• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DEM Partiyê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir

Enqere / AW

26 ÇILE 2025 - 11:57
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê salvegera 10emîn a rizgarkirina Kobanê pîroz kir.

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi boneya salvegera 10emîn a rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek nivîskî belqv kir.

Daxuyaniya bi sernavê “Serfiraziya Kobanîyê serfiraziya rûmeta mirovahiyê ye, pîroz be” wiha ye:

“Îro 10emîn salvegera agirê mezin ê azadiyê ye ku li Rojhilata Navîn hat pêxistin, salvegera têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye, salvegera wêrekiya ku di pêşengiya jinan de li dijî tarîtiyê bilind bû, yanî salvegera Serfiraziya Kobanîyê li dijî çeteyên DAIŞê ye. Li hemû mirovahiyê pîroz be.

Çeteyên DAIŞê yên ku ji aliyê hêzên cîhanî û herêmî ve hatin xurtkirin û axa Rojava dagir kirin, di Cotmeha 2014an de dest bi êrişan kir. DAIŞa ku bi cebilxane û çekên giran ên weke tank û topên ku bi taybetî ji Mûsilê bi dest xistibû, dest bi êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ji Rojhilata Navîn dest pê kir xeyala xwe ya tarî û dijmirovî li hemû cîhanê belav bike. DAIŞa ku bi hovîtiya xwe her der bê berxwedan bi dest xist û dewletan jî nekarîn li hemberî wê bisekinin, li Rojava, li Kobanîyê têk çû. Ev serfiraziya ku bi têkoşîna jinan hat bidestxistin mohra xwe li dîroka berxwedanê kir. Gelê Kurd û şoreşgerên enternasyonalîst, bi biryar bûn ku ax, can û rûmeta xwe biparêzin û wan ji bo azadiyê; bi bawerî û fedekariyeke mezin li Kobanîyê DAIŞ têk bir. Tevî hemû serweriya xwe ya teknîkî û hejmarî û piştevaniya hêzên cîhanî û herêmî jî, DAIŞ ji aliyê zarokên bi rûmet ên bajarekî û hevalên wan ve hat şikandin. Berxwedana Kobanîyê a nepêkan bi dest xist, a nebûyî pêk anî. Bi vê serketinê re Kobanî bû paytexta wijdanê.Îradeya azadiyê ya ku tu carî ji holê ranabe pêşkêşî gelên cîhanê kir.

Îro jî yên ku nikarin vê serketinê hezm bikin hene û hewl didin tiştê ku DAIŞê nekarî bi dest bixe, bidomînin. Her êrişa îro, ji bo tunekirina modela jiyan û rêveberiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, encama vê hewlê ye. Êrişên li dijî Tişrînê û ji wir jî ber bi Kobanîyê ve berdewama êrişên DAIŞê ye. Lê berxwedan û ruhê Kobanîyê ruhê wekhevî, azadî û jiyana hevbeş a li vê xakê ye. Dijminatiya li hemberî Kobanîyê ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû gelan e ku dixwazin bi hev re, wekhev û azad bijîn.

Bi vê boneyê em careke din Serfiraziya Kobanîyê pîroz dikin. Felsefe û baweriya ku Kobanîyê afirand, dê rêberiya mirovahiyê bidomîne. Heta ku hemû gelên Rojhilata Navîn azad bibin gel dê vê rêyê bişopînin.”

Etîket: DEM PartîKobanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne