• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

Şirnex / AW

28 NÎSAN 2026 - 11:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameger Nedîm Orûç ê ku ji ber şopandina çalakiyên protestoyî yên li dijî êrişên ser Rojava hatibû girtin, piştî sê mehan ji Girtîgeha Şirnexê hat berdan. Orûç piştî hat berdan bal kişand ser zextên rojnamegeriyê, girtiyên nexweş û zextên li ser girtiyên siyasî.

Nûçegihanê ajansa me Nedîm Orûç, di 14ê Çileyê de li taxa Nûr a Cizîrê di dema şopandina nûçeyê de bi lêdanê hatibû binçavkirin. Orûç ê ku zêdetirî sê mehan di girtîgehê de ma, di 24ê Nîsanê de biryara berdana wî hat dayîn. Orûç diyar kir ku hinceta girtina wî tenê şopandina nûçeyên li ser Rojava bûye û dewletê ev çalakiyên demokratîk wekî “sûc” nîşan daye.

‘Kurdistan yek parçe ye’

Nedîm Orûç destnîşan kir ku sînorên fîzîkî nikarin pêşî li hestên neteweyî bigirin û got: “Dibe ku Kurdistan bi fîzîkî bibe çar parçe, lê di rastiyê de her geşedaneke li herêmekê bandorê li her sê parçeyên din dike. Dema li Bakur ji bo Rojava çalakî dihatin kirin, me wekî rojnameger ev pêvajo dişopand. Lê karê rojnamegeriyê yê ku li hemû cîhanê rewa ye li Tirkiyê wekî sûc derdixin li pêşiya me.”

Li girtîgehan polîtîkayên taybet

Di berdewama axaftina xwe de Orûç bal kişand ser şert û mercên Girtîgeha Şirnexê û diyar kir ku li dijî girtiyên siyasî polîtîkayeke taybet a çewisandinê tê meşandin. Orûç diyar kir ku di dema hejmarê de gardiyan hewl didin hejmartina li ser piyan ferz bikin û dema girtî vê yekê qebûl nakin, bi zorê û tundiyê mudaxele li wan tê kirin. Orûç bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Dermankirina girtiyan nayê kirin. Li gorî prosedurên nû tenê 15 rojan carekê rê didin çûna li nexweşxanê. Hevalekî me yê ji ber êşa diranê xwe 10 rojan nikaribû xwarin bixwara, bi rojan nebirin nexweşxaneyê.”

Rojnamegerên girtî

Di dawiya axaftina xwe de Nedîm Orûç bal kişand ser hejmara rojnamegerên girtî û got ku niha zêdetirî 30 rojnamegerên Kurd di girtîgehan de ne. Orûç bang kir ku hemû hempîşeyên wî yên werin bên berdan û anî ziman ku ew ê bi biryardarî pênûsa li ser şopa heqîqetê li erdê nehêlin û karê xwe bidomînin.

Etîket: Ajansa WelatberdanGirtîgeha ŞirnexênûçegihanRojnameger Nedîm Oruç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

25 ÎLON 2026
Hesabê Instagramê ya ajansa me hat astengkirin

Hesabê Instagramê ya ajansa me hat astengkirin

16 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan

4 ÎLON 2026
Ji Xê sosretiya wergerê: Grok bi hişmendiya çandî û hesasiyeta civakî nizane

Ji Xê sosretiya wergerê: Grok bi hişmendiya çandî û hesasiyeta civakî nizane

24 TEBAX 2026
Berdana Cîn û Îdem ên ku 30 sal in girtî ne hatin taloqkirin

Berdana Cîn û Îdem ên ku 30 sal in girtî ne hatin taloqkirin

20 TEBAX 2026
Serhat Eren: Nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî dê bên berdan

Serhat Eren: Nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî dê bên berdan

6 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne