li ser mijara “Li Tirkiyeyê ji aliyê maf û azadiyên zarokan ve lawazbûna berpirsiyariya giştî” axivî. Dû re Hatîce Goz jî li ser mijara “Di jiyana rojane de li mafên zarokan nêrîn” axivî.

Komxebat dê bi rûniştina duyemîn berdewam bike.

Etîket: Komelaya Berî Her Tiştî ZarokKomxebata 'Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re”
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

15 GULAN 2026
’20 Mijdarê Roja Mafên Zarokan ji bo welatê me girîng û watedar e’

’20 Mijdarê Roja Mafên Zarokan ji bo welatê me girîng û watedar e’

19 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne