• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mihrîcana Şanoyê di roja 4emîn de didome

Amed / AW

25 NÎSAN 2026 - 22:42
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê di roja 4emîn de bi panel û lîstikan berdewam kir.

11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi dirûşma “Ji bo aştiyê diyalog” tê lidarxistin, di roja 4emîn de berdewam kir. Bername îro panela bi navê “Bi rêbaza cuda çêkirina şanoyê” dest pê kir. Derhêner, lîstikvan û gelek kes tevli bernameyê bûn.

Derhênera şanoyê ya alman Gisela Hohne, di hevpeyvîna xwe ya bi sernavê “Bi rêbazeke cuda şanogerî” de, ezmûneke ku îlhamê dide temaşevanan pêşkêş kir. Gisela Hohne diyar kir ku beriya hilweşîna Dîwarê Berlînê, bi jidayikbûna kurê xwe yê bi navê Moritz ê bi sendroma Downê, jiyana wê guheriye. Gisela Hohne anî ziman ku her çend demekê ji hilberînê dûr ketiye jî, piştî ku potansiyela zarokên astengdar a li ser dikê keşf kiriye, dîsa berê xwe daye şanoyê.

Mêvana din a festîvalê derhênera Swîsreyî Anina Jendreyko bû. Di hevpeyvîna ku moderatoriya wê Rûgeş Kirici kir de, Jendreyko bi sernavê “Ji bo ku di şanoyê de desthilatdarî û tundî ji nû ve nehatin hilberandin, pêdivî bi nêrîna jina azad heye” ezmûnên xwe parve kirin.

Piştî panelê li ber deriyê ÇandAmedê lîstika bi navê “CM” ya ku derhêneriya wê Soran Hosseini, Sherzad Hassan Radha kirine bi zaravayê Soranî ya ku ji Rojhilatê Kurdistanê hat lîstin. Piştî lîstika “CM”yê lîstika bi navê “Palestine” ya ku derhêneriya wê Shaden Abu Elasal kiriye derket ser dikê. Temaşevanan di roja 4emîn de jî bi eleqeyek mezin beşdarî bernameyan bûn.

Etîket: Amedberdewam kirMihrîcana ŞanoyêPanelşano
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne