• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tûncer Bakirhan: Ya ku gavan bavêje îktîdar e

Navenda Nûçeyan /AW

28 ÇILE 2025 - 14:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê de anî ziman ku gelê kurd di mijara çareseriyê de jidil e û got: “Aliyê divê gav biavêje, îktîdar e.”

Hevdîtinên Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê di çarçoveya nîqaşên ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de li Enqereyê hevdîtinan dike. Şandeya Platformê, di vê çarçoveyê de bi Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re hevdîtin kirin. Hevdîtin, li eywana civîna koma Meclisê hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê jî tev li hevdîtinê bûn.

‘Divê civakê tev li pêvajoyê bikin’

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç anî ziman ku ew pêvajoyê erênî dibînin û wiha got: “Gelê Kurdistanê bihêvî ye lê bihişyarî nêz dibe. Weke rêxistinên civaka sivîl em jî bi baldarî nêz dibin. Em naxwazin ev pêvajo jî mîna yên berê bên tunekirin. Weke rêxistinên civaka sivîl em jî dixwazin hemû derdorên civakê tev li pêvajoyê bên kirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên diyalog, aştiyane û demokratîk daxwaza gel e.”

‘Dudilî heye’

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya jî anî ziman ku li herêma me xweşbîniyeke dudil heye û wiha axivî: “Gel dixwaze şer xelas bibe û pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Lê mixabin di serê gel de pirs hene. Divê muxalefet piştgiriyê bide, Meclis xwedî lê derkeve û civaka sivîl tê de cih bigire. Li gorî me divê ev meseleye li Meclisê û bi rêyên demokratîk were çareserkirin.”

‘Yê gava bavêje îktîdar e’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku ew ji pêvajoyên berê dersan digirin û ji bo pirsgirêk bi rêyên demokratîk, diyalog û muzakereyan were çareserkirin, li parlamentoyê û derveyî parlamentoyê jî têkoşîna xwe didomînin û wiha got: “Em van nîqaşan girîng dibînin û hewl didin civakî bikin. Mîna we, em jî ji bo hemû dînamîkên civakê daxil bikin û ji bo veguhera pêvajoya çareseriyê, 24 saetan dixebitin. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên muzakere û guftûgoyê were çareserkirin. Li gorî me aliyê Kurd di vê mijarê de jidil e. Ji bo vê jî tişta ji dest tê dike. Ya ku divê gavan biavêje û veguherîne pêvajoyeke aştiyê, îktîdar bi xwe ye. Em ji bo keda we spas dikin. Divê ji her çar aliyên welêt saziyên mîna we di vê mijarê de bên gel hev.”

‘Divê zemîna qanûnî hebe’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî di hevdîtinê de got: “Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, ev demekî dirêj e têkoşînek tê dayin. Ji bo ev pêvajo veguhera pêvajoya aştiyê weke DEM Partiyê em ê tişta ji dest tê bikin. Di demên berê de hinek kêmasî çêbûn. Divê zemîneke qanûnî hebe, meclis rola xwe bilîze û partiyên muxalefetê bi çalak tev li bibin. Wê demê dê aştiyeke mayinde çêbibe. Hem hevsengiyên herêmî hem jî yên navneteweyî aştiyê li me ferz diikn. Hêvîdarim her kes wisa binirxîne. Dê xebatên me yên bi rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ked û pîşeyî re bidomin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne