• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

Firat Tunç-Ugur Dînler / AW

14 GULAN 2026 - 13:13
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût û aktivîsta TJAyê Arzû Karaman ji bo meşa “Gavek ji bo aştiyê” ku dê di 16ê Gulanê de li Amedê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir û gotin: “Werin em bi hev re li aştiyê xwedî derkevin û ji bo aştiyê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin.”

DEM Partî, di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo avêtina gavan a dewletê û çêkirina qanûnan dest bi çalakiyên “Gavek ji bo aştiye” dike. DEM Partî ji bo daxwazên gel bi cih werin û ji bo pêşvebirina pêvajoyê qanûnên pêwîst bên çêkirin li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê di vê çarçoveyê de meşên girseyî li dar bixe. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo tevlibûna gel a pêvajoyê daxwazên hevpar a gelan dê bi rêya vê çalakiyê li qadan bê destnîşankirin. Aktivîsta TJAyê Arzû Karaman, Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût û Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, derbarê meşa ku dê di 16ê Gulanê de saet di 19:00an de ji ber Zindana Amedê ya li navçeya Rezanê heta ber Plazaya AZC ya Ofîsê bê lidarxistin, banga tevlibûna meşê kir.

‘Werin em xwedî li aştiyê derbikevin’

Arzû Karaman bi bîr xist ku li ser banga Devlet Bahçelî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir û got: “Em mêze dikin ev sal û nîve ji aliyê dewlet û hikûmetê ve gav nehatiye avêtin. Divê êdî hin tişt şênber bibin. Hêviya gel ji vê pêvajoyê çêbû û gel xwedî li vê pêvajoyê derket. Daxwaza jinan, ciwanan û hemû gelan ew e ku azadiya birêz Abdullah Ocalan pêk bê û di şert û mercên baş de pêşengtiya vê pêvajoyê bike. Ji ber vê yekê jî me biryara meşê girt. Ji bo aştiyê gavek bê avêtin em ê di 16ê Gulanê de bimeşin. Em ê weke jin pêşengtiya vê meşê bikin, werin em xwedî li aştiyê derbikevin û azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk bînin.”

‘Werin em bi hev re ji bo aştiyê gavekê biavêjin’

Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût jî da zanîn ku ev zêdetirî salekê ye pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dimeşe û ketiye qonaxeke nû û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de çi berpirsyarî ket li ser milê Tevgera Azadiyê bi cih anî. Lê hêj jî ji aliyê dewlet û hikûmetê ve gav nehatiye avêtin. Hêviya gel ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Daxwaza Gelê Kurd ew e ku divê êdî gavên hiqûqî bên avêtin û statuya Rêberê Gelê Kurd zelal bibe. Kesên ku pêşeroja xwe dixwazin, şer naxwazin, azadî û aştîxwaz divê 16ê Gulanê de saet 19:00an de werin em bi hev re ji bo aştiyê gavekê biavêjin.”

‘Werin em dengê xwe bilind bikin’

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî destnîşan kir ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewletê hê jî gaveke berbiçav neavêtiye û got: “Sermuzekerevanê vê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e. Îro di nava çar dîwaran de hê jî şert û mercên wî rast nebûye. Hemû gel daxwaz dikin ku birêz Ocalan azad bibe. Li ser vê bingeha aştiyê ku em dibejin em ê ava bikin, em dixwazin dewlet jî demildest gavên hiqûqî biavêje. Yên ku aştiyê dixwazin bila di 16ê Gulanê de werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin û daxwaza aştiyê bikin, daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bikin.”

Etîket: Abdullah OcalanArzu KaramanGavek ji bo aştiyêGulşen OzerMeşa Gavek ji bo aştiyêRuçem Vefa Elyakut
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne