• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meclisa Ciwanan: Bêyî azadiya Serokatiyê aştî pêk nayê

Mahmût Altintaş / AW

4 GULAN 2026 - 08:59
Kategorî: CIWAN, MANŞET
A A
Enqere – Endamên Meclisa Ciwanan ên DEM Partiyê diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatan bidin pêş xwe û gotin: “Bêyî azadiya Serokatiyê aştî pêk nayê.”

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, civîna xwe a mehane li dar xist. Di civînê de ciwanan li ser xebatên xwe yên mehekê ku dê bidin pêş xwe, rawestiyan. Ciwan dê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatan li dar bixin. Ciwan, dê li dijî polîtikayên bişaftin, şerê taybet û pergala modernîteya kapîtalîst dest bi rêxistinkirina ciwanan bikin. Yek jî mijara herî girîng a civînê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî bi daxuyaniyekê daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ragihandin. Her wiha ciwanan ragihand ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê xebatan bidin pêş xwe.

Endamên Meclisa Ciwanan ên DEM Partiyê, tekildarî xebatên dê li darbixînin û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn.

‘Em ê jinên civan birêxistin bikin’

Ji endama Meclisa Ciwanan Ruken Arvasê bi lêv kir ku weke Meclisa Ciwanan di civînê de li ser rêxistinkirina jinên ciwan jî dê xebatan bidin pêş xwe û wiha axivî: “Em jinên ciwan di serî de ji bo azadiya Rêber Apo hatin gel hev. Taybet jî em dixwazin biçin Girava Îmraliyê û bi Serok Apo re hevdîtinê bikin. Weke jinên ciwan em dixwazin ji vê yekê re pêşengtiyê bikin. Her wiha li dijî şerê taybet, polîtikayên li ser jinan, weke jinên ciwan em dikarin çi bikin û li ser rêxistinkirina jinên ciwan em ê xebatan bidin pêş xwe. Em ê di nava civakê de ji bo jinên ciwan hevdîtin, kargeh û civînan li darbixînin. Ji bo jinên civan pêşengiyê bikin û di nava civakê de bi rol û misyona xwe rabin. Xebatên me hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê berdewam bikin.”

‘Ji bo pêvajo bigihije encamê divê Serokatî azad bibe’

Di berdewama axaftina xwe de Ruken Arvasê destnîşan kir ku bêyî azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî ne pêkan e û wiha pê de çû: “Ji banga Aştî û Civaka Demokratîk a Serok Apo û vir ve em weke ciwan di nava civakê de xebatên xwe didomînin. Tenê wêneyekî Serokatî, gotin û nirxandineke wî behna me vêdike û hevî dide civakê. Yek jî mijara herî girîng a xebatên me jî azadiya fizîkî ya Serokatî ye. Heta Serokatî azad nebe xebatên me dê bimeşin û em nikarin bigihîjin encamê. Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihije encamê jî divê stûtaya Serokatî diyar bibe. Divê Serokatî azad bibe û di nava civakê de kar bike, bigihije welatê xwe bigihije gelê xwe. Pêvajo tenê wisa dikare encam bigire.”

‘Ji bo pêşvebirina pêvajoyê xebatên me dê bidomin’

Ji endamê Meclisa Ciwanan Harun Turkan jî diyar kir ku ew di van civînan de hem li ser kêmasiyên xwe û hem jî li ser xebatên ku dê bikin, disekinin û ev tişt anîn ziman: “Niha pêvajoyek hatiye destpêkirin û divê weke civan em jî hezê bidin vê pêvajoyê. Em ê li dijî şerê taybet xebatên civanan bimeşînin. Heza civakê jî ji civanan pêk tê. Weke civanên welatparêz ji bo avakirina civakeke demokratîk em jî dixwazin bi xebatan vî barî hilgirin ser milan. Xebatên me niha jî berdewam dikin lê em ê li ser kêmasiyên xebatên xwe rawestin û ji bo derbaskirina van kêmasiyan plansaziya xebatan bidin pêş xwe. Weke Serokatî dibêje, ‘Me ciwan destpêkir û em ê bi ciwan biserbikevin’ em ê jî weke civan ji bo pêşvebirina pêvajoyê xebatên xwe bidomînin.”

‘Azadiya Serokatî xala herî girîng e’

Harun Turkan anî ziman ku armanca sereke ya xebatên wan pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha qedand: “Serokatî ji bo maf û nasnameya Kurdan tevger ava kir û niha jî nasname û hebûna Kurdan daye qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de azadiya fizîkî ya Serokatî ji bo me xala herî girîng e. Dema Serokatî azad bû dewlet dê neçar bimînê mafên me jî qebûl bike. Weke ciwan ji bo vê yekê çi ji destê me were em ê bikin. Em dixwazin wek heyetek biçin Girava Îmraliyê û bi Serokatî re hevdîtinê pêk bînin û ji fikir û remanên wî sûd bigirin. Her wiha nêrîn û fikren xwe jî pê re parve bikin. Heke em karibin hevdîtinê pêk bînin ew ê ji bo me bibe moraleke mezin.”

Etîket: civîna mehaneDEM PartîMeclisa CiwananRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne