• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Welatiyên Amedî: Aştî bi vîna gel û Rêbertiya wê pêkan e

Ugur Dînler - Sîpan Batmaz / AW

6 GULAN 2026 - 12:25
Kategorî: CIVAK, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Welatiyên Amedî li ser pêvajoya heyî axivîn û bal kişandin ser gav navêtinên dewletê. Welatiyan destnîşan kirin ku heta statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê naskirin ev pirsgirêk çareser nabin û gotin: “Aştî bi vîna gel û Rêbertiya wê pêkan e.”

Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a bi banga 27ê Sibata 2025an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin nêzî sal û nîv li pey xwe hişt. Di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek gav avêtin. Tevî vê yekê ji bilî avakirina Komîsyona li Meclisê dewleta Tirkiyeyê hêj gaveke şênber neavêtiye. Rêveberiya Tevgera Apoyî di salvegera yekemîn a kongreya fesixkirina PKKê de li ser rewşa dawî ya Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li Herêmên Parastinê yên Medyayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Rêveberiya Tevgera Apoyî di civînê de diyar kir ku divê gavên hiqûqî bi lez bên avêtin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin.

Li Amedê jî di rojeva gel de pêvajo û nîqaşên ser pêvajoyê her diçe zêde dibin. Gelê Amedê ji ber gav neavêtinên dewletê bi bertek in û ev yek di nav gel de bê baweriyekê derdixe holê. Welatiyan diyar kirin ku heta statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê naskirin û gavên şênber neyên avêtin pêvajo bi sernakeve. Welatiyên Amedî pêvajoya heyî ji ajansa me re nirxandin.

Welatiyan da zanîn ku hikumetê heta niha tenê gotinan dibêje lê di pratîkê de tu guhertin çênabin. Welatiyan anî ziman ku gelê Kurd êdî naxwaze bi gotinên vala were xapandin û daxwaza polîtîkayeke rasteqîn dike.

‘Aştî bi vîna gel û Rêbertiya wê pêkan e’

Welatiyan li ser statu û azadiya Rêberê Gelê Kurd dane zanîn ku ya herî girîng statûya Rêberê Gelê Kurd e û dîsa muxatabê sereke yê aşitiyê Abdullah Ocalan e û wiha gotin: “Heta ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê naskirin ev pirsgirêk çareser nabin. Aştî bi vîna gel û Rêbertiya wê pêkan e.”

‘Heke gav neyên avêtin wê pêvajo bixitime’

Welatiyan li ser neavêtina gavan anî ziman ku heke gav neyên avêtin wê rewş xirabtir bibe, dê sebra gel namîne, pêvajo bixitime û heviya ji bo çareseriyê jî dê nemîne.

Etîket: Komîsyona MeclîsêPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanTevgera Apoyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne