• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê tavilê statuya Rojava were naskirin’

Firat Tûnç - Bîlal Guldem / AW

30 ÇILE 2025 - 08:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Nûnerên saziyên demokratîk têkildarî kampanyaya “Ji Rojava re satatu, ji bo gelan azadî” diyar kirin ku li Rojava bingeheke xwerêvebirinê hatiye avakirin û gotin: “Modela Rojava bûye nasnameya mirovahiyê. Divê tavilê êrişên li ser Rojava bên sekinandin. Divê gelê Kurdistanê li dora Şoreşa Rojava bibe xelek û statuya Rojava were naskirin.”

Êrişên dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayê wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê didomin. Dewleta Tirk û komên paramîlîter her roj bi SÎHAyan, top û bombeyan êrişî çalakvanên sivîl ên li Bendeva Tişrînê dike. Di êrişên li ser Bendava Tişrînê de ji 8ê Çile ve rojnameger, hunermend, jin, zarok, ciwan û kal û pîr jî di nav de heta 27 kes hatine kuştin û nêzî 300 kesî jî birîndar bûn e. Ji bo êrişên li ser Rojava bên sekinandin û satatuya Rojava were naskirin li Amedê 26ê Çile 419 partî û rêxistinên sivîl kampanyaya îmzeyan a “Ji Rojava re satatu, ji bo gelan azadî” dan destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de û bi daxwaza êrişên li ser Rojava bên sekinandin li Qada Şêx Sedî (Deriyê Çiyê) ya Amedê 28ê Çile li partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên demokratîk çalakiya rûniştinê li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên sivîl ku beşdarî çalakiyê bûn derbarê statuya Rojava de ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Rojava ji cîhanê re mînak e’

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotmayayê (MED-DER) Remzî Azîzoglû da zanîn ku modela niha li Rojava bi rê ve tê birin ji bo cîhanê mînak e û got: “Li Rojava bingeheke xwerêvebirinê hatiye avakirin. Êrişên li ser Rojava jî nîşan dide ku naxwazin gelên Rojava xwe rêve bibe. Dixwazin vê yekê têk bibin. Niha li dijî van êrişan gelên Rojava xwedî li vîna xwe derdikeve û rêveberiya xwe diparêze. Em ê her tim piştgiriyê bidin gelên Rojava.”

Bakir: Dewlet ji statuya Rojava ditirse

Nivîskar Abdûrrahman Bakir diyar kir ku dewlet ji bo civak û mirovahiyê nexweşî ye û wiha axivî: “Divê her civak karibe xwe bi rêxistin bike û bi rê ve bibe. “Ji dîrokê heya niha dewletan tiştek nedaye civakan. Dewlet dixwaze bêtir desthilatiya xwe xurt bike û li ser civakê rûnê û civakê hewceyî xwe bike. Li Rojava civaka Kurd xwe bi hêz û rexistin kiriye û doza mafên xwe yên heyî dike û diparêze. Desthilatdar modela ku li Rojava hatiye avakirin ji bo xwe re xetere dibînin. Ji ber ku civakên wisa xwe bi rê ve dibin hewcedariya wan bi dewletê tune ye. Niha hewcedariya gelên Rojava bi dewletê tune ye û ji ber vê jî dewlet êrişî Rojava dike.”

‘Divê her kes li dora Şoreşa Rojava bibe xelek’

Ji endamên DEM Partiyê Ekrem Ay jî bi bîr xist ku bi salan e gelê Kurd li dijî faşîzm û dagirkeriyê li ber xwe dide û berxwedana xwe didomîne û wiha got: “Heya ku dewleta Tirk statuya gelê Kurd nas bike em ê her tim li qadan bin û li ber xwe bidin. Li Rojava jiyaneke hevpar û wekhevî pêk hatiye. Modela Rojava bûye nasnameya mirovahiyê. Divê êrişên li ser Rojava demildest bê sekinandin û çar aliyên Kurdistanê xwedî li Rojava derkeve û li dora Şoreşa Rojava bibin xelek û satatuya Rojava were naskirin. Bi taybetî jî divê Bakurê Kurdistanê bi rola xwe re rabe.”

‘Çareserî modela Rojava ye’

Reveberê Komeleya 78an a Amedê Huseyîn Bariş jî bi lêv kir ku di dîrokê de heya niha şer nebûye çare û ev sedsal in li ser vî welatî şer kêm nebûye. Huseyîn Bariş anî ziman ku Tirkiye dixwaze xeyalên împaratoriya Osmaniyan pêk bîne û got: “Dewlet polîtîkayên şer li ser Kurdistanê dide meşandin û encamên wê xerabtir bibin. Heke şer dijwar bibe dê li Rojhilata Navîn çareserî pêk neyê û qirkirin û komkujî pêk were. Çareserî xweseriya demokratîk e û xwebirêvebirina civakê ye.”

Huseyîn Bariş da zanîn ku li Rojava hemû gel bi reng û çanda xwe bi awayekî demokratîk dijîn û ev yek anî ziman: “Ji bo azadiya mirovahiyê gelên Rojava li ber xwe dide. Modela ku niha Rojava hatiye avakirin li tu derekî cîhanê nîn e. Kêm cih hebin jî lê di bin xizmeta emperyalîzmê de ne. Niha li Rojava êrişî jiyana azad û wekheviya gelan dikin. Xelasbûna Tirkiyeyê jî çareseriya demokratîk e û divê Tirkiye ji bo çareseriyê rêya demokratîk bide meşandin.”

Dayika Aştiyê: Bila Rojava azad bijî

Dayîka Aştiyê Meryem Tûra jî şerê li ser Rojava tê kirin şermezar kir û diyar kir ku dayîk êdî naxwazin şer çêbibe û aştiyê dixwazin. Meryem Tura wiha got: “Bila êdî sivîl, jin û zarokên Kurdan neyên kuştin. Em yekitiya gelê Kurd dixwazin û li her çar aliyên Kurdistanê bila êdî kes neyê kuştin. Hêsirên çavên dayîkan bila êdî neyên rijandin. Em şerê li ser Rojava naxwazin û bila gelên Rojava li ser axa xwe azad bijîn.”

‘Bila Rojava bibe xwedî statu’

Aktîvîsta TJAyê Cahîde Dalçîçek jî anî ziman ku divê hemû kes li ser welatê xwe azad bijî û got: “Dewlet ji aliyekî ve dibêje aştî lê ji aliyekî ve jî êrişî Rojava dike. Dewlet gelên ku aştiyê dixwazin bombebaran dike. Çiqasî êrişî Kurdan bikin jî Kurd jî ewqasî xurt dibin û li ber xwe didin. Em dixwazin Rojava bibe xwedî statu û êdî şer bisekine.”

Etîket: Ameddewleta TirkêrîşKurdkuştinRojavaStatuya Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne