• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

Bîlal Guldem - Lezgîn Akdenîz / AW

14 GULAN 2026 - 10:20
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Amed – Demsala biharê li navçeya Girê Sor ango Sêwregê bi kulîlkên sor xeml û xêla xwe nîşan dide. Kulîlkên sor ku li zeviyên beyar bi xwezayî şîn bûne, bi sedan donim zevî sor kirin e. Nav kulîlkan bûye cihê geştiyariya welatiyan û ev deryaya kulîlkan xwe raberî mirovan dike.

Me şeş meh zivistana dijwar û hişk li pey xwe hişt. Berf heliyan, hêdî hêdî baran disekine, kan û rûbar der bûn û axa Kurdistanê bi kulîlk bişkivîn û her der bi kulîlkên sor xemilî. Dema meriv van kulîlkên sor dibîne, yekser hevoka, “Kulîlkên welat sor bûn, bilbil bi gula şabûn…” tê bîra mirov. Navê van kulîlkan hin kes jê re dibêjin nîsanok, gulenîsan, anemon û gelek navên din jê re tên gotin. Tenê ne rengê van kulîlkan sor e, navê devera ku ev kulîlk lê bişkivîne jî Girê Sor e.

Heta çav dibînin her der sor e

Girê Sor ango Sêwreg navçeya Rihayê ye. Ev navçe di navbera Riha û Amedê de ye û navçeyek gelek mezin e û bi cih û warên xwe tê nasîn. Du sê kilometre nêzî navenda Sêwregê li ser rêya Amedê bi hezaran donim zeviyên beyar bi kulîlkên sor xemilî ne û rengîniya biharê xwe nîşanî mirovan dide. Bihar bi van kulîlkan xeml û xêla xwe nîşan dide. Heta ku çavê mirovan dibîne, her der rengê sor xuya dike. Deryaya kulîlkan, kevirên mezin ku di nav zeviyan de ne jî di nav xwe de winda dike.

Bi hezaran welatî diçin wêneyên xwe digirin

Piştî ku hêdî hêdî baran sekinî, erd hinekî ziwa bû ev zeviyên kulîlkan di rojên dawî de bişkivîn û ev der bûye cihê geştiyariyê. Her roj bi hezaran welatî tên serdana vir û di nav van kulîlkan de hem seyranê dikin û hem jî wêneyên xwe digirin. Gelek welatiyên ku rêwî ne jî wesayîtên xwe disekinînin û tên nav kulîlkan wêneyên xwe digirin û paşê diçin.

Wekî festîvala kulîlkan e

Her sal ev dever bi van kulîlkan sor dibe û rengîniya xwe dide derdorê. Zarokên ku bi dê û bavên xwe re tên nav zeviyên kulîlkan, baq û gurzên kulîlkan ji xwe re berhev dikin. Ev zeviyên kulîlkan dibe wek festîvala kulîlkan. Ev kulîlk dîmenên balkêş û ezamet bi xwe re derdixe holê, xweşikî û bedewiya biharê nîşan dide. Lê belê temenê van kulîlkan kurt e, herî zêde 15-20 roj li ber xwe didin û paşê kulîlk dixeritin.

Xemsarî ahengiya kulîlkan xera dike

Li aliyekî ev zevî bûne wek deryaya kulîlkên û her der sor dike, li aliyekî jî hin cotkarên gundên derdorê bi traktoran di ser van kulîlkan de diçin û tên. Traktor û amûrên din aheng û rengîniya kulîlkan xera dikin. Welatiyek ku traktora xwe di nav kulîlkan de diajot ket ber kadraja me. Ev jî xemsariya li hemberî vê xwezaya xweşik a bêhempa nîşan dide. Diviyabû ev dever û cihên bi vî rengî ji bo geştiyariya welatiyan ji amûrên cotkariyê û amûrên din were parastin lê xemsarî heye.

Ruxmê talanê jî xweza li ber xwe dide

Axa Kurdistanê ji bo her cure kulîlk û giyayan dewlemend e û hema bêje her tişt lê şîn dibe. Tevî ku ev ax zêr û zîv e jî lê di hedefa şîrketan de ye û ji bo madenê, jeotermalan, bendavan û gelek tiştên din tê talankirin. Li şûna ku ev xwezaya rengîn û wek biheştê bê parastin roj tune ku ji bo wê biryarek xerab nayê girtin.

Etîket: biharBîlal Guldemdemsala biharêGirê Sorkulîlkkulîlkên sorLezgîn AkdenîzSêwregxemla biharê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Westan bi gul û kulîlkên biharê xemiliye

Westan bi gul û kulîlkên biharê xemiliye

24 GULAN 2026
Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

9 GULAN 2026
Biharê rûyê xwe nîşanî Artemêtan da

Biharê rûyê xwe nîşanî Artemêtan da

8 GULAN 2026
Navçeya Pîranê bi rengên biharê xemilî ye

Navçeya Pîranê bi rengên biharê xemilî ye

2 GULAN 2026
Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

24 NÎSAN 2026
Şanoger û beşdaran festîvalê nirxand: Armanca vê festîvalê aştî, biratî û wekhevî ye

Şanoger û beşdaran festîvalê nirxand: Armanca vê festîvalê aştî, biratî û wekhevî ye

23 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne