• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Stranbêj Jan Axîn: Pîvana min a herî mezin ruhê Kurdî ye

Daristan Pala / AW

27 NÎSAN 2026 - 08:20
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Wan – Stranbêj Jan Axîn serboriya xwe ya hunerî ya 25 salan nirxand û pîvana xwe ya sereke ya hunerî eşkere kir û got: “Li ku derê dibe bila bibe, eger cihê ku ruhê Kurdî lê nebe ez wir naxwazim.”

Stranbêj Jan Axîn yek ji pêşengên muzîka rock a Kurdî ye. Jan Axîn ê ku kariyera xwe ya profesyonel di sala 2000î de bi albûma ‘Bajar’ da destpêkirin, piştre albûmên ‘Evîna Şikestî’ (2005) amade kir û 13 salan navber da muzîkê û di sala 2018an de bi albûma “Zerîba” vegeriya nav karê muzîkê. Jan Axîn ê ku salên dirêj mamostetiya dibistanê kiriye, di muzîka xwe de ahenga zimanê Kurdî û formên cîhanî digihîne hev. Di demên dawî de bi xebatên xwe yên li ser (AI) û singleyên nû, nûjenkirina muzîka Kurdî ji xwe re kiriye armanc. Jan Axin muzîkê wekî “çîroka jiyanê û xizmeta ji bo pêşerojê” pênase dike.

25 sal û sê albûmên bîrawer

Jan Axîn bi bîr xist ku wî di sala 2000î de albûma xwe ya pêşîn a bi navê “Bajar” weşandiye û got: “Piştî albûma ‘Bajar’, di sala 2005’an de ‘Evîna Şikestî’ û di sala 2018an de jî albûma ‘Zerîba’ gihîşt ber destê guhdaran. Muzîka Rock formekî cîhanê ye, lê ahenga zimanê Kurdî ji bo vê muzîkê gelekî guncav û têrker e. Di vî warî de Koma Wetan û mamoste Kerem Gerdenzerî ji bo me ekolek in û ez hîn jî ji muzîka wan gelekî hez dikim.”

‘Huner ji bo pêşerojê ye’

Jan Axîn derbarê felsefeya hunerê de diyar kir ku huner ne karekî rojane ye û axaftina wiha domand: “Mirov hunerê ji bo pêşerojê çêdike. Jiyan carna li meriv giran tê, meriv nexweş dikeve an jî diweste, lê huner her tim di dilê meriv de ye. Ez evîndarê hunerê me, çi li ser dikê be çi jî li malê be, mijûliya min her muzîk e.”

‘Nexweşî û mamostetiyê nekarî pêşiya hunerê bigire’

Jan Axîn diyar kir ku di nava jiyanê de hin astengî derketine pêşiya wî, lê ew tu carî ji muzîkê dûr neketiye û ev yek anî ziman: “Demekê min nexweşînek giran derbas kir, lê îro tenduristiya min pir baş e. Her wiha min mamostetî jî dikir, karê mamostetiyê carna pêşiya xebatên min ên hunerî digirt. Lê îro min ew kar berdaye û ez bi tevahî li ser muzîkê hûr dibim. Mirov di her şert û mercî de be, li malê be, di rê de be an jî li cem hevalên xwe be, divê dilê wî bi muzîkê re lê bide.”

‘Divê em li dijî teknolojiyê nebin’

Jan Axîn bal kişand ser guherîna derfetên teknîkî ya di nava salan de û wiha axiftina xwe berdewam kir: “Dema me albûma ‘Bajar’ qeyd dikir, îmkan pir kêm bûn. Stûdyo tenê li bajarên mezin bûn û mesrefên wan pir zêde bûn. Lê îro mirov dikare bi telefonekê qeydên bi kalîte û klîban çêbike. Divê em li dijî teknolojiyê nebin, serdema niha serdema zîrekiya destkird (AI) ye. Min klîba strana xwe ya dawî ‘Hêviya Baranê’ bi AI’yê amade kir.”

Stranên kevn bi ruhê nû

Jan Axîn derbarê projeyên xwe yên di siberojê de jî ev agahî dan: “Ez naxwazim xwe bixapînim, teknolojî asteke bilind dide me. Ez dixwazim 5 stranên xwe yên kevn ên ji albûmên ‘Bajar’, ‘Evîna Şikestî’ û ‘Zerîba’ bi alîkariya AIyê ji nû ve aranje bikim. Ez ê van berheman ne wekî albûm, lê wekî single bi navber biweşînim. Her wiha xebatên min ên li ser stranên nû jî berdewam dikin.”

‘Ez ji bo muzîka Kurdî xwe deyindar dibînim’

Jan Axîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser performansa xwe ya li ser sehneyan û wiha got: “Felsefeya min a hunerê zelal e, eger sahnneyek li dijî muzîk, jiyan û siyaseta Kurdî nebe, ez ê li wir bim. Cih çiqas bilind be an jî çiqas kêm be ne girîng e, eger tê de ruhê Kurdî nebe, ez wir naxwazim. Ez ji bo muzîka Kurdî xwe deyndar dibînim.”

Etîket: AIJan Axînmuzîka Kurdîstranên Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hunermend Kasim Taşdogan: Divê em pêşî li nava mala xwe binêrin

Hunermend Kasim Taşdogan: Divê em pêşî li nava mala xwe binêrin

2 GULAN 2026
‘Divê em hişê çêkirî li gorî hişmendiya xwe bikar bînin’

‘Divê em hişê çêkirî li gorî hişmendiya xwe bikar bînin’

27 NÎSAN 2026
Strana nû ya hunermend Kasim Taşdogan gelek hate ecibandin

Strana nû ya hunermend Kasim Taşdogan gelek hate ecibandin

24 NÎSAN 2026
Parêzvanê bîra muzîka Kurdî: Veysî Varli

Parêzvanê bîra muzîka Kurdî: Veysî Varli

17 NÎSAN 2026
‘Hişê çêkirî’ çima ji Kurdî re kerr û kor û lal e?

‘Hişê çêkirî’ çima ji Kurdî re kerr û kor û lal e?

17 NÎSAN 2026
Derya Kakeyî: Em pira di navbera raborî û siberojê de ne

Derya Kakeyî: Em pira di navbera raborî û siberojê de ne

5 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne