• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Waliyê Hewlêrê: Divê Tirkiye gavên lezgîn biavêje ku aştî li herêmê bi cih bibe

Fexredîn Kiliç - Sîpan Batmaz / AW

14 GULAN 2026 - 08:43
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav ku tev li forûma aştiyê bû destnîşan kir ku divê Tirkiye gavên lezgîn biavejê ku aştî li herêmê bi cih bibe û diyar kir ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê hemû girtiyên siyasî bên berdan ku baweriya bi pêvajoyê xurt bibe.

Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin di 12ê Gulanê li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir û wê heta 17ê Gulanê bi çalakiyên cûr bi cûr dê berdewam bike. Ji tevahiya Kurdistanê, ji bajarên Tirkiyeyê û gelek deverên cîhanê beşdar û axêver di atolyeyan de diaxivin.

Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav ku bi şandeyeke ji Başûr tev li forûmê bû ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Em encamnameya vê forûmê gelekî girîng dibînin’

Omîd Xoşnav da zanîn ku bi şandeyeke ji başûrê Kurdistanê tev li forûmê bûne û wiha got: “Em şandek ji Herêma Kurdistanê, ji bajarên Hewlêr û Duhokê, bi vexwendina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê bi kêfxweşî hatin vê konferansê. Ev konferans ji bo tespîtkirina astengîyên li ber aştîyê, çareserkirina wan, vekirina rêyên dîyalogê û bidestxistina mafên azadîyê gelekî girîng e. Girîngîyeke din a vê konferansê jî ew e ku her komele û sazî tê de tê guhdarkirin. Em encamnameya vê forûmê gelekî girîng dibînin.”

‘Em dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve û aştî mayînde bibe’

Omîd Xoşnav bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a li Bakur û Tirkiyeyê tê birêvebirin û wiha domand: “Bakurê Kurdistanê gelek şer, alozî û demên nexweş derbas kirin; em hêvî dikin ku ev bûyer careke din dubare nebin. Îro li Bakur siyasetmedar dixwazin ku proseya aştiyê bi ser bikeve. Li Başûrê Kurdistanê jî her kes, bi taybetî cenabê Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêmê û Serokê Hikûmetê, bi berdewamî piştgirîya proseya aştîyê dikin û hêvî dikin ku ev prose bi serkeftî û bi aştiyeke mayînde bi dawî bibe. Di vê konferansê de li ser proseya aştîyê gelek armanc hatin diyarkirin û komele û kesayetên beşdar çend roj in pêşnîyarên xwe pêşkêş dikin. Em jî wekî beşdar dixwazin ku ev konferans û ev pevajo bi ser bikeve û aştî bibe mayînde.”

‘Sed rojên guftugoyê ji saetek şer çêtir in’

Omîd Xoşnav di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: “Wekî Herêma Kurdistanê, em ji her du alîyan hêvî dikin ku gavan ber bi aştîyê ve biavêjin. Gotineke cenabê Serok Barzanî heye, dibêje: Sed rojên guftugoyê, ji saetek şer çêtir in. Çavên me û çavên gelê Kurdistanê li ser pêvajoya aştîyê ne û em piştgirîyê didin vê yekê. Em hêvî dikin ku Hikûmeta Tirkiyeyê û alîyên peywendîdar nîyeta xwe ya aştîyê bi awayekî xurt nîşan bidin û ji bo encamgirtina vê pêvajoyê gavên lezgîn bihavêjin da ku aştî li herêmê bi temamî bi cih bibe.”

‘Daxwaza aştiyê ya hemû parçeyên Kurdistanê û hestên neteweyî girîng in’

Omîd Xoşnav bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan û wiha pê de çû: “Dema em li hemû Kurdistanê dinêrin, peywendîyên me bi herêmên din re baş in; lê belê pêwîst e wekî sivîl û hemwelatî peywendîyên me hîn xurttir bibin. Her çend peywendîyên fermî û dewletî baş bin jî, divê di asta biratîyê de têkilîyên me zêdetir bibin. Gelê me yê Başûr gelekî hez dike ku bi birayên xwe re têkilîyên xurt deyne. Her wiha, ew piştgirîya ji bo Rojavayê Kurdistanê her tim di bîra me de ye. Dema li Başûrê Kurdistanê em rastî şerê DAIŞê hatin, hemû Kurdan piştgirîya me kir. Kurd divê her tim piştgirîyeke neteweyî û hevbeş nîşan bidin.

Kurd di dîrokê de di warê piştgirî û piştgirîya hevdû de qet qels nebûne. Kurdan şer kiriye, lê ev şer ji bo parastina xak û mafên wan û ji bo aştîyê bûye. Heya niha Kurdan nexwestiye şer bikin, lê carinan neçar mane ku xaka xwe biparêzin. Ji ber vê yekê, ne tenê di nav gelan de, di asta hikûmetan de jî daxwaza aştîyê ya hemû parçeyên Kurdistanê û hestên neteweyî gelekî girîng in.”

‘Bi azadbûna girtiyên siyasî re dê pêvajoya aştiyê xurttir bibe’

Omîd Xoşnav di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê ewilî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî bên berdan û got: “Em hêvîdar in ku hemû girtîyên siyasî yên ku dikarin di proseya aştiyê de bi roleke girîng rabin, bên azadkirin. Bi azadbûna wan re, proseya aştiyê dê hîn bi bawerî û xurtî bi rê ve biçe.”

Etîket: Fexredîn KiliçForûma Aştî û Azadiya CivakîSîpan Batmazwaliyê Hewlêrê Omîd Xoşnaw
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

4 TEBAX 2026
Rotînda: Şehadeta Hozan Serhad windahiyeke pir zû û mezin bû

Rotînda: Şehadeta Hozan Serhad windahiyeke pir zû û mezin bû

22 TÎRMEH 2026
Cihê kêfxweşî û lîstika zarokan: Kaniya Enzelê

Cihê kêfxweşî û lîstika zarokan: Kaniya Enzelê

14 TÎRMEH 2026
Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

25 HEZÎRAN 2026
Waliyên Herêma Kurdistanê serdana rêxistina DEM Partiyê ya Wanê kirin

Waliyên Herêma Kurdistanê serdana rêxistina DEM Partiyê ya Wanê kirin

8 HEZÎRAN 2026
Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

16 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne