• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê li Enqereyê dest bi hevdîtinan dike

Navenda Nûçeyan /AW

27 ÇILE 2025 - 14:59
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê bi rojeva çareseriya pirsgirêka kurd li Enqereyê bi Serokê Meclisê û partiyên siyasî re hevdîtinan bike.

Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê şandeyek ava kir û dê li Enqereyê hevdîtinan bike. Şande dê di navbera 27-29ê Çileyê de bi rojeva çareseriya pirsgirêka kurd bi Serokê Meclisê û partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê hene re hevdîtinan bike.

Platformê têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Aramiya navxweyî û dabînkirina pergaleke biîstiqrar girêdayî çareseriya meseleya kurd e. Ji ber ku beriya her tiştî, vê meseleyê ji hêla însanî ve rê li ber êşên pir giran ên nema dikare tehemûla wan were kirin; rê li ber texrîbatên mezin ên aborî, civakî û siyasî vekiriye. Neçareserkirina vê meseleyê ku xwedî rabûrdiyeke dûvdirêj e, ji her alî ve bandoreke neyînî li ser civakê kir. Îro jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêka ku bedela wê ji bo me tevan giran e, derfetên dîrokî di dest me de ne.”

Platformê, armancên ji hevdîtinên xwe jî wiha rêz kir:

“* Em ê piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriya meseleya Kurd a bi rêya diyalogê û bişopînin.

* Ji bo pêvajoya heyî bi aştiyê tacîdar bibe, li Amedê û bajarên herêmê daxwazeke zêde heye.

* Hewceye pêvajoya siyasî ya ku dê were meşandin ji fikarên siyasî dûr be, bi perspektîfeke ku mafên mirovan ên gerdûnî esas digire were meşandin û di vê mijarê de hemû derdor bi berpirsyartî tevbigerin.

* Di nava pêvajoyê de heke car bi car xitimînek çêbibe jî hewceye ev yek bi bêhnfirehî were pêşwazîkirin û ji bo çareserkirina meseleyê israr û dilwêrekî hebe.

* Ji bo pêvajo civakî bibe, hewceye rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî vê pêvajoyê bên kirin û ev yek girîng e. Armanca me ew e ku van nêrînên xwe ku me li jorê rêzkirine, bi rayedaran re parve bikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Pirsgirêk çiqasî giran dibe bila bibe, li gorî me dikare bi rêya demokrasiyê jê re çareseriyên mayinde bên peydakirin. Di serî de meseleya Kurd, rêya herî aqilane ya çareserkirina hemû pirsgirêkên giran ên welêt, siyaset e. Roj ne roja ne roja dûrxistinê roja tevlikirinê, roj ne roja wêrankirin roja avakirinê, roj ne roja şer roja lihevkirinê ye. Roj ne roja tilîhejandinê roja çûna destê hev e, roj ne roja pişta xwe dayina hev roja hevhembêzkirinê ye. Ji bo pêvajoya heyî serkeftî be û pevçûn bisekinin, çi bikeve ser milê me em soz didin ku dê pêk bînin. Mîna duh, îro jî em bi kesên ji bo aştî û demokrasiyê hewl didin re ne. Em spasiya her kesên bûne wesîleya hêviya aştî û demokrasiyê dikin.”

Encamên hevdîtinan dê li Amedê bi daxuyaniyekê bê eşkerekirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

7 COTMEH 2026
Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

7 COTMEH 2026
Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

7 COTMEH 2026
Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne