Amed – Dayika bi navê Fadîme Uluş ji bo ku gora lawê xwe Cîhan Uluş ku di Adara 2006an de li Çiyayê Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest daye bibîne tevî nexweşiyên xwe ji Fransayê berê xwe da Şirnexê û gora lawê xwe li Şehîdgeha Çiyayê Cûdî dît.
Di têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd a 52 salan de bi deh hezaran kesan ji bo azadî, maf û hebûna gele Kurd û Kurdistanê canê xwe ji xwe ji dest dan. Bi hezaran cangorî an bêgor in an jî li şehîdgehên ku Tevgera Azadiyê di “pêvajoya çareseriyê” ya di sala 2013an û 2015an de ava kirin û piştre ji aliyê dewletê ve hatin hilweşandin, hatibûn veşartin. Yek ji van cangoriyan jî Cîhan Uluş (Yilmaz Xorto) ê ku di sala 1999an de tev li Tevgera Azadiyê ya Kurd dibe û di 31ê Adara 2006an li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê bi 3 hevrêyên xwe re di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide ye.
Cîhan Uluş ji mezraya Tahtali ya gundê Sevdîlî yê navçeya Elbistan a Mereşê ye. Cîhan Uluş di sala 1996an de bi malbata xwe re koçî Fransayê dike û ji wir tev li nav refên Tevgera Azadiyê dibe. Dema Cîhan li Çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest dide birayê wî Hasan Uluş û çend ferdên malbatê ji bo ku cenazeyê wî bigirin berê xwe didin navçeya Silopiyayê ya Şirnexê. Lê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê ji malbatê re dibêje ku li cihê pevçûnê tu cenaze nîn in. Li ser vê yekê malbat vedigere.

Li ser medyaya dîjîtal dîmenekî ku kêla gora lawê wan tê de bû dîtin
Malbata Uluş ku li bajarê Milhaaus yê Fransayê dimîne ji roja ku Cîhan tev li dibe heta ku canê xwe ji dest dide tu agahiyan jê nagire. Malbat ev 20 sal in jî tu agahî ji cenazeyê lawê xwe negirtibû. Dayika Cîhan Uluş, Fadîme Uluş a 88 salî ku nexweşiyên dil û piş pê re hene û bi cihazekî oksîjenê dijî, ket pey dîtina gora lawê xwe. Malbat beriya çend rojan li ser medyaya dîjîtal dîmenekî ku kêla gora lawê wan tê de bû dît. Dayîka Fadîme ya nexweş û di nav nivînan de bi vê agahiyê baş dibe û ji zarokên xwe dixwaze ku biçe ser gora lawê xwe.
Li ser vê yekê zarokên wê bi wî kesê ku dîmen parve kiriye re dikevin têkiliyê. Piştî ku malbatê derbarê cihê gora Cîhan de agahî girtin, dayika Fadîme li gel zarokên xwe Elîf, Sûltan, Hasan û Mehmet Uluş ji Fransayê berê xwe dan Şirnexê û nêzî çar hezar kîlometreyan bi wesayîta xwe hatin.
Malbat beriya ku biçe Şirnexê serî li Komeleya Yekîtî Çand Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên ku di Dêrguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) ya Amedê da. Rêveberên MEBYA-DERa Amedê bi malbatê re çû Şirnexê. Li Şirnexê rêveberên MEBYA-DERa Şirnexê malbat pêşwazî kir û bi wan re berê xwe dan Şehîdgeha Cûma Bilîkî û Binevş Edessa ya li gundê Sipîndarokê yê Şirnexê ya ku gorên endamên PKKê, HPGê û YJA Starê lê veşartî ne.
Piştî lêgerîneke dirêj kevirê gora birayê xwe dîtin
Piştî rêwîtiyek dijwar xwişk û birayên Uluş û rêveberên MEBYA-DERê gihiştin şehîdgeha wêranbûyî, lê dayika wan Fadîme Uluş ji ber pirsgirêkên tenduristiyê 500 metre dûrî şehîdgehê ma. Dema ku xwişk û birayên Uluş gihîştin şehîdgehê, piştî lêgerîneke dirêj kevirê gora birayê xwe di nav gorên wêranbûyî de dîtin. Xwişk û birayên Uluş diyar kirin ku hemû gor ên birayê wan in û piştî ku demek dirêj di nav goran de geriyan hêsir rijandin. Endamên malbatê berî ku vegerin ji her gorekê hinek ax ji bo dayika xwe hilgirtin. Malbat beriya ku biçin Fransayê çûn gundê xwe yê li navçeya Elbistana Mereşê. Fadîme Uluş derbarê lawê xwe û armanca hatina xwe de li Amedê ji Ajansa Welat re axivî.
‘Min soz daye hevalan ez ê biçim çiyê’
Fadîme Uluş wiha qala tevlibûna lawê xwe kir: “Min rojekê mêze kir lawê min ji mala me ya li Fransayê ket hundir. Got ‘dayê ez diçim’. Min got dê bi ku ve biçî. Got ‘ez ê herim çiyê, min soz daye hevalan. Ez da li memleket biçim te nehişt, te ez anîm vir, ez ê biçim’. Got ‘tu bimirî jî ez ê pê li te bikim û herim’ Min êdî dengê xwe nekir. Çawa ku çavên Abdullah Ocalan girtî dîtin çû.” Dayîka Fadîme Uluş da zanîn ku ji roja ku çûyî heta roja jiyana xwe ji dest da agahî ji lawê xwe negirtin û agahiya şehadeta wî ji televizyonê girtin. Fadîme Uluş bi lêv kir ku dema agahiya şehadeta wî bihîstin keç, kur û neviyekî wê ji bo pirsa cenazeyi bikin çûne navçeya Silopiya ya Şirnexê û wiha domand: “Gelek lê geriyan lê cenaze nedîtin. Dozgeriyê got li cihê bûyerê tu cenaze nehatine dîtin. Pişt re jî me tu agahî bi dest nexistin.”
‘Çawa min bihîst ku dîmenê gora wî peyda bûne ez baş bûm’
Fadîme Uluş destnîşan kir ku li ser medyaya dîjîtal dîmenekî ku kêla gora kurê wê tê de xuya dikir dîtine, li ser vê yekê ji bo dîtina gora kurê xwe ji Fransayê bi rê ketine û hatine ji bo biçin Şirnexê û wiha pê de çû: “Ez li nexweşxaneyê bûm. Xwîn ji devê min dihat. Bijîjk got here hemû malbata xwe bibine. Ez ser hişê xwe çûbûm. Pişt re min bihîst ku dîmenê gora Cîhan hatiye dîtin. Pişt re min got ‘ez ê ji vê nexweşiyê xelas bim, ez ê herim gora lawê xwe bibinim.’ Çawa min bihîst ku dîmenê gora wî peyda bûne can hate min. Ez çûyî bûm.”
Fadîme Uluş di dawiya axaftina xwe de xwest ku dayik negirîn û aştî çêbibe.



















