• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kerem Canpolat: Divê dewlet guh bide Abdullah Ocalan

Firat Tûnç - Fexredîn Kiliç / AW

26 ÇILE 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed– Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat têkildarî hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ku bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir wiha got: “Divê dewlet û hemû kes baş bizanibe ku ji bo çareseriyê gav neyê avêtin û tecrîd bi dawî nebe ev rewşa nebaş a li welat dê bêtir xerab bibe.”

Şandeya ku ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê, di 28ê kanûna 2024an de çû li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê, şandeyê di 29ê kanûnê de peyama ku ji 7 xalan pêk hat bi raya giştî re parve kir. Şandeyê, piştî hevdîtina li Îmraliyê li ser daxwaza Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî yên li Meclisê û siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin. Piştî vê hevdîtinê gelek niqaş hatin kirin û hêj jî tên kirin.

Di demeke ev hevdîtin û nîqaşên têkildarî çareseriya meseleya kurd berdewam dikin de êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di êrişên li dijî Bendava Tişrînê de rojnameger, hunermend, siyasetmedar, jin û ciwan di nav de 21 kes hatin kuştin û 203 kes birîndarkirin. Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê jî di mehek dawî de 15 rojnager jî di navde 542 kes hatin girtin.

Di pêvajoyeke wiha de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê di 22yê Çileyê de cara duyemîn çû Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Lijneyê têkildarî hevdîtinê de got ku “Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin. Piştî ku amadekariyên derbarê vê mijarê de bi dawî bibin, daxuyaniyên pêwîst dê ji raya giştî re bên ragihandin.”

Rayedarên DEM Partiyê yên pişt re bi çapemeniyê re agahî parvekirin gotin ku “Ji bo di çareseriyê de bi awayekî aktîf bi cih were girtin, demildest şert û mercên xebatê bên afirandin” û anîn ziman ku Abdullah Ocalan careke din bi lêv kir ku ew ê di bin her şert û mercî de bibe xwedî hêz û vîna çareseriyê. Rayedaran wiha got: “Çareserî û aştiyeke tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nayê nîqaşkirin; hate diyarkirin ku ji bo Kurd û gelên li çar aliyên Kurdistanê bigihijin statuyeke demokratîk bi perspektîfeke berfireh nîqaş tên meşandin.

Hevserokê Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat têkildarî hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re ji ajansa me re axivî.

‘Ji bo tecrît rabe divê em denge xwe bêtir bilind bikin’

Kerem Canpolat bi bîr xist ku 2 sal in li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a fizîkî û rakirina tecrîdê kampanyayek tê meşandin û wiha got: “Ji ber ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hêj berdewam dike, kampanya jî berdewam dike. Em dibînin ku dewlet hevdîtina wî ya bi malbat û parêzerên wî re asteng dike. Ji bo tecrîd rabe divê em dengê xwe bêtir bilind bikin û bixebitin. Ev du car in şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan pêk tê çû hevdîtin pêk anîn. Em vê pir girîng dibînin. Lê em dixwazin malbat û parêzerên Birêz Ocalan jî biçin hevdîtinê. Her wiha ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze û çareseriyeke mayînde pêk were divê bi awayekî fizîkî were berdan.”

‘Divê ewilî şerê li dijî Rojava bidin sekinandin’

Kerem Canpolat anî ziman ku ji destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê û heya îro gelê kurd gelek êş kişandine û bi gelek lîstik û deq û dolaban re rû bî rû mane. Kerem Canpolat diyar kir ku gelê kurd gotin û kirinên dewletê yên têkildarî nîqaşên aştiyê de jidil nabîne û wiha domand: “Dewlet li aliyekî dibêje divê em xwişk û biratiya xwe pêş bixin lê êrişî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dike. Sivîl, hunermend, rojnameger tên kuştin û girtin. Di cihanê de tu xwişk û biratiyeke wisa tune ye. Ev pratîk durûtî ye û jidil nayê dîtin. Madem ku em dibêjin xwişk û biratî divê dewlet, AKP-MHP û partiyên muxalefetê jî gavên bêtirs û rast biavêjin. Ji bo ku kurd jidilbûna dewletê bawer bike divê ku ewilî erîşên li ser Rojava bide sekinandin. Sivîl neyên kuştin û girtin çênebin û divê nêrîna dewletê ya li ser Kurdistanê bê guhertin. Heke dibêjin ku ‘em ê xwişk û biratiyeke bi salan ava bikin divê ewilî şerê li ser Rojava bidin sekinandin.”

‘Xelaskirina vî agirî di peyamên birêz Abdullah Ocalan de ne’

Kerem Canpolat bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn guhertinên nû çêdibin û netew dewlet êdî nikarin bijîn. Kerem Canpolat destnîşan kir ku ev pergala netew-dewletê ji bo gelan ev pergal nameşe û wiha pê de çû: “Heke dewletên li Rojhilata Navîn çaresiriyekê ji bo gelên xwe û gelê kurd pêk neînin agirê Rojhilata Navîn dê van dewletan jî bişewitîne. Birêz Abdullah Ocalan di demên berê de jî digot heke Tirkiye pirsgirêkên navxweyî çareser neke ji belavbûyînê xelas nabe. Gele kurd hêj di bin qedexeyan de dijî. Heya ku gelê kurd li her çar parçeyê Kurdistanê bi awayekî azad nejî Rojhilata Navîn jî ji nav xeterayan dernakeve. Em dixwazin jiyaneke hevpar a ji vî agirî dûrtir bijîn. Xelaskirina vî agirî jî di peyamên ku birêz Abdullah Ocalan ji me re parvekirin de ne”

‘Divê guh bidin peyamên Îmraliyê’

Kerem Canpolat dest nîşan kir ku divê rayedarên dewletê guh bidin peyamên Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî peyamên birêz Abdullah Ocalan dê hemû xeterî û xetimandinên ku Tirkiye di nav de ye ji holê rabin û rewşeke aramiyê derkeve holê. Bi van hevdîtinan re civakê dengê Birêz Ocalan bihîst. Heke şert û mercan pêk bînin û dengê birêz Ocalan bêtir bigêhêje civakê dê aramiyeke xurt pêk bê. Divê dewlet û hemû kes baş bizanibe ku ji bo çareseriyê gav neyê avêtin û tecrîd bi dawî nebe ev xetimandin û rewşa nebaş dê bêtir xerab bibe. Bila tu kes xwe nexapîne. Gavên ku niha bên avêtin dê ji aliyê başbûn û nebaşbûnê ve sedsala pêşiya me diyar bikin. Em bi hêvîne ku gelê kurd jî li gor vê pêvajoyê tîfaqa xwe xurtir bike û bibe yek. Em jî weke sazî ji bo ku tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û azadiya wî pêk bê dê bêtir bixebitin û xebatên xwe xurtir bikin.”

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîÎmralîKerem CanpolatMED TUHAD-FEDpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026
Çavkaniyên DEM Partiyê: Nûçeyên xwe disipêrên derdora desthilatê bêbingeh in

Çavkaniyên DEM Partiyê: Nûçeyên xwe disipêrên derdora desthilatê bêbingeh in

1 TÎRMEH 2026
DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

1 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
MYKa DEM Partiyê dê sibe bicive

MYKa DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê civiya

1 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (33)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne