• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Akbaş piştî 31 salan hat berdan, berdana 3 girtiyan hat taloqkirin

Bolû / AW

13 GULAN 2026 - 18:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hîkmet Akbaş ê ku 31 sal in girtîbû ji Girtîgeha Bolûyê hate berdan. Hîkmet Akbaş piştî ji girtîgehê derket diyar kir ku heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad nebe ew jî azad nabin. Her wiha berdana 3 girtiyên ku zêdetîrê 30 sal in girtî ne heta 6 mehan hat taloqkirin.

Hîkmet Akbaş ê ku di sala 1995an de li Edeneyê hatibû girtin, piştî 31salan ji Girtîgeha Bolûyê hate berdan. Hîkmet Akbaş ji aliyê malbata xwe, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û gelek kesan ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.

‘Serok azad nebe tu kes azad nabe’

Hîkmet Akbaş piştî girtîgehê derket axivî û diyar kir ku ji bo berdana xwe keyfxweş e lê belê ji bo hevalên wî yên di girtîgehê de ne xemgîn e û got: “Tecrîda girtîgehan didome. Blokên ku hevalên me tên girtin ji hevdû cuda kirine. Zextên rêveberiya girtîgehê li ser girtiyan didome. Di girtîgehan de derbeya 2016an hê jî berdewam dike. Di Girtîgeha Bolûyê zext û zordarî li ser girtiyan didome. Her çiqas ez derketim jî hevalên me di girtîgehê de, hevalên nexweş hê jî girtî ne. Serokê me jî hê jî girtî ye. Heta ku Serokê me bi awayekî fîzîkî azad nebe em jî azad nabin. Serok azad nebe tu azad nabe. Parçeyekî me derket lê parçeya me ya herî mezin jî Serok Apo ye. Em dizanin ku çareseriya li Rojhilata Navîn pradîgmaya Serok Apo ye.”

Berdana 3 girtiyan hat taloqkirin

Tehliyeya Ahmed Abdî Îbrahîm, Tuncay Dogan û Nurettîn Ataman ji aliyê Lijneya Îdarî û Şopandinê ya li Girtîgeha Bolûyê ve hate taloqkirin. Ahmed Abdî Îbrahîm ev 32 sal e girtiye, Tuncay Dogan li navçeya Xelata Bedlisê 1ê Hezîrana 1994an de hatiye girtin û ev 32 sal e girtiye û Nurettîn Ataman jî sala 1993an de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hatiye girtin û ev 33 sal 4 meh e girtiye, îro berdana heta 6 mehan hat taloqkirin. Bi vê biryarê re berdana Ahmed Abdî Îbrahîm 7 caran, Nurettîn Ataman 9 caran û Tuncay Dogan jî 5 caran hat taloqkirin. Li gorî agahiya parêzeran her 3 girtî jî bi hinceta “çalakiya derî xistinê kirine, dirûşmeya Bijî Serok Apo berz kirine û tev li greva birçîbûnê bûne” berdana wan hatiye taloqkirin.

Etîket: 3 girtî31 salberdangirtiHîkmet Akbaştaloq
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li ber Wezaretê bang kirin: Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe

6 COTMEH 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan

4 ÎLON 2026
Berdana Cîn û Îdem ên ku 30 sal in girtî ne hatin taloqkirin

Berdana Cîn û Îdem ên ku 30 sal in girtî ne hatin taloqkirin

20 TEBAX 2026
Serhat Eren: Nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî dê bên berdan

Serhat Eren: Nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî dê bên berdan

6 TEBAX 2026
Sevîl Rojbîn Çetîn ji girtîgeha Amedê hate berdan

Sevîl Rojbîn Çetîn ji girtîgeha Amedê hate berdan

28 TÎRMEH 2026
Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

Girtiya nexweş Ayşe Kayra hate berdan

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne