• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parêzerê malbata Dîrîl: Ez bi guman im ku ev doz jî weke ya Gulistan Dokû be

Şirnex / AW

12 GULAN 2026 - 14:08
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Parêzerê Doza Hurmuz Dîrîl ku 6 sal berê li Elkê hatibû windakirin taloqî 2yê Tîrmehê hat kirin. Parêzer Rojhat Dîlsîz di danişînê de got ku gumana wî heye ku ev doz jî weke ya Gulistan Dokû be.

Danişîna 2yemîn a doza Hurmuz Dîrîl ê ku 11ê Çileya 2020an hatibû windakirin li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bi tevilbûna malbata Dîrîl, parêzerên malbata Dîrîl, parêzerên endamên OHDê, rêveberên ÎHDê, Parlementerê DEM Partiyê yê Şirmex Mehmet Zekî Îrmez hate lidarxistin. Apro Dîrîl ê ku ji dozê girtî ye û li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Şirnex tê girtin û fermandarê pispor Ahmet Taşdemîr bi rêya SEGBÎSê tev li danişînê hatin kirin.

Di destpêka danişînê de heyeta dadgehê mafê axaftinê da Apro Dîrîl. Aprol Dîrîl got ku ew gotinên xwe yên dozgeriyê dubare dike.

Piştî vê yekê keça Hurmuz Dîrîl ji heyeta dadgehê xwest ku çend pirsan ji frrmandarê pispor Ahmet Taşdemîr bike.

Li ser pirsên keça Hurmuz Dîrîl, Ahmet Taşdemîr wiha axivî: “Beriya niha min gotibû 4 cerdevan çûne gundê Mêhrê û çek xistine bin erd. Ev cerdevan bêyî ku destûrê bixwazin û bêyî ku bi awayek fermî peywir bistînin çûne gundê Mêhrê û li ser vê yekê gelek guman li gel min çêbûn. Derbarê buyerê de ez dikarin van gotinan bibêjim.”

Piştî axaftina Ahmet Taşdemîr, parêzerê malbata Dîrîl, Rojhat Dîlsîz axivî û daxwazên xwe ji heyeta dadgehê re anî ziman.

‘Dişibe doza Gulistan Dokû’

Rojhat Dîlsîz di axaftina xwe de diyar kir ku li ser bûyera windakirina malbata Dîrîl gelek gumanên wî hene û wiha axivî: “Beriya niha me nivîskî daxwazên xwe gotibûn lê ji aliyê dadgehê ve nehatin qebûlkirin. Ji doza Gulistan Dokû jî diyar e ku dixwazin ser vê dozê jî bigirin. Di vê dozê de kesên ku hêza dewletê li pişt xwe dibînin hene û li gor axaftinên faîlan eşkere ye ku Apro Dîrîl tena serê xwe nikare van kuştinan pêk bîne.”

Rojhat Dîlsîz di berdewama axaftina xwe de qala axaftinên telefona Apro Dîrîl kir û wiha berdewam kir: “Qeydên axaftinan hene û di van qeydan de Apro Dîrîl dibêje kesê bi navê Nazdar Hamo (Sabrî Bûlût) divê dewlet li min xwedî derkeve. Em dixwazin Nazdar Hamo (Sabrî Bûlût) were guhdarîkirin û em bizanin Sabrî Bûlût kî ye? Her wiha Apro Dîrîl bi Îsmaîl Yildiz re jî diaxive û Îsmaîl Yildiz jê re dibêje ‘Kemal ê bi dozger re biaxive û dê te xelas bike’ ev Kemal li gor tê zanîn xebatkarê Îstîxbarata Şirnexê e û divê were eşkerekirin ku Kemal kî ye?”

Rojhat Dîlsîz herî dawî daxwaz kir ku dîmenên balefirên keşfê yên wê demê jî bikevin dosyeyê.

Li ser daxwazên Rojhat Dîlsîz heyetê navber da danişînê û piştî navberê heyeta dadgehê doz taloqî 2yê Tîrmehê kir. Her wiha heyeta dadgehê biryar da ku di 8ê Hezîrana 2026an de biryarê li ser daxwazên Rojhat Dîlsîz bide.

 

 

Etîket: Doza Malbata DîrîlHurmuz Dîrîlparêzer Rojhat Dîlsîz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojhat Dîlsîz: Dadgeh naxwaze doza Hurmuz Dîrîl zelal bike

Rojhat Dîlsîz: Dadgeh naxwaze doza Hurmuz Dîrîl zelal bike

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne