• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

Firat Tunç / AW

5 GULAN 2026 - 08:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dahurandinên xwe de destnîşan dike ku bêyî ziman, civakek nikare bîra xwe ya dîrokî û xwebûna xwe biparêze û dibêje: “Zimanê civakekê ruhê wê ye, xwebûna wê ye. Li her qada jiyanê, ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê. Ev helwest li dijî polîtîkayên ‘Yekzimanî’ bersiva herî xurt a avakirina jiyana nû ye.”

Kurd bi rasthatina 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî re xwe ji bo pîrozbahiyan û rêzeçalakiyan amade dikin. Ziman ne tenê amûreke danûstendinê ye, di heman demê de sembola hebûn, nasname û berxwedana çandî ye. Gava mirov bi zimanê xwe diaxive, ew tenê peyvan nalerizîne, lê belê dîrok û kesayetiya xwe ya civakî jî nîşan dide. Wendabûna zimanekî, wendabûna nasnameyeke taybet e. Çîrok, stran, destan û serpêhatiyên gelekî bi saya ziman ji nifşekî derbasî nifşên din dibin. Têkiliyên mirovî, parvekirina hest û ramanên hevpar bi rêya zimanekî zelal pêkan e. Zimanekî dewlemend, hevgirtineke xurt a civakî jî xwe re tîne. Ji ber vê yekê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dahurandinên xwe de li ser girîngiya ziman berfireh disekine û li ser tekoşîna ziman perspektîfan dide û her wiha ji bo windabûna ziman jî hişyariyan dike.

‘Ziman wekî qada berxwedanê ye’

Li gorî perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ziman ne tenê amûreke axaftinê ye, amûra herî mezin a parastina cewherî ye. Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de bale dikişine ser polîtîkayên asîmîlasyonê ku di serî de ziman hedef digirin û dibêje: “Parastina Kurdî weke çalakiyeke siyasî û nasnameyî ye. Dema ku zimanek winda bibe, civak jî rastî qirkirina çandî tê.”

‘Hişmendiya netew dewletê’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest nîşan dike ku ferzkirina zimanê dewletên serdest li ser kurdan, encama hişmendiya “Netew Dewletê” ye û hişyariyên tund dide û dibêje: “Mirovekî ku bi zimanê xwe nefikire, nikare bibe ‘xwebûn’ yanî vîneke azad. Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî û xwezayî ye. Bêyî zimanê dayikê, perwerde dibe amûreke koledariyê.”

‘Zimanê dayika mafê gerdûnî ye’

Abdullah Ocalan di dahurandinên xwe de her tim girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê tîne ziman û wiha dibêje: “Perwerdehiya bi zimanê biyanî an jî zimanê serdest, bîra zarokan parçe dike û wan ji kokên wan qut dike. Ji bo avakirina ‘Neteweya Demokratîk’, pêşketina zimanê Kurdî di her qadê de wekî bingehekî ye.”

Hişmendiya ‘xwenasînê’ û ziman

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de bi berfirehî qala têkiliya di navbera “Ziman, Çand û Hişmendiyê” de dike û wiha diaxive: “Her peyveke di zimanekî de, mîrateya bi hezaran salan a wê civakê ye. Loma windakirina peyvekê, windakirina dîrokê ye. Civaka ku laşê wê an jî zimanê wê hatibe girtin, hişê wê jî naxebite û naxwaze azad bibe. Ziman keleha berxwedanê ye.”

‘Çalakiya rûmetê’

Di dahurandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de parastina zimanê Kurdî wekî “Çalakiya rûmetê” tê dîtin û diyar dike ku heta zimanê Kurdî nebe zimanê perwerde, siyaset û aboriyê, xetereya li ser hebûna Kurdan bi dawî nabe û dibêje: “Her peyveke Kurdî wekî çepereke parastinê ya li dijî pergalên mêtinger tê hesibandin.”

‘Stûna sereke ya Neteweya Demokratîk’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên derbarê “Modernîteya Demokratîk” de, ziman wekî stûna sereke ya Neteweya Demokratîk dibine û diyar dike ku şoreşa Kurdistanê di heman deme de “Şoreşa ziman” e û bang gel, ciwan û jinan dike û dibêje: “Li her qada jiyanê, ji malê heta kolanê, ji siyasete heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê. Ev helwest li dijî polîtîkayên ‘Yekzimanî’ bersiva herî xurt a avakirina jiyana nû ye.”

Etîket: 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê KurdîAbdullah OcalanRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne