• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo 1ê Gulanê çalakiya ‘Kursiya Azad’ li dar xistin

Amed / AW

29 NÎSAN 2026 - 14:37
Kategorî: ROJANE
A A
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi boneya 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê çalakiya “Kursiya Azad” li dar xistin. Xwendekaran destnîşan kir ku têkoşîna kedê û azadiyê bi hev ve girêdayî ne û gotin: ” Bi ruhê vê rojê, em mil bidin milê hev û bigihin serkeftinê.”

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi boneya 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê li kampusa zanîngehê li hev civiyan. Xwendekaran bi çalakiya “Kursiya Azad” bal kişandin ser mafên kedkar û xwendekaran. Di dema çalakiyê de dowîzên ku nivîsên “Di Sosyalîzmê de israr, di mirovbûyinê de israr e”, “Li hemberî kedxwariyê jiyanek e kominal”, “Keda me mafê me ye” û “Bijî 1ê Gulanê” li ser dinivîsî hatin hildan.

‘1ê Gulanê roja avakirina siberojê ye’

Hasan Karsû yê bi Kurdî axivî diyar kir ku 1ê Gulanê ji bo hemû gel û çînên bindest rojeke dîrokî ye. Hasan Karsû bal kişand ser girîngiya têkoşînê û wiha got: “Hewce ye ku mirov dîroka vê roja berxwedanê hinek din bide naskirin. Ev têkoşîn ne îro dest pê kiriye; ji tevgera ciwanên 68an heta îro berdewam dike. Mirov divê li ser vê têkoşînê siberoja xwe ava bike.”

‘Ev têkoşîn ji bo me mafekî rewa ye’

Hasan Karsû di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev roj di heman demê de ji bo mafên ziman, nasname û hebûnê ye: “Ji bo gelê Kurd ev tişt esas in; derketina mafê gelê xwe, parastina ziman û hebûna xwe. Ev têkoşîn di aliyê aborî û mafên demokratîk de ji bo me mafekî rewa ye.”

Banga têkoşîna hevpar

Hasan Karsû di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tevî hemû zext û gefan, xwendekarên zanîngehê dê bi paş ve gav neavêjin û got: “Karker, xwendekar, gundî û xebatkarên fabrîkayê; em hemû di bin banê têkoşînekê de digihin hev. Armanca me mafên bingehîn in. Em wekî xwendekarên Kurd dê berxwedana xwe xurttir bikin û civakeke demokratîk û aştiyane ava bikin. Bi ruhê vê rojê, em mil bidin milê hev û bigihin serkeftinê.”

Dû re gelek xwendekar derketin ser “Kursiya Azad” derbarê girîngî û têkoşîna 1ê Gulanê de axivîn û bal kişandin ser ked û têkoşîna karker û kedkaran.

Çalakî bi dirûşma “Bijî 1ê Gulanê” bi dawî bû.

 

Etîket: 1ê GulaneXwendekarên Zanîngeha Dîcleyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi diruşma ‘Bijî berxwedana ciwanan’ mezûn bûn

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi diruşma ‘Bijî berxwedana ciwanan’ mezûn bûn

10 HEZÎRAN 2026
Kedkarên Amedê: Divê em li dijî neheqiyê bibin yek û têbikoşin

Kedkarên Amedê: Divê em li dijî neheqiyê bibin yek û têbikoşin

2 GULAN 2026
Stenbol de 1ê Gulane: Têkoşîn zî est o hêriş zî

Li Stenbolê binçavkirî hemû hatin berdan

2 GULAN 2026
Li Wanê zarokek hat girtin

Li Stenbolê 14 kes hate girtin

1 GULAN 2026
 Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

 Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

1 GULAN 2026
Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

1 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne