• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

Enqere / AW

29 NÎSAN 2026 - 10:50
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê parvekirinên li ser medya dîjîtal û hin saziyên çapemeniyê yên bi sernavê “notên hevdîtinê” daxuyaniyek da û ji her kesî xwest ku guh nede van parvekirinan.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê parvekirinên li ser medya dîjîtal û hin saziyên çapemeniyê de yên bi sernavê “notên hevdîtinê” daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya Heyeta Îmraliyê de hate destnîşankirin ku pêwîstî pê dîtine ku derbarê naverokên bi sernavê ‘notên hevdîtinê’ raya giştî agahdar bikin, ku rojên dawî di hin saziyên çapemeniyê û medya dîjîtal hatin parvekirin û hate îdiakirin ku ev notên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in.

Daxuyaniyê Heyeta Îmraliyê bi vî rengî ye:

“Weke ku me beriya niha gelek caran anîn ziman; di metnên navborî de bêyî ku bi belgeyeke orjînal ve bê girêdan, hin gotin li ser hin kes an jî derdoran têne zêdekirin û bi vî rengî nêrînên birêz Ocalan berevajî têne nîşandan. Em dixwazin bibêjin ku hewldanên bi vî rengî zerarê dide zemîna diyalog û çareseriyê.

Em careke din bi rengekî eşkere destnîşan dikin: Ji bilî belgeyeke ku ji aliyê Heyeta Îmraliyê, endamên malbatê û parêzerên bi birêz Ocalan re hevdîtinê dikin divê kes guh nede belge, not an jî agahiyekê ku xwe naspêre zemîna cihê baweriyê, piştrastkirî û fermî.

Ji bo pêvajoya çareseriyê û dewamiya diyalogê ya bi rengekî çêker, gelekî girîng e ku raya giştî li hemberî naverokên bi vî rengî hişyar û baldar be. Em careke din destnîşan dikin ku divê hemû alî di vê mijarê de hesas û bi berpirsyarane tevbigerin.”

Etîket: Abdullah OcalanHeyeta DEM Partiyê ya ÎmraliyêHeyeta Îmraliyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

3 COTMEH 2026
Heyeta DEM Partiyê bi Cevdet Yilmaz re civiya

Heyeta DEM Partiyê bi Cevdet Yilmaz re civiya

3 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne